Akademiya Civaka Demokratîk

8″Ê Adarê Li Hemû Jinên Cîhanê Pîrozbe _ Zelal Mehmûd

138

Jin: ruhê afirîneriyê û stûna civaka azad.

Axaftina li ser cejna jinan divê ne tenê li ser rola wê ya kevneşopî ku bi anîna zarokan, xwedîkirin wan û baldariya bi malbatê ve bimîne, lê belê divê ku bibe derfetek ji dûbarekirina tekezkirina li ser ku jin hêzeke afrînere, û ji demên kevnar û ta roja me ya îro ku ew hişekî hizirmend, û ruhekî afrînere. Jin tu carî nebûye ku girêdayî mêr be yan jî beşeke biçûk ji civakê be, lê belê her dem ew bûye afrîneriya şarestaniyê, avakera pêşerojê û tevgeriya dîrokê ye.

Jin di buherîna dîrokê de: ji bêrolkirinê an jî tunekirinê ber bi rêbertiyê.

Di hemû serdeman de jinan di avakirina civakan de roleke girîng lîstine, çi rêveber(hakim) ba, çi şervan, çi helbestvan, çi jî zanyar ba. Tevî hewildanên bêrolkirin û biçûkkirina jinan û bendên ku li ser wan hatin ferz kirin, jin ji bo avakirin û afrîneriyê her berdewam kiriye û ranewestiyaye. Ew beşdarî avakirina civakan di aliyê siyasî, aborî û çandî de bûye. Îro jî jin vê mîrateyê didomînin, îsbat dike ku ew ne tenê dikare berpirsiyartiyê bigire lê belê ew pêwîste ji bo pêkanîna hevsengî û pêşketinê.

Jinên Kurd û Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: modela azadî û afirîneriyê ye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên kurd û ereb nimûneyeke rast a jina azad a ku her dem li azadiya xwe digere, temsîl dikin. Jin êdî nema tenê biryaran werdigire, lê belê ew bûye pêşeng, şervan, siyasetmedar û xwedîkirina civakê bi giştî ne tenê xwedîkirina zarokan digire ser mile xwe.

Li hemberî rewşên şer û pevçûnan jinên kurd û ereb di cihê temaşevaniyê de rawestiyayî nemane, lê belê têkoşîna azadî û rûmetê meşandine. Ew di qadên şer de, di warê siyasetê de, di dibistan û nexweşxaneyan de, di rojnamegerî û raghandinê de bûn û cih digirtin, û di her qadên ku hêza guherînê pêwîst dike. Bi rêya meclîsên jinan û rêveberiya xweser jinan karîbûn mafê xwe yê biryargirtinê bi dest bixin û beşdarî avakirina pêşerojeke hevbeş bibin.

 

Jin ne tenê nîvê civakê ye, lê belê ew çêkera an jî avakera hemû civakê ye jî.

Ne bese ku mirov bêje “jin nîvê civakê ye” lê divê em zanibin ku ew in yên ku hemû civakê diafirînin. Ew nirxan çêdike, ramanê belav dike, aboriyê bi rê ve dibe û rêbertiya an jî pêşengtiya guherînê dike. Civakên ku derfetên berfireh û tam ji bo afrînerî û pêşengiyê dide jinan ew civakên ku di avakirina pêşerojeke dewlemend û hevseng de bi ser dikevin.

 

Ber bi civakeke ku jinê weke miroveke afrîner dinirxîne.

Ji bo ku em edaleta civakî ya rast pêk bînin, divê em ji nêrîna kevneşopî ya ku rola jinê tenê di anîna zarokan û xwedîkirina wan de dorpêç dike rizgar bibin, ev rolên wê beşeke ji jiyanê ye lê ne cewhera hebûna jinê ye. Divê em jinê weke hevpara avakirina şaristaniyê, afrînera ramanên nûjen, û di aborî, siyaset, çand û hunerê de çalak e bibînin.

Di cejina jinê de em ne tenê hebûna wê pîroz dikin, lê em têkoşîna wê, afrîneriya wê û beşdarbûna wê ya rast ji bo guherîna cîhanê jî pîroz dikin.