Akademiya Civaka Demokratîk

Jin û Qanûn_Arîn Mihemed

145

Jin û Qanûn

Di kûrahîya dîrokê da jin û qanûn:

Di her gotarekê da berî her tiştî ez pênaseya mijarê didim. Lê li gorî nerîna min tiştên pîroz nayên pênase kirin. Jin jî yek ji tiştên herî pîroz e ku tu mirov nikare wê pênase bike. Tevî ku jin di dîrokê da diyardeya ku herî zêde li ser tê axaftin, nîvisandin û nîqaşkirin. Ti felsefe, zanist, mîtolojî, pêlên fikirî, ol, pêximeber, serok û feylesofên ku nerîn li ser jinê nedane tune ne.  Lê dîsa jî ne dîroka koletîya jinê, ne jî dîroka azadîya jinê hatîye nîvisandin. Jin dîroka xwe ji civaka xwezayî digire. Li gorî tê gotin çandeke xwedawendîyê hatîye jiyan. Dayîka xwedawend li derdora xwe civakbûn pêş xistîye. Hemû kar û barên civaka wê demê jî li ser milên daîykê bû. Bi karên aborî, xwedîkirina zarokan, bijîjikî û heta bi çandinîyê jî radibû.  Di navbera salên 10 heya 4 hezar sal b.z da, civaka xwezayî di pêşketina çanda Aryan da ku jin pêşengîya wê dikir sazîbûnekê pêş dixe. Di vê sedemê da amûrên jiyan û teknîkê pêş dikevin. Lê mixabin bi pêşketina çanda bavksalarî ra hemû mafên jinê wida dibin. Êdî ew dayîk an jî jina ku civak avakirîye dibe koleya mêr. Bi avabûna dewlet û desthilatdarîyê ra, piştî ku qanûn bi awayekî fermî mafên taybet diyar dike, jin ji mafên xwe bê par dibîne. Li gelek welatan jî di rêya olê da jinê bê maf dihêlin, an jî mafên wê ji yê zilam kêmtirin, tenê ji ber jin e. Nimûneya wê jî mafên mîrasê ye. di mîrasê da para zilam ji ya jinê zêdetir e, tenê ji ber ku jin e. Ne tenê di vir da, jin ji mafên xwe yên siyasî jî bê par dibîne.   Li hin dewletan ne ji mafê jinê ye ku dengê xwe di hilbijartinan da bide. Ne ji mafên wê ye jî cihê xwe di cihên siyasî bigire. Bi demê ra li gelek dewletan û piştî têkoşîneke dirêj li dijî desthilatdarîyê. Di destûr û hevpeymanên bingehîn da jin hin mafên xwe bi dest dixe. Lê ta roja îro da jî li gelek dewletan bi çavekî kêm li jinê tê nerîn.

Danezana gerdûnî ya mafên jinê û welatbûnê:

Îro di her civakekê da rêzikên nivîskî û nenivîsandî hene. Ev rêgez jîyana mirov bi temamî bi rêxistin dike. Ji ber ku mafên jinê bin pê dibe, danazîna gerdûnî ya mafên jinê û welatbûnê di sala 1791 ji alîyê nivîskara firensî Olympe de Gouges ve hatîye nîvisandin. Ev danazîn weke bersiveke li ser danaza gerdûnî ya mafên mirova bû ku tê da behsa mafên jinê nehatibû kirin. Olyempe di vê danazanê da banga wekhevîya di navbera herdu zayndan da, mafên jinê ji alî siyasî û civakî kir. Ev yek dibe bingeh li seranserî cîhanê ji bo misogorkirina mafên jinê di jiyaneke wekhev da.

Şoreşa jinê li bakur û rojhilatê Sûryayê:

Li Sûriyayê wekî hemû dewletan jin ji mafên xwe bê par bû. Rojane jin radstî destdirêjî, bêmafî, kûştin û gelek tewanên din tê. Heta gihştibû wê astê ku jin dema ji ber mijarên namûsê bê kûştin normal e. Tevî ku mafê jiyanê mafê herî pîroz e, lê dema mijar dibû jin ev maf li ber çavan nedihat girtin. Ne tenê kûjerê wê ev yek normal didît, li di çavên hemî civakê da normal e. Hem jî bi kûjerî şanaz in. Ne tenê ev, mafên jinê di warên siyasî da jî nebûn. Weke kesek kêm û hov li jinê dihat nerîn. Piştî şoreşê, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyayê mafên jinê misoger dibin. Fikirê Jin Jiyan Azadî bingeh tê girtin. Di navbera herdu zayendan in wekhevî û hevbeşî xwe dide pêş. Sîstema hevserokatîyê di hemû sazîayn da ava dibe. Di alîyên leşkerî, siyasî, civakî û hwd da cihê xwe li kêleka zilam digire. Dihêje wê astê ku gundek bi taybet ji bo jinê ava bibe. Ev yek jî bi awayekî yekeser misoger dibe piştî raghandina Hepeymana Civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyayê. Da ku em hîn bêhtir azadîyên jinê di vê hevpeymanê da nas bikin, pêwîst e em hin bendên wê şîrov bikin. Ji bo pirsgirêka jinê çareser bike, ji xwe çareserkirina pirsgirêka jinê, çareserkirina pirsgirêka civakî ye. Loma pir zelal di madeyên vê hevpeymanê da dîyar dike ku “Maf û azadîya jinê û wekhevîya di navbera herdu zayendan da misoger e. Jin di nava malbateka demokratîk ya xwe dispêre hevjîyana azad  xwedî îradeya xwe ya azad e”. Bi van bendan maf û azadîya jinan misoger dike, wekhevîya zayendî li ser bingehê hevijîyaneka azad misoger dike. Jina azad civakeka azad dide pêş. Ji ber ku jin ne tenê nîvê civakê ye, lê sazkera civakê ye jî. Ji bo em civakeke rast, azad û wekhev ava bikin. Divê berî her tiştî em maf û azadîyên jinê misoger bikin.