Akademiya Civaka Demokratîk

Gendeliya civakê û krîza nirxan

Nivîskar: Îman Mihemed Seyîd

38

 

Gendeliya civakê û krîza nirxan

Civak li ser pergalek nirxên exlaqî û civakî ku aramî û pêşkeftina wan misoger dike, ava dibe. Lê di deman de ev nirx rastî qirîzan tên, ev yek jî encama guhartinên civakî û aborî û siyasî. Ev yek jî rê dide belavkirina gendelî û hilweşandina nirxên exlaqî di nava kesan de. Sedemên vê qirîzê çinin  Neyekheviya navbera nifşan bandorek çawa li ser hevgirtin an jî hilweşandina van nirxan dike? Rola malbat û desthilatdariyê di rûbirûbûna van pirsgirêkan de çi ye

Nîşaneyên gendeliya civakê û krîza nirxan

Gendelî dikare weke komek ji kiryarên nerewa ku ji aliyê kesên di civakê de pêk tê, bi taybetî yên di deshilatê de cih digirin, bi armanca bidestxistina qazancên şexsî li ser hesabê berjewendiya giştî, tên kirin. Nîşaneyên gendeliyê wek bertîl, wergirtina diyariyên nerewa, danûstandinên siyasî yên nerewa, lîstokên di encamên hilbijartinan de, sextekarî û xapandin, danûstandinên sirî û her wekî din ji reftarên ne exlaqî.

Ji ber cihêrengiya olî û çandî di civakan de, dibe ku diyardeya gendeliyê zêde û berbelav bibe ev yek jî ji ber hişmendiya qels a raya giştî û guhnedana têr li ser bicîkirina nirxên exlaqî. Ev yek bi taybetî bandorê li ciwanan dike, ji ber nebûna rênîşandanek rast dibe sedema belavbûna reftarên gendeliyê yên ku rê li ber avakirina nifşek hişmend û pêşketî digire ku bikaribe prensîb û nirxên bingehîn ên civakê biparêze.

Newekheviya nifşan û bandora wê ya li ser nirxan

Rakêşiya navbera nifşan diyardeyeke xwezayî û rast e di hemû civakan de rû bi rû ye. Têkilî û pêwendiya di navbera nifşên cuda de dibe alîkar ku civakê bi cûrbecûr perspektîf û nêrînan dewlemend bike, ji ber ku her nifşek xwedî nîşanek taybetî û şêwazek bêhempa ya raman û biryardayînê ye. Ev yek jî vedigere cîwaziya temen,   guhertinên di lêvegerên zanyarî de, û şêwazên fikirandinê, ev yek jî rê dide ku têkilî navbera nifşan de di heman demê e  mixke ji cudabûn û lihevkirinê ye.

Ferqa di navbera nifşên berê û yên niha de

Berevajî nifşên berê yên ku xwe dispêrin rêgezên kevneşopî yên danûstabdinê, perwerdehî û kar, nifşên niha zêdetir di bin bandora pêşveçûnên teknolojîk û guhertinên civakî de ne.

Nirx û adetên civakî: Nifşên berê bi pabendbûna xwe ya bi hêz bi nirx, kevneşopî û têkiliyên civakî tên naskirin, lê nifşên niha di pejirandina nirxan de xwedan astek mezin a xweserî û nermbûnê ne, ev yek jî dibe sedema guhartina şêwayên jiyanê, lê belê ev yek rê dide veguhestina hin perensîb û nirxên sereke yên civakê.

Bandora teknolojiyê: Yek ji faktorên herî diyar ên ku dibe sedema vê cudahiyê, bikaranîna berbelav a teknolojiya nûjen û artificial intelligenc e, bitaybet di destpêka salên 2020an de, ji ber ku vê yekê bi awayekî berbiçav bandor li awayên raman, ragihandin û kar kiriye, ev yek jî rê daye ku ferq û cudahî di nava nifşan de were avakirin.

Rola malbatê di avakirina nirxan de

Malbat di çandina nirxan û hînkirina prensîbên bingehîn de rolek bingehîn dilîze. Ew yekem hawîrdor e ku zarok tê de cûdahiya di navbera rast û şaştiyan de fêr dibe, ev yek jî weke modeleke berbiçav di reftar û danûstandina bi kesan re rol dilîze.

Nirxên exlaqî: Zarok fêrî girîngiya rastbûn, durustî û rêzgirtinê dibin bi riya dîtina danûstandina dê û bavê xwe. Dema ku dê û bav tevgerên erênî nîşan bidin, zarok bixweber van nirxan digire

Çandina berpirsiyariyê: Nirxên berpirsiyariyê dikare di zarokan de bi dayîna rolên li gorî temenê wan were xurt kirin, wek mînak birêxistina pêlîstokên xwe an jî alîkariya karên malê, ku ji wan re dibe alîkar ku hestek berpirsiyarî û serbixwebûnê pêşbixin.

Nimûneya bi nirx: Zarok çavdêrên jîr in, ew ji danûstandinên dê û bavên xwe fêr dibin bêtirî ku ji perspektîvên rasterast. Ji ber vê yekê, pêwîst e dê û bav di danûstandina rojane de û li gorî nirxên exlaqî bibin nimûne.

Rola malbatê di pêşxistina şarezayên zarokan de

Malbat ji xeynî danasîna nirxan, bingeha pêşketina zarokan ji aliyê ziman, hestiyarî û herekî ve ye. Bi peydakirina hawîrdorek piştgirî ya tijî hezkirin û ewlehiyê, malbat alîkariya zarokê dike ku zarok bibe kesek têgihiştî û berpirsiyar, di heman demê de bikaribe bibe bersiv ji zehmetiyên jiyanê re û bigihêje potansiyela xwe ya gîştî.

Rola rêveberiyê di rûbirûbûna gendeliyê û bilindkirina nirxan de

Gendelî yek ji wan diyardeyên herî metirsîdar e ku gefan li civakan dixwe, yek ji diyardeyên wê yên herî berçav jî bikaranîna nebaş a desthilatêye, ev yek jî rê li ber belav bûna gendelî, îxlalkirin û diziya di nav desthilatdar û civakê de dike. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan,  dive rêveberî prensîbên yekrêzî û şefafiyetê pêş bixe, û mekanîzmayên çavdêriyê yên bi bandor ava bike, û hişmendiya exlaqî di nav kesan de zêde bike da ku hawîrdorek civakê li ser bingeha nirx û dadweriyê misoger bike.

Encam

Krîza nirxan ne tenê diyardeyek derbasbûyî ye, lê belê zehmetiyeke ku hewceya wê bi her kesî heye ji malbetê bigire û heta saziyên îdarî.

Parastina nirxan nayê wateya stagnasyon, lê tê wateya hêza kesan li ser fêrbûna bi pêşketinan re bê ku pernsîbên sereke yên civakê winda bike. Avakirina civakeke saxlem bi mezinkirina nifşan li ser exlaq û dadmendiyê, pêşxistina çanda berpirsiyariyê û têkoşîna li dijî gendeliyê dest pê dike