Yekîtîya Netewî-KCK yan Yekîtîya Partîyan
AZAD ARARAT
Yekîtîya Netewî-KCK yan Yekîtîya Partîyan
Yekîtîya Netewî yan Yekîtîya Partîyan?
Hîn rastî û teşe hene bingehê xwe dîrokî ne. Wekî ku di gerdûn û xwezayê da her heyînek xwedî pergal e, di heman demê da civak jî xwedî pergalan e. Pergalên sereke hene, pergalên navîn hene û pergalên jêr jî hene. Ev pergal di nav hev da û di zik hev da ne. Ev rastîyeka gerdûnê, xweza û civakan e. Dema bajar, di bajar da çîna serdest û rêvebir ava bû, rewşa civakan guherî.
Yê ku herî zêde tê zanîn û bi lêkolîn û belgeyan heta astekê aşkera dibe; rastîyên serdema Sumeran in. Ev jî diçe heta pênc hezar sal berîya niha. Di wê demê da pergalên xwezayî guherîn û pergal bûn yên çîna serdest û rêvebir û dîndaran. Ji wê serdemê heta niha gel û serdest li hember hevûdu di nav têkoşînê da ne. Dem, cih-mekan û rengê pergalan hatîye guhertin lê nakokîya bindestan li gel serdestan neguherîye. Ev jî dibe sersebeb ku şerên çekdarî, rêxistinî û sîyasî werin kirin. Ev rengên şeran jî di encamê da ruxandinan bi xwe ra tîne. Heta ev nakokî hebin, bindest her dê li ber xwe bidin. Serdest jî her dê li ber xwe bidin ku ji serdestîyê nekevin.
Sedsala Bîstan
Di sedsala 19 û 20an da Cîhan ser û bin bû. Lêgerîn gelekî zêde bûn. Serdestan li rêkên temen dirêjkirinê digerîyan. Bindest jî dixwestin êdî bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Dema em gihan ber bi dawîya sedsala 20an ve dîsa Cîhan kete nava alozîyan. Ev alozî bi rengên cur bi cur dewam dikin. Ji vê ra şerê cîhanê yê sêyem jî tê gotin û şerekî ne yê çend salan e. Şerekî yê dehan salan e. Lêgerîn hene. Hem pergala serdest ya sermayedar, hem jî gel, komik, rêxistinên bindestan di lêgerîna pergalekî da ne ku dixwazin pê xwe azad bikin û azad, demokratîk, wekhev bijîn. Çand, aborî, perwerde, tenduristî di serî da; di gelek waran da dixwazin bibin yên xwe û wekî ku dixwazin bijîn. Di vê mijarê da ez dê berê xwe bidim Rêber Evdellah Ocalan û PKKê.
Pêşketina pergala KCKê
Berîya her tiştî Rêber Evdellah Ocalan û partîya ku damezirandî PKK, ji bo gelê kurd şansekî mezin e. Di heman demê da ji bo gelên Rojhilata Navînî û cîhanê jî şansekî mezin e. Lewra lazime qîmeta van baş were zanîn. Lêgerînên Rêber Evdellah Ocalan timî ne. Dema ku salên 1990an Cîhan kete li nav alozîyên zihnî, bîrdozî, pergalî û sîyasî Rêber Evdellah Ocalan jî kete nav lêgerînan. Dixwest guhertin û veguhertinên bingehîn çêke. Dema ku komplo bi pêş ket û Rêber Evdellah Ocalan dîl hat girtin, lêgerîn jî gihaştin lutkeyê. Di encamê da hizira Modernîteya Demokratîk bi pêş ket. Wekî pergal jî pergaleka civakî saz bû. Navê wê jî ji bo kurdan KCK ye. KCK pergaleka civakî û gelêrî ye. Jêdera wê dîroka Rojhilata Navînî û gelên kevnar yên Rojhilata Navîn in. Li dijî pergala dewletdar e. Hemû gelan di nava xwe da dihewîne. Diruşmeya xwe jî xwîşk û biratîya gelan e. Avakirina Modernîteya Demokratîk dike armanc. Di serî da gelê kurd, ji bo hemû gelên herêmê vê pergalê baştir û çêtir dibîne.
Di milê yekîtîya netewî da gavine hatine avêtin û girîng in. Xwedî wateyekî dîrokî ne ev gav. Ji vana yekem: hevaltîya Rêber Evdellah Ocalan li gel Hesen Bîndal e ku di gund da zarokê êla dijber e. Gava duyem jî di dema avakirina komê da li gel şoreşgerên girêdayî gelên cuda ne yekîtî avakirin e. Bi vî awayî Rêber Evdellah Ocalan di serî da di kesayeta xwe da yekîtîya netewî ava kiriye. Bi gelên din ra jî yekîtî ava kirîye û xwîşk û biratîya gelan di kesayeta xwe da bi pêş xistîye. Her ku diçe ev her du taybetmendî bûn taybetmendîyên PKKê. Bûn taybetmendîyên Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd. Ev yekîtîya netewî ne yekîtîyeka serdestên kurdan e. Yekîtîya gelê kurd e. Xayin, noker û serdestên kurdan di nava xwe da nahewîne. Berovajî li dîjî wan têdikoşe. Yekîtîya bi gelên din ra jî yekîtîyeka bi vî awayî ye. Yekîtîya gelan e. Yekîtîya kom, komik, rêxistin, partîyên gelan, rewşenbîr û kesayetên civakî û derbasdar e. Ev du yekîtî jî heta astekî baş hatine bi pêş xistin. Ji bo gelê kurd û tevahî mirovahîyê serbilindîya herî mezin ev e.
KKC teşeyê yekîtîya gelê kurd e. Pergala wan e. Sîwana jorîn ya gelek pergalan e. Pergal li ser hemû pergalan e. Noker, xayin, çîna serdest ku mîna maşikê ye di destê dagirker û hêzên sermayedar da, nikarin di vê pergalê da cih bigirin. Lewra jî nikarin di yekîtîya netewî da hebin û ristekî bigirin li ser milê xwe.
Yekîtîya partîyan tiştekî din e. Berîya her tiştî partî çi ye? Divê çawa be? Baş nayê zanîn. Lewra jî yekîtîya partîyan wekî yekîtîya gel tê bilêvkirin ku ev ji binî ve şaş e. Di Kurdistanê da jî yekîtîyên partîyan heta astekê hene. Bandora xwe li ser yekîtîya gel jî dike û baş e. Partîyên ku nayên yekîtîya partîyan jî dîyar in. Di Kurdistanê da partîyek tenê maye ku neketîye li nav rêza yekîtîyê. Ev partî jî di du bajarên kurdan da heye. Heke dorhêleka demokratîk hebe, hilbijartineka demokratîk çêbe, pir baş tê zanîn ku ev partî ji sedî 10-15 zêdetir dengan nayîne. Vê partîyê bi darê zorê desthilatî bi dest xistîye. Bi darê zorê jî dimeşîne. Ev partî bi piştgirîya dewletên dagirker li ser pîyan dimîne. Ev partî bi piştgirîya dewletên zirhêz yên dinyayê li ser kar dimîne. Peyayê van hêzan e û êdî têkilîya xwe yekcarî bi Kurdistanê û gelê kurd ra nemaye. Taybet ev du salên dawî ew rewş ji alîyê her kesî ve pir baş hat dîtin. Bi belge, bi wêne û bi dîmen. Lewra lazime li hember partîyeka wisa, xayin û nokeran têkoşîn were dayîn, ne ku bang were kirin û hewl were dayîn ku bi vê partîyê ra yekîtîya netewî ava bibe. Ev partî hin deverên welat û derveyî welat jî bi awayekî komikî xwe birêxistîye. Ev rêxistinên xwe yên derveyî her du bajaran, li welat û derve wekî nivîsgehên rêxistinên sîxur-îstîxbarata dewletan kar dikin. Lewra hişyarî û li hember sekinandineka cidî lazime.
Beşekî mezin yê gelê kurd gihaye astekê ku êdî xayin, noker û hevkarên dagirker û zirhêzan dinasin. Beşekî hindik maye ku hîna li ser rastîyan serwext nîne. Lêbelê di nava me kurdan da pirsgirêkeka cidî heye. Lazime em hûr bikolin ku ka ew lewazîya me çi ye.
Xayin û Xiyanet
Di dîroka gelan da, di hemû civakan da ji xayinan ra tê gotin: “Xayin”! Xayin piştî ku aşkera bû, li ser singê wî tawanê ku kirîye tê nivîsandin. Cezayê ku jê ra hatîye birîn tê nivîsandin. Paşê jî cezayê wî tê birîn. Ev jî piranî di dema şoreşan da ji alîyê gel ve tê kirin. Lê di nav kurdan da xiyanet; rêxistinkirî û xwedî derfetên mezin e. Di heman demê da di beşekî Kurdistanê da desthilat e. Gelê kurd bixwaze xiyanetê ceza bike jî ji alîyê dewletên dagirker û zirhêzên cîhanî ve tê parastin. Li ser lingan tê hiştin. Lazime gelê kurd ji vê ra çareyekî bibîne. Nexwe xiyanet dê ji dewletên dagirker zêdetir li pêşîya azadîya gelê kurd bibe asteng.
Sûdên Pergala KCKê Gelek In
Di encamê da ev derdikeve holê ku: KCK pergala kurdan e. KCK yekîtîya kurdan e. Hêzên xwe yên netewî yên parastinê heye. Sîyaseta xwe ya yekîtîyê heye. Aborîya xwe heye. Sindoqa xwe ya diravî ji bo netewa kurd heye. Pergala xwe ya perwerdeyê heye. Dîplomasîya xwe ji bo navxweyî û ji bo derve heye. Partî, rêsixtin û tevgerên xwe yên jinê, ciwanan û hawirdorê heye. Tevgera çand û hunerê heye. Ragihadina xwe ya netewî ya berfereh heye. Ji alîyê pergalî ve temam e. Ne zêde be ne kêm e.
Pergala KCKê pergaleka fereh e. Wekî dewletan xwe di nav sînorên netewî da nafetisîne. Hem li welat hem jî derveyî welat xwe ava dike. Li ku dera cîhanê kurdekî welatparêz, demokrat hebe li wir pergala KCKê jî heye. Lewra her kurdekî dilsozê netewa xwe û mirovhez e, xwezayî û jixweber hemwelatîyê KCKê ye.
KCK yekîtîya kurdan e. Heye û li ser zemîn e. Li welat û derveyî welat yekîtîya kurdan bingeh digire. Hemû gel, bawerî, kom û kesayetan di nava xwe da dihewîne. Tê pejirandin. Rojbiroj pêş dikeve. Lewra dijminê xwe hene û li her derî ne. Hem ji nav kurdan hem jî ji derve ve jî êrîş li ser heye. Ev jî nîşaneya rastbûna wê ye. Yekîtîya netewî rastîyeka me ye. Yekîtîya partîyan heta astekî heye. Ya girîng ev e: Em qalibên hişk-dogmatîk bişkînin. Em xwe bigihînin hişmendîya Modernîteya Demokratîk. Kar bikin ji bo tekûzkirina pergala KCKê. Bi vî awayî paşeroj dibe ya me kurdan û hemû gelan.