Akademiya Civaka Demokratîk

Koletîya nûjen – ÎVAN ŞÊXO

ÎVAN ŞÊXO

144

Koletîya nûjen 

 

   ÎVAN ŞÊXO

Ji destpêka dîroka nivîskî û bi vir ve koletî bûye parçeyek ji  mîna  çanda mirovahîyê. Sîstema koletîyê  dibe pir asayî û tevlî  xwezayî  jî dibe , di nav tevna civakî da hatiye çandin, weke parçeyekî yekpare yê hiyerarşîya (desthilata qeşeyan) xwezayê.

Ya ku bi guman e, bawerîya gelek ji me ye; ew koletî nemaye û mizgînîya vê guherînê didin Weke mînak li ser şiyana nijada mirovî ya ku di rêyên pêşketina exlaqî da bi pêş ve biçe,  Lê  heger em ji nêz ve li pêvajoya jîyanê binêrin, emê bikevin wê ferqê ku ew bi dawî nebûye, lê şikilê (dirûv) xwe guherandîye, ev yek dibe sedem ku em di awayê jîyana xwe da bêtir bişopînin û pêwîst dike ku em li ser van encamên ku em gihiştinê da  bisekinin.

Em dikarin koletîya nû weke rewşa îstîsmarê- bikaranînê ((استغلال  ya ku li ser mirov ferz dibe, nikare red bike an jî bihêle ji ber: gef, zext, tundî û zorê û yên bazirganîya mirovan, îstîsmara zayendî,  bi karanîna zarokan, zewaca bi darê zorê, di heman demê da  ferzkirina zimanekî çandî, hemû şêweyên koletîya modern in.

Îro cîhan di nava koletîyeka cuda û tevlihev  da dijî ,ji ber wilo tê xuyakirin ku ew li ser rûyê erdê azad e, lê di rastîyê da cîhan di nava koletîyeka veşartî da dijî. Girêdayî medya ,  aborî û serdestên herêmî û cîhanî ne. cîhan di bin  bandora globalbûnê û koletîya wê ya metersîdar dijî.

Gelo em têgihiştine ku koletî pirsgirêkeka ku divê çareser bibe? Ku em li  Koletîyê di demên berê da binêrin emê bibînin ku heya astekê hatibû qebûlkirin di civakê da , lê  roja me ya îro, raste koletî bi rengê berê  nayê qebûlkirin (kilasîk) lê rengê koletîya nûjen tê qebûlkirin dibin berjewendîyên çînîtî, aborî ,siyasî  û di nav da ol jî heya astekê.

Divê em dev ji quretîyê berdin û qebûl bikin, ji ber em nikarin bibêjin ku di civaka me da nîne. Gelo em Karin bêjin ku ev cure tunene! ( koletîya pere, koletîya deyn, keda bi darê zorê, koletîya xizmtîyê, îstîsmara zayendî ya jinan, bazirganîya mirovan, koletîya zarokan, zewaca zû (bi temenê biçûk) û bi darê zorê.

Divê em dev ji bihaneya berdin û bi kûrahî li ser cureyên koletîya nûjen bifikirin, ji ber ku bûye sedemê korbûna mêjîyê me. felaketa (karesat- bêtar- bobelat) mezin  jî di vir da ye ji ber  hîn jî gelek  ji me nizanin ku di bin bandora koletîya nûjen da ne. ji ber wilo em vê gotinê  ji wan ra dibêjin: Xuyabûna koletîyê  bi rengekî nû, nabe  teştekî exlaqî û mirovî, ji ber li ser  tevahîya civakan zererdar û xeternak e. Ew weke marê ku çermê xwe biguhere lê her mar e û mişt jihir e.

 

Ev yek dihêle ku em bibêjin pêşveçûna teknîkî  ya ku mirovahî tevahî dibe şahidê wê ku me ber bi koletîya  nûjen ve dibe. Gelo em Karin bêjin ku Telefon û di nav da malperên tora civakî nebûye xwedîyê me! Di her tiştî da desthilatdarîya  xwe li ser me ferz kiriye.  Ev Tişt me ber bi koletîyê ve dibe, mîna kerî. Ew Tişteka ji derve sipehî û xweşik e lê ji hundir ve pir xirab û qurnaz (fêlbaz) e.

Koletî ti carî ji erdê winda nebûye, tenê çermê xwe diguherîne. Niha bi navekî xweştir derketiye,  binavê “karmend (miwezif- memûr)”. Bê gûman kar tiştekî pîroz e û yek ji sedemên ku jîyana mirovahîyê berdewam kiriye, lê ev nayê wê wateyê ku mirov weke robot kar bike. Di wê demê da dibe mîna ku kar li cem axayekî di demên berê da lê di bin navê “karmend”  ne “xulam”, lê tevî cûdahîya herdu peyvan, wate hema yek e, ne pir cûda ye ji hev. Koletîya heta demeka nêzîk ne ramanek xerîb bû, bawerîyek hevpar heye ku tenê cûdahîya di navbera xebata meaş û xebata koletîyê da ew e ku karê meaş demkî ye lê karê koletîyê daîmî(demdirêjî) ye. Ji ber vê yekê ev pirs li vir xwe ferz dike, ku ev e: Hûn dixebitin ku bijîn an hûn dijîn ji bo bi xebitin? Tu karê xwe tercîh (dibijêrî)dikî yan jî jîyana xwe?… Ya rast ev e ku piranîya mirovan bi zanebûn an jî bi nezanî hewl nadin bersiva vê pirsê bidin. Ji bo debara jîyana xwe, an jî hatiye çandin di mêjî da ku çare ji bilî (ji xeynî) wilo tune ye. karker ne tenê hêza xwe ya kedê difiroşe, lê di mezadekê da jî difiroşe.  piranîya me gelek ji dem, hewldan, bextewarîyê fêde dikin, ji bo çi ? ji bo peran. Em çiqasî zêde bixebitin, daxwazên me ewqas jî zêde dibin, ji ber vê yekê em bêtir dixebitin û dikevin labîrenteka (gelemşe) bêdawî. Fîlozofê Nietzsche rast digot: Yê ku ne xwedîyê du-sê  rojên xwe ye, kole ye. ji ber wilo ez gihaştime vê bawerîyê ku  hezkirina pereyan hiştîye ku em jîyana xwe, hevaltîya xwe, welatparêzîya xwe  bikujin, heya asta ku ew destê ku siberojê alîkarîyê bide me, em wî êvarî bi kujin  ji bo berjewendîyên madî, mixabin!!! .

Bi vî awayî dîyar dibe ku mirovahîyê hîn jî nikare rûpela koletîya reş heta hetayê bizivirîne, xirabîyên koletîyê bi tevahî ne avêtîye pişt xwe û ne karîye xwe ji bandorên  neyînî ên girêdayî wê xwe rizgar bike. Ewqasî xapînok e ku dikarin me ber bi tevlihevîyê ve bibin ji bo ku em  nizanibin ku em li ser rêya koletîya nû ve diçin. Ji ber vê yekê her hewldana rizgarî û rizgarîyê heta ku nêzîkatîyek ne li ser bingehê têgihiştin û têgihîştina sedemên derketina koletîyê bi ser nakeve, pêdivî bi lêkolîneka kûr a dîyardeyê ji hemû alîyên wê yên : xwecihî, dîrokî, hiqûqî, rewşenbîrî, çandî, siyasî, civakî, aborî, olî.

Bi kurtasî, koletîya nûjen  weke pirsgirêkek  heye, ku gelek şikil û wêneyan di xwe da dihewîne, ji bo kêmkirina çarçoveya wê û bidawîkirina berdewamîya wê, ji me ra pêwîst e ku em pir bixebitin. Lêbelê, ev nayê wateya paşguhkirina vê rastîyê ku ew pirsgirêkek ku pêdivîya wê bi hevkêşîyek nerm, pir-alî were derman kirin. Ew bi têgihîştina hebûna xwe û alîyên wê yên cihêreng dest pê dike. Divê li ser kontrolkirina wê (koletî) di warê siyasî, civakî û yasayî , kar were kirin ji du alîyan ve: him ji alîyê têghiştin û him jî alîyê mifredatan ve. tekezî li ser pêwîstîya bihêzkirina hevkarîya cîhanî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ku bûye weke gorê har ku her tişt daye ber xwe.

Em ji vir vê pê dihesin ku her pêşketina civakê mezinahîya xwe bi sekna li ser rêya azadîyê, redkirina koletîyê bi her şêweyî û bi berxwedanîya li hember paşverûtîyê nîşan dide da ku rê li ber paşerojeka ku her kes tê da ji pêşketin û bextewarîyê sûd wergire. Ji ber vê yekê, her hewldanek ku ber bi rizgarî û rizgarîyê ve biçe,  bi ser nakeve, heya ku mifredata koletîyê li ser bingehê têgihîştin û têgihîştina sedemên derketina rejîmên desthiladarîyê û nasikirina çawanîya endamên civakê ku bi xwe bûne damezrînerên vê sîstemê, weke qebûlkirina bi nezanî û nepejirandina  ramanê azad.