Akademiya Civaka Demokratîk

Li Îranê, Netewa Demokratîk – Kawyan Kamdin

Kawyan Kamdin

342

Li Îranê, Netewa Demokratîk

Van rojan, civaka Îranê li hember sîstema desthilatdarîya rejîma kevnar a hezar salan wek volkanekê teqîya û rejîm hîn jî nikare agirê vê raperînê vemirîne. Bê guman Raperîna gelên Îranî, di encama zext û zordestîya pergala 80 Salî da derket ortê û di pişt van raperînan da dîrokek dirêj razaye. Hemû cîhan ji vê raperînê bandor bûn û karvedanên cur bi cur derketin  ortê. Lê ya misoger ew e ku jin xwedî roleka navendî ye di vê mijarê da û pêdivî heye ji alîyên civaknasîyê ve bê lêkolînkirin.

Koka pirsgirêkên gelên Îranê çi ne? Pirsgirêka netewên li Îranê jîyan dikin çi ye? Bê guman her kes di van mijaran da xwedî nêrînek cuda ye û van demên dawî gelek nêrîn derdikevin.

Kesên ku li ser mijarê serwext in, dizanin ku Îran dilê Rojhilata Navîn e. Mirov nikare Rojhilata Navîn bê gelên Îranî xeyal bike, ji ber ku Îran wek navend û hafîzeya civaka dîrokî ya Rojhilata Navîn tê zanîn. Ji alîyê civakî, çandî û dîrokî ve, her tim muhra xwe li guhartin û veguhartinên Rojhilata Navîn da ye. Mirov dikare bêje, civak û çandek xweser e. Xweserîya vê çand û civakê otantîk û orjinal e û bi serê xwe, nûnertîya Rojhilata Navîn dike.

Her çiqasî civaka dîrokî û pergala dewlet û desthilatdarîyê her tim bi hev ra di nava tekilîyek diyalektîk da pêş dikevin jî, lê bi esasê xwe pirsgirêkên gelên Îranî di salên 1920ê û piştî damezrandina pergala Netew-Dewleta Pehlewîyan dest pê kir. Pergala Netew-Dewlet ya ku ji alîyê Îngilîzan ve li Rojhilata Navîn hat damezrandin, li Îranê koka xwe saxlem hat damezrandin. Bloka kapitalîst li hember bloka sosyalîst a sosyalîzma pêkhatî, dixwest bendaveka ewle ava bike û berjewendîyên xwe yên jeo-stratejîk di Hindistan, Rojavaya Asîya û Behra spî da garantî bike. Lewra hewce bû Îdeolojîya Nasyonalîzma Îranî bi xurtî bê damezrandin. Zemîna wî ya dîrokê ya vê Îdeolojîyê pir xurt hebûn, her wek çawa zemîna Modernîteya Demokratîk jî pir xurt bû!

Pergala Netew-Dewlet a Monarşîya Pehlewîyan, di şoreşa gelên Îranê da, di sala 1978ê da hat ruxandin, bizavên Azadîxwaz û demokratîk di ruxandina pergala pehlewîyan da, xwedî rolek stratejîk bûn, lê wek tê zanîn, ya ku karî encamên şoreşê destnîşan bike, tevgera Îslamî bû ku Ayetulah Xumeynî Rêbertîya wî dikir. Pergala layist û kopya ku li ser nirxên Şaristanîya Rojava hatibû damezrandin, nikarî bi çanda kevnar a Îranê ra xwe bike yek û helweşîya. Şoreşa 1978ê, di esas da, mizgînîya Modernîteyek Alternatîf bû, ev potansîyela wî ya çandî û civakî hebû, lê bizavên azadîxwaz hatin tasfîyekirin û carek din pergala Dewlet-Netew bi maskeya ‘‘Komara Îslamî ya Îranê’’ xwe nû kir.

Di şekil da rejîm hatibû guhartin, lê di esas da pergala Netew-Dewlet karî xwe bi maskeya nirxên Îslamî bide jîyankirin û bi guhartinên pir kêm, rejîma Komara Îslamî ya Îranê, pergala pehlewîyan domand. Şoreşa gelên Îranê hat dizîn û desteser kirin!

Bi giştî mirov dikare bêje, çanda kevnar a gelên îranî pergala Netew-Dewletê piştî 70-80 salan, bi tundî ‘‘red’’ dikin, qebûl nakin û lêgerîna wan a modernîteyek alternatîf heye.

Gelek hêzên Opozisyona îranîyan û beşek ji partîyên kurd jî bi piştgirîya DYA, Brîtanîyayê û hêzên emperyalîst diruşmeya ‘‘biruxe’’ esas digirin û armanca wan bi rastî jî  ruxandina rejîmê ye. Li şûna vê rejîmê dixwazin Dewlet-Netewek hîn nêzî berjewendîyên xwe li Îranê ava bikin. Yan jî mirov ger bêje dixwazin Dewlet-Netewa Îranê nujen bikin, wê ne şaş be.

Her kes li çareserîyê digere, nîqaşên pir germ hene. Di kolanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê da, atmosfera rasteqîn a şoreşgerî heye. Jin û keçên ciwan, bi qehremanî, di meydanan da, ji bo lêgerîna jîyanek azad, sînga xwe didin ber guleyên desthilatdaran.

Rejîm hê jî xurt e û li ser lingan e. Lê îdeolojîya fermî ya Dewlet-Netew li Îranê, hilweşîya. Îflas kir. Ji ber ku wek tê zanîn, Îran muzayîka gelan e. Civakek pirreng û pirçand e. Ji her netew, etnîk, ol û bawerîyan, di nava xwe da dihewîne. Heta niha bi senteza îdeolojîya ‘‘Ometa Îslamî’’ û ‘‘Nasyonalîzma Îranî’’ hat rêvebirin. Lê ev senteza îdeolojîk a pergala Netew-Dewletê bi raperîna gelan Îflas kir û êdî derfeta wî ya xwe nûkirinê nemaye. Dewlet heta niha bawerîyan, netewan û çanda gelan li hember hev dida şerkirin, bi diruşmeya sexte ya Anti-Emperyalizm, Anti- sîyonizm û Anti- Amerîka xwe li ser lingan digirt, lê êdî ev argumanên îdeolojîk hilweşîyan û dîyar bû ku Dewlet-Netewa Îranê perçeyeka ji pergala cîhanî ya Modernîteya Kapitalîst e! Herweha dîyar bû ku di navbera wan da nakokîyên Îdeolojîk tune ye. Nakokîya wan polîtîk-ekonomîk û jeo-steratejîk e.

Bêguman kurd, dîsa muhra xwe li raperîna Îranê dan. Dewletê xwest kurdan dîsan wek xeterek ku ewlehîya neteweyî ya Îranê tehdîd dike, nîşanî her kesî bide û nehêle gelên îranî piştgirî bidin doza azadî û demokrasîya kurdan! Lê berevajî, azerî, fars, beluç di serî da, hemû gel û bawerîyên li Îranê dijîn, bi xurtî dilsozî û piştgirîya xwe ji bo kurdan nîşan dan. Gelên Îranê fêmkirin ku dijminê hevpar yê wan, Pergala Dewlet-Netew Îran e ku xwe dispêre Modernîteya Kapîtalîst!

Zihniyet û ruhê ku di kolanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê da serwer e, zihniyet û ruhê Netewa Demokratîk e. Niha û şûnda, ji bilî zihniyeta Netewa Demokratîk ti zihniyet nikare gelên Îranê bîne gel hev, dê ya Îran wek Iraq, Sûrîye û Efxanistanê lê were, perçe bibe, an jî wê bi zihniyeta Netewa Demokratîk, şoreşa xwe tacîdar bike.

Bê guman kurd xwedî ezmûnên pir dîrokî ne. Naxwazin pişta xwe bidin pergala cîhanî, rast e ku vê rejîmê qebûl nakin li dijî wê disekinin, lê dizanin û baş serwext in ku pergala emperyalîst ya Rojavayê ji rejîma niha baştir nîne. Lewra kurd li şûna ‘‘Komara îslamîya desthilatdar’’ alîgirê avabûna ‘‘Komara Demokratîk’’ an jî ‘‘Komara Îslamî ya Demokratîk’’ in! Komar an jî îslama ku demokratîk bûye, xwe nûjen kiriye û hîn zêde nêzîkî nirxên civaka dîrokî disekine, we rê li ber demokratizebûna Rojhilata Navîn jî vebike. Lewra du bijarde li ber rejîma niha sekinîne. Yekem, serkutkirin, tepisandin û tund û tijî ye! Ya duyemîn jî demokratizebûn e!

Civakên Îranê, meyla xwe nîşan dan û bijardeya demokratizebûnê, wek nexşerê dîyar kirin. Bi xwedîderketin li şoreşa jinê, guhartinên paradîgmatîk kirin. Ev şoreşek çandî û civakî ye. Lê rejîm li ser kevneşopîyên desthilatdarîyê îsrar dike. Eger rejîm jî meyla xwe guhartinê nîşan bide û daxwazên demokratîk yê jinan, gelan û civaka dîrokî ya Îranê guhdar bike, wê li hember dijminên derve hîn xurt bibe. Lê eger li ser kevneşopîyên desthilatdarîyê îsrar bike, wê bibe Iraqa duyemîn û xwe birazîne ji bo destwerdanên derve!

Kurd alîgirê demokratizebûnê ne, alîgirê ruxandin û destwerdana derve nînin. Ev lewazî nîne, berevajî xurtbûna kurdan nîşan dide.

Astengîya herî mezin li pêşîya zihniyet û çanda Netewa Demokratîk, zihniyet, çand û îdeolojîya fermî ya Netew-Dewlet e. Rejîm van rojan pir behsa xeterîya perçebûna civaka Îranê dike. Lê ya ku civaka Îranê perçe dike, dike dijminê hev, ev îdeolojîya fermî ya dewletê bixwe ye. Bê guman partîyên klasîk yên opozisyona Îranê û gelek partîyên kurd jî, xwedî heman zihniyet, çand û îdeolojîyê ne. Dixwazin dewleta niha hilweşînin û li şûna wê, dewlet û desthilatdarîya xwe ya Netew-Dewlet ava bikin. Ev xeterîyeka herî mezin li pêşîya şoreşa gelên Îranê ye. Li Gorî paradîgmaya sedsala 20em, şoreş bi ruxandina dewletek û damezrandina dewletek din dihat pênase kirin. Lê niha dîyar bû ku ev fêmkirinek çewt e. Ev ne şoreş, ne jî guhartinek bingehîn îfade nake. Guhartinek seranser e, form diguhere lê cewher wek xwe dimîne. Şoreş bi navên sosyalîst, îslam, netew û gelek navên din, di sedsala 20em da hatin lidarxistin, lê van hemû şoreşan xizmeta nûjenkirina pergala Modernîteya Kapitalîst kirin.

Başûrê Kurdistanê, mînaka wê ya herî zindî ye. Di sala 1991ê da, li hember rejîma Baas raperîn çêbû, dewletokek (iqlîm) an ji rejîmek hat avakirin. Lê zext û zilma ku vê rejîmê li ser kurdan kir û dike, pergala dagirkeran ne kariye li ser wan bike.

Niha li Îranê, ev paradîgma hat hilweşandin û îflas kir. Êdî rejîm nikare wek berê, li ser civaka dîrokî ya Îranê serwerîya xwe bidomîne. Neçare guhartinan bike. Bijardeya tepsandin nikare rejîm ji ruxandinê xilas bike. Ya herî rast ew e ku rejîm, xwe biguhere. Di xwe da guhartinan bike. Daxwazî, gilî û gazincên civakê guhdar bike. Herweha vekirî nêzîkî bijardeya Netewa Demokratîk bibe. Zihniyeta Netewa Demokratîk ruxandin nake armanc, dixwaze navan bide guhartin û demokratîze bike. Ev ji bo rejîmê jî derfetek dîrokî ye. Herweha paradîgma Netewa Demokratîk qasî navan, zihniyet û siyasetên ku ji bo her netewê, dewletek armanc dike, napejrîne û rast nabîne. Ev zihniyet û siyaset li gorî civaka dîrokî ya Îranê nîne. Ev modela rojava û Modernîteya Kapitalîst e. Lîstoka Îngilîzan e. Lîstoka perçekirina Rojhilata Navîn e. Dixwazin nakokî û pevçunên demdirêj, wek nakokîya Îsraîl-Felestînê ava bikin, da ku bikarin berjewendîyên xwe yên polîtîk, ekonomîk û jeo-steratejîk pêk bînin. Bê guman tenê bi bijardeya Netewa Demokratîk mirov dikare pêşî li êrişên Amerîkayê û Modernîteya Kapitalîst li ser herêma Rojhilata Navîn bigire…