Akademiya Civaka Demokratîk

Rola Takekes Di Nava Civakê Da

350

 

 

 

 

 Brahîm Eshed

 

 

Takekes encama civakbûnê ye . Rêber APO

Rola Takekes Di Nava Civakê Da

Di pêvajoyên aloziyê da ku civak û takekes di nava guhertin û vegihertinan ra derbas dibin, ev guhertin û vegihertin bandoreka du alî rû didin; hem erênî û hem jî neyînî. Her çiqasî ku em niha li ser rola takekes di nava civakê dabibêjin jî lê ti carî takekes û civak ji hev cuda nabin. Ji ber wê û bi taybet rewşa cîhanê ku takekes ji civakê ne tenê ew dûr xistiye lê belê ew kiriye navenda cîhanê û civakbûn kirine qurbanê vî takekesî û hin pergal jî takekes dikin qurbana civakê. Lewma ew hevsengîya di navbera takekes û civakê da û têkilîyên wan hatine perçiqandin.

Di dirêjahîya civakbûnê da heya roja heyî jî, takekes di nava civaka xwe da xwedî rol e, ev rol çawa ye?

Em dikarin li vê derê rola takekes dabeş bikin:

  • Rola sincî (exlaqî)
  • Rola ramyarî.

Rola sincî çi ye? Ew pîvan û têkiliyên takekes in ku di dirêjahîya civakbûna wî da hatiye birêxistin û li gorî teşî girtina civakbûnê ew di nava sazîyên cuda da xwe bi rê xistiye. Rola ku takekes di vî alî da dilîze ew e ku dikare van pîvanan di asta herî jor da di jîyana xwe da pêk bîne û di heman demê da jî dikare li ser wê bi awayekî herî baş li ser pir bike û bi rihê van pîvanan dikare erênîya wan û neyînîyan wan derxe holê û civakbûna xwe ronî bike.

Ji xwe ev rol dihêle ku takekes bi mirovbûna xwe û taybetmendîyên civakbûna xwe da hîs bike û di heman demê da jî ew dibe nasnameya civakbûna ku ew takekes ji vê civakê tê. Lewra di vê rolê da takekes di civakbûna xwe da hin têgihên binirx û hêja afirandine mîna çand, welatparêzî û mirovbûnê.

Rola ramyarî (siyasî) çi ye? Rola takekes ew e ku di pêşxistina civakbûna xwe da di warê zanebûn û afirandin û dîtina çareserîyê ji pirsgirêkên civakbûna xwe ra bibe pêşeng.

Di vî milî da takekes bi qalibê giştî ra dikare rolekê bilîze ku civakabûna xwe bighêjine civakbûnê saxlem û jîr, lewma ev rol pir girîng û sereke ye di jîyan, civak û takekes da. Ji xwe ev rol encama perwerdehîya civakê ye ku takekesên xwe bi vî şêwazî ava dike û saz dike.

Ji xwe ev her du dabeşkirin di nava hev da û bi hev ra dimeşin yanî ji hev cuda û dûr nabin. Ji xwe takekes bi her du rolan ve dibe endamê civakekê û cihê xwe wiha digire, lewma ev rolên han  ku dikevin li ser milê takekes wî dike mirov û ji derveyî wê, tevgera takekes wî dihêle ku ji derveyî civakbûnê bimîne.

Dijimin di Kurdistanê da ev her du rol hem çewisandibûn û hem jî hewildana qirkirina wê dihat kirin. Di encamê da takekesekî kurdistanî çewt û li gorî xwe ava dikir. Bi derketina Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurdistanê ra û bi pêşengîya hevalên qehreman ve ew rewş hat şikandin û belav bû. Ji xwe karê destpêkê yên ku van pêşengan kir û di serî da Rêbertîyê ava kir û sazkirina kesayet û takekesîya kurd û Kurdistanê bû. Li ser vî bingehî gavên danasîna rola takekes hatin avêtin û di Kurdistanê da û bi taybet di nava kurdan da takekesekî nû  ava bû. Ev takekes li gorî rihê serdemê tev digere. Ji xwe ev kesayeta ku hate afirandin ew xwedî roleka bingehîn bû ku bandoreka erênî û pêşketî di nava civaka Kurdistanî da çêbû. Li ser vê mîrateyê şoreşa Rojavayê meşîya û em rola takekesîya  heyî encama wê dibînin. Her çiqasî ku hemû takekesên civakê bi vê rolê ranebûne jî lê bandoreka erênî li tevahîya civakê kiriye.

Takekesên bi vî rengî, bi perwerdehîya ramanên azad ve diafirin û li ser bingehê ku perwede mirovan ava dike û mirov bi perwerdeyê dibe takekesekê civakê, takekesekî bisinc û xwedî raman ava  dibe.

Di encamê da mirov dikare vê dawerivîne ku takekes bi van her du rolan dikare bibe endam û takekesê civakbûnê. Li  ku dibe bila bibe ev rol ya takekes e û bi vê rolê civakbûna  xwe digihîne dema ku tê da dijî û dê bibe bersiva ku civakbûnê ji nava penceqirkirinê biparêze û dûr bixe.