Xwendevanên Hêja
Ev Kovara Civaka Demokratîk ya 19em e. Bi sernivîsa Hevpeymana Lozanê em pêşkêşî we dikin. Jixwe derketina vê kovarê wekî hûn dizanin ku kovar bi rengê demsalî dihat derxistin û belav kirin. Lê niha em di vê salê da, derbasî qonaxeka nû, ji bo derxistin û belavkirina kovarê bûne. Her 6 mehan carekê dê were pêşkêş kirin. Wekî me da xuyakirin ku serenavê vê kovarê li ser Hevpeymana Lozanê ye. Ji ber ku em di dawîya qedandina sedsalîya vê hevpeymana bi êş da ne.
Lewma xwendevanên hêja! Me xwest bi hin lêkolînan li ser vê hevpeymanê rastî, êş û bandora wê li ser gelan û bi taybet gelê kurd, baş binirxînin. Paşê ji we ra pêşkêş bikin.
Hevpeymana Lozanê, xwedî birîneka kûr û bi êş e. Li ser gelê kurd û sedema sereke ya destdayîna li ser nirx û berhemên civakî ye. Lewma erk û berpirsîyarîya me ew e ku em bi destxistina vîn û têghiştina xwe ya Modernîteya Demokratîk vê hevpeymanê û hemû komployên dişibinê, vala derxînin. Zilm û zorê jî li ser civaka xwe û civakên Rojhilatana Navîn û cîhanê rakin.
Xwendevanên hêja! Di vê kovarê da, weke bermahîyekî dîrokî, li ser vê hevpeymanê ku ji civakê ra bûye êş û azar em bi hurgilî li ser sekinîne. Di roja me da, em çarenûsa xwe bi dest û hizirîna xwe ya demokratîk dîyar bikin. Em dixwazin dersan, ji hemû komployên navnetewî û xapanên desthilatê bigirin. Daku em tu carî vîna xwe nexin dest tu kesî da.
Em wek Navenda Lêkolîn û Zanistên Civakî, bi hêvî ne ku ev kovara me ya vê carê, ji bo we pir bi sûdewer be.
Bi hêvîya rojên serkeftîtir û azadtir.
Silav û Rêz