RAGIHANDIN Û ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPAMENIYA AZAD
Û BÊ DENGKIRINA HEQÎQETÊ
Ragihandin: Ji gel ra navgîneke gihandina agahî, nûçe û ramanan ne. Bi gelek rêyên wek rojname, televizyon, radyo, înternet û medyaya civakî ve têkildar e.
Rastîya heyî ya ku tê jiyîn, pêwîst e bi zelalî ji alîyê dezgeh û kesayetên binirx ve were pênase kirin. Ji ber ku îro li tevahîya cîhanê heqîqeta heyî bûye metirsîyeke mezin li ser desthiladaran. Em di pêvajoyeke wisa da ku tenê em dikarin bi rêya çapemenîya azad ya ku heqîqetê radixe ber çavan, bigihêjin rastîyên ku me qet ji ragihandinên navendî ve nebihîstine.
Em bi rêya kesayet û sazîyên raghandinê yên leheng dikarin, qirkirin, komkûjî û hemû xirabîyên li ser gel û netewan, bi taybet li ser gelên kurd ku hatine jiyîn û tên jiyankirin, bişopînin. Ne tenê em, lê hemû cîhan bi rêya çapemenîya azad dikarin hemû êrîşên li ser me tên meşandin nas bikin.
Eger îro rojeveke ji kurdan ra û têkoşîna azadîyê hebe, bi saya berxwedanîya gel û şehîdên qehremanin. Herwiha qirkirinên ku dewletên faşizm li ser gelan didin meşandin jî, em bi rêya çapemenîya azad dibînin. Em dibînin ku çapemenîyên dijber her tiştên girêdayî kurdan, hebûn û nasnameya gelan vedişêrin. Qirkirinên heyî, êrîşên li ser çand û ziman jî rewa didin nîşandan. Lê çapemenîya azad rastî û heqîqeta heyî, bi awayekî zelal li ber çavan radixe.
Eger ne bi saya çapemenîya azad baya, wê êrîş û binpêkirinên ku li bakur û rojhilatê Sûriyayê çêdibin, nehatiba zanîn. Lewra dema ku mirov behsa ragihandin û çapemenîya azad dike, pêwîst e mirov wan baş pênase bikî. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku ragihandin bi rêya radyo, televîzyon, kovar, rojname, internêt û ajansan ra, hizir û agahiyan ji gel ra didin belavkirin.
Ragihandin û Kaptalîzim: Di nav pergala kapîtalîzmê da nûçeyên ku ji raya giştî ra tên ragihandin, çavkanîya xwe ji çand û îdeolojiya serdest digirin. Çapemenîya ku xizmeta desthilatdarî û îdeolojiya wê dike. Nakokîyên di nav çînan da vedişêre û bala raya giştî bi mijarên wek jiyana rojane, kêf û şahî, moda û danûstandinên din ve girê dide. bala wan ji pirsgirêkên bingehîn ên civakê dûr dixe.
Ji bo desthilatdarîyên heyî qada çapemenî an ragihandinê qada belavkirina îdeolojiya wan e. Bi vê qadê desthilatdarî hewl dide ku kiryarên xwe di nav raya giştî da bidin pejrandin.
Rojnamavanî: Jixwe rojnamevan ne bi awayeke hêsan dibe rojnamevan. Bi kedeke mezin û berdewamîya bi salan heta ku pêş dikevin. Mîrateyeke bi dehên salan heye. Îcar rojnamevanîya kurd hîn jî zahmetir e. Yê ku rojnamevanên kurd digihîne vê astê ne tenê pîşeya wî ye, herwiha mîrateyeke ku bi xwîn û xweydanê hatiye avakirin. Lewma nirxên wî zêdetir e di nava civaka kurd de.
Ji xwe em baş dizanin ku endamên çapemenîya azad wê têkoşîna xwe her berdewam bikin, hertim wê layiqê nirxên xwe bin, her tim wê ji bo welatekî azad û aram têkoşîna xwe berdewam bikin. Lê ji bo ku ev têkoşîn û berxwedan watedar be, pêdivî pê heye ku her kes di vê çarçoveyê da tevbigere.
Îro ne ji çapemenîya azad ba, wê kurd di nav îdeolojiya dagirkerên Kurdistanê da bihatana pişaftin. Çapemenîya azad ku bingeha xwe ji berjewendîyên civakê digire, hem zimanê ku bi kar tîne hem jî mijarên ku digire dest ji çapemeniya alîgir cihê dibe. Lê ev ragihadin di heman demê de ji bo dewletên desthiladar metirsiyek mezin e. Ji ber ku çapemeniya azad li dijî îdeolojiya desthilatdarîyê ye. Dengê xwe ji bo berjewendîyên civakê bilind dike. Her roj bi hewldanên deshilatê yên tunekirinê ra rû bi rû dimîne.
Di destpêka şoreşa Rojavayê da, gelek şehîd û têkoşeran ji bo mîrateya vê şoreşê canê xwe feda kirin. Her wiha ji bo ku ev şoreş roj bi roj mezin bibe gelek sazî û dezgeh hatin ava kirin. Yek ji van sazîyên ku ji bo rastîya vê şoreşê û qirêjahîya dijmin derxîne holê dezgehên çapemenîya azad bûn. Dewleta Tirk jî ji bo dengê rastîyê bikûje her dem rojnemevanan dike armanc. Tevî ku di nav tevahîya zagonên mafên mirovan da kuştina rojnamevanan sûcekî li dijî mirovahîyê ye. Ji ber ku rojnamevan cihekî herî sereke di civakê da digrin. Lê dewleta Tirk a dagirker her tiştî ji bo xwe rewa dibîne û rojane sivîl û rojnemavanan armanc digire. Mînaka vê jî rojnamavanên wek Gulistan, Hîro, Nûjiyan, Denîz, Dilîşan û Rizgar, îro jî hevrê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Efrîn armanc girtin.
Nazim û Cîhan, weke du rojnamegerên ciwan hîn di salên destpêkê yê şoreşa Rojava da, ji bakurê kurdistanê berê xwe dabûn Rojava. Xwestin ku têkoşîn û berxwedanîya di şoreşa Rojava ya li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji raya giştî ra ragihînin. Li kuderê şer û êrîş hebe, li wir Nazim û Cîhan dibûn dengê heqîqetê. Li Kobanê, Efrîn, Eyin Îsa, Girê Spî û Serê Kaniyê bûn. Herî dawî jî ji 8’ê Kanûna 2024 an da li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê bûn.
Li wê derê bûn armanca êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker. Di her şerekî da li kêleka şervanan bi kamîra û pêşkêşvanîya xwe disekinîn. Bûn deng û rengên heqîqetê, bûn deng û rengên ragihandina azad. Şehadeta wan bandoreke mezin li ser tevahîya hevalan kir. Helbet tevahîya gelên kurd ev êş hîs kirin û têkoşîna wan ji xwe ra kirin armanc. Lê hêvîya me ew e ku rêhevalên me di zindîbûna xwe da jî bi heman qîmetî bin, ji bo kareke baş bikin rê li ber wan vekirî be. Da ku em karibin bêjin heqîqet armanca têkoşîna me ya ku şehîdên me xwestin eşkere bikin û ragihînin.