Akademiya Civaka Demokratîk

Di sedsala duyem ya Tirkîyê da Komara Demokratîk

Mihemedê Faruk

281

Di sedsala duyem ya Tirkîyê da Komara Demokratîk

Dîroka 21ê adara 2013ê ji dîroka damezirandina Komara Tirkîyeyê heta niha, rastî demekî dîrokî yê were cudakirin hatiye. Li gorî rastîya têkoşîna me, dibe ku cara yekem, di asta fermî da, nav li pirsgirêka kurd hat kirin. Pirsgirêk di asta fermî da hat pejirandin. Her weha bawerîya di nava gel da ya ku ev pirsgirêk dê bi rêya aştîyê were çareserkirin rastî şikandinekî hat û berpirsyarê vê yekê jî di asta yekem da hikûmeta faşîst ya AKP û MHPê ye. Pirsgirêka kurd, ne pirsgirêkekî ku tenê mafên kesî yên kurdan di wateya folklorîk da were naskirin e. Tişta ku pirsgirêkê dike pirsgirêk, berxwedana ku 99 salî ya ji bo daxwazên netewî yên kurdan di bingeha `mafên kolektîf` da, li derdora maseyekî were çareserkirin e. Rêya bingehîn ya ku ev berxwedan jê xwedî dibe, li Kurdistanê pêkanîna sîyaseta yekdestî, pişaftin û qirkirinê ye. Pêşxistin û berdewamkirina vê sîyaseta ku bi hestên nîjadperest û şovenîyê hatiye bi hêzkirin, ne sûda xwe ji vî welatî ra, ne jî ji ti partîyan ra tune ye.

Ji bo vê yekê du hêmanên wekî çavkanî werin girtin hene:

Ya yekem: Ceribandinên cîhanê yên hatine jîyankirin;

Ya duyem: Ceribandinên ku Tirkîyeyê bi xwe di nava xwe da jîyan kirine.

Weke pêwîstîya nivîsa me ji ber ku ceribandinên cîhanê divê di bin serenavekî cuda da were destgirtin, em dê zêde nekevin nava vê mijarê. Ji ber ku ceribandinên cîhanê yên hatine jîyankirin pir hatin nîqaşkirin. Carek din balkişandina li ser vê xalê, dê ji dubareyê zêdetir tiştek din nebe. Ji ber vê yekê em difikirin ku weke çavkanî girtina salên damezrandina komarê wê hîn zêdetir ji bo me rênîşander be. Bi taybetî bi şopandina şopa makeqanûna 1921 û 1924ê em dê bi kurtasî qala serpêhatîya makeqanûna Tirkîyê bikin.

Rêber Evdellah Ocalan, di nameya xwe ya 21ê adara 2013ê ya ku li Amedê hatibû xwendin da, qala meclisa avaker ya 1920î û makezagona 1921-1924ê kiribû. Em dê li ser vê yekê bisekinin û lêhûrbûnê li ser “Komara Demoktatîk“ bikin.

Serpêhatîya makezagona Tirkîyeyê

Pirsgirêka Kurd ji serhildana şêx Ubeydillah heya dîroka komarê û ji makezagona 1921ê -ku kurd di wir da dibin xwedîyê mafên otonom- heya makezagona 1924ê û roja me ya îro, di nava çerxa berxwedanê da dikare were dîtin. Di nava çerxa berxwedanê ya 29 serhildanan da, di rasteka sosyo-polîtîk, sosyo-ekonomîk, sosyo çandî da ji ber sedema hatina ser hev ya hêmanên tundîyê, pirsgirêka kurd heya roja me ya îro hat.

Makezagona 1921ê berhemê pêvajoya rizgarîya netewî ya têkoşîna netewî ye. Makezagona 1924ê makezagona yekemîn ya pêvajoya damezirandina komara Tirkîyeyê ye. Ev makezagona ku îdareya navendî ya dewletê bingeh digre, li ser otorîterbûn û modernbûnê hatiye hûnandin. Vê hûnandinê piştra di makezagonên 1961 û 1982ê da berdewam kiriye. Makezagona 1961ê piştî derbeya leşkerî ketiye merîyetê. Di alîyekê da, bi taybetî piştî sala 1953ê, li hemberî desthilatdarîya Partîya Demokrat ya ku her diçû otorîter dibû, pêşdikeve û di alîyê din da jî ji meylên ekonomî-polîtîk û sosyo polîtîk jî bandor dibe.

Makezagona 1961ê di serî da dadgeha makezagonê gelek sazîyên hevsengî û kontrolkirinê saz kirin û bi xistina merîyetê ya pergala bi du meclisan nûbûnek çêkir. Bi vê makezagona ku bi sîyaseta global ya wê demê ra lihevhatî û di heman demê da maf û azadîyên bingehîn dixe bin ewlehîyê, mirov di wê demê da dibe şahîdê demên herî bitevger û pircureyî ya sîyaseta Tirkîyeyê.

Makezagonên salên 1961 û 1982ê ji ber ku piştî destwerdanên leşkerî hatibûn çêkirin, xwedîyê çawanîya bingehîn ya avikirinê bûn. Pergala serokkomar hikûmet ku bi referandûma 16ê nîsana 2017ê hat pejirandin û 24ê hezîrana 2018ê da bi hilbijartina serokkomar û parlementeran ra ket merîyetê, ji makezagona 1924ê heya niha cara yekem di pergala rêvebirinê da guhertinê çêdike. Her weha hêza sîyasî û desthilatdarî carek din belav dike, di navendê da hîn zêdetir kom dike û çawanîyê dide rejîmê. Guhertinên makezagonê yên navborî jî wekî guhertinên ku xwedîyê çawanîya avakirina dariştî (türev) derdikevin pêş.

Serdema damezrandina Komara Tirkîyeyê (1919-1924)

Ev serdem pêvajoya damezrandina Komara Tirkîyê pêk dihîne. Piştî şerê rizgarîyê, hevpeymana Lozanê ya ku piştra hatiye îmzakirin û rakirina saltanatê, di 29ê cotmeha 1923ê da bi îlankirina Komara Tirkîyeyê ji alîyê Meclisa Gel ya Mezin (TBMM) ya Tirkîyeyê ve bi dawî dibe. Di Tirkîyeyê da pêkhatina nasnameya sîyasî berîya serdema ku bi navê “serdema rizgarîyê“ dihat binavkirin, di çarçoveya mafên xweser da dihat destgirtin. Lê bi makezagona 1924ê ra wê di şeklê feraseta înkar û tune hesibandinê da were dîtin.

Dema bingehîn ku pirsgirêka kurd derdikeve pêş, ev dem e. Bi taybetî tevî ku kurd di makezagona 1921ê da weke gelê damezrêner cihê xwe digrin jî lê piştî îlankirina Komarê, bi makezagona 1924ê ra dê ev dem bibe demek navber ya girîng ku kurd dê rastî sîyaseta pişaftina (helandin) birêk û pêk û înkarê werin.

Di runiştina 6ê adara 1923an da parlementerê Bîtlîsê Yusuf Zîya li kursîya meclisê weha dibêje: “ Hevalino ez kurdek im. Lê ez ji wan kurdan im ku şeref û bilindbûna Tirkîyeyê dixwazin. Eger kurd û tirk di nava hevkarîyê da jîyan nekin, dê ji bo herduyan jî encam tune be“3

Ev hevoka Yusuf Zîya ku me bibîr anî îro jî rastî û giranîya wê ya heyî di qada sîyasetê da berdewam e.  Girêdayî wan rojan yek ji mînakên girîng ku were dayîn jî daxûyanîya Mistefa Kemal e.

Di qonaxekî ku şerê rizgarîyê bi emelî (fîîlî) gihiştî serkeftinê da, di rojên ku dewleta wê were damezrandin dê çawa were rêxistinkirin da di hat nîqaşkirin, di çileya 1924ê da, Mistefa Kemal di civîna çapemenîyê ya li darxistibû da, nêzîkatîya xwe bi cewherî weha dinirxîne: “ Eger em bixwazin bi navê kurdîtîyê sînorekî xîz bikin, pêwîst e em kurdîtî û tirkîtîyê  tune bikin … Li şûna ku kurdîtîyek bi serê xwe em bifikirin, em dê jixwe weke pêwîstîya qanûna xwe ya Teşkilatî Esasî ye  cureyek xwesertîyan çêbikin. Her weha gelê kîjan herêmê kurd be, ew dê bi xwe xwe, bi awayekî xweser xwe bi rê ve bibin. Niha Meclisa Gel ya Mezin ya Tirkîyeyê hem ji parlementerên xwedî raye (yetki) yên kurd hem jî ji yên tirk pêk dihê û van herdu hêmanan hemû berjewendî û qedera xwe kirine yek.

Lê di rastîyê da ne daxûyanîyên Yusuf Zîya ne jî daxûyanîyên Mistefa Kemal pêk nayên. Sozên ku hatine dayîn nayên bicih anîn. Qirkirina civakî, çandî, nenaskirin, werçerxa înkarê weke nêrîna fermî ya dewletê pêş dikeve. Di adara 1924ê da, bi fermaneka fermî dibistan, rêxistin û weşanên kurdan ji alîyê hikûmetê ve tên qedexekirin. Her ku rejîma yek partî kor dibe, qada qedexeyên li hemberî zimanê kurdî berfireh dibe. Bi vê yekê ra jî asta tundîyê zêde dibe. Navên cihwarbûnên biçûk mezin yên bi kurdî bi awayek keyfî di çarçoveya polîtîkayên helandinê da tên guhertin. Navlêkirina zarokên xwe bi zimanê dayîkê ji bo kurdan tê qedexekirin; li hemberî axaftina bi zimanê dayîkê li bazar û sûkê pêkanînên cezaî hatin pêşxistin. Bêpar hiştina kurdan ji zimanê dayîka wan ku tenê wî zimanî dizanin, piranîya kurdan di qada gelemperî da mehkûmê “ker û lalbûnê“ dike.

Lê makezagona 1921ê xwedîyê naverokekî ku hemû hêz û rayeyên kiral di xwe da kom bike û îradeya gel bike xwedîyê rasteqîn yê gotinê bû. Bi taybetî piştî xala 10em û şûnda, ev xwedîgotinbûn bi avanîyekî xwe dispêre nûnertîya navendperestîya ademî dê bi hikmên îdarî were gurç û pêçkirin.

Mînak;

Di benda 10ê da; bi berçavgirtina şert û mercên erdnîgarî dê Tirkîye weke parêzgeh, navçe û bajarok were cudakirin. Ango hatiye dîyarkirin dê di parvekirina parêzgehan da cudahîya netew, ol û ziman neyê kirin.

Di benda 11em da; bi hukmê vîlayet di asta herêmî da kesayeta manewî û xweserî derbasdar e. Ji bo parêzgehan muxtarîyet tê dayîn û bi vî rengî firseta xwe birêvebirinê tê dayîna parêzgehan. Di berdewama bendê da hatiye dîyarkirin ku dê parêzgeh girêdayî zagonên ku ji alîyê meclisê ve hatine derxistin be. Her weha dê di karê derve da bi navendê ve bi temamî gêrêdayî be, lê di derbarê qadên xwe yên rêveberîyê yên weke tendurustî, perwerde, veguhestin û mijara ewlekarî da xwedî gotin be.

Di benda 12em da endamên meclisên ku di parêzgehan da werin avakirin hilbijartina wan ji alîyê gelê parêzgehê ve û çêkirina hilbijartinê du salan carekî bi benda 13em ra jî hatiye dîyarkirin ku dê meclis bi xwe xwe serokê xwe hilbijêre.

Di benda 14em da jî ji avanîya dewleta federal zêdetir ji bo sazkirina avanîyek hîn navendperest tê destnîşankirin ku parêzgarên ku ji navendê werin tayînkirin dê nûnertîya meclisê bikin û dê di pozîsyona kontrolker da be.

Di benda 15em da rêvebirîya navçeyan bi navendê ra tê girêdan,

Di navbera bendên 16em û 22em da, ji bo yekeyên rêvebirîyê yên herî biçûk bajarokan muxtarîyet ango mafê rêvebirîya xwecihî hatiye dayîn û hatiye dîyarkirin ku wê bajarok ji alîyê meclisên bajarokan yên bi hilbijartinê hatine hilbijartin ve werin rêvebirin.

Di benda 23em ya dawî da jî tê dîyarkirin ku dê ji navendê serperiştên (müfettiş) giştî werin tayînkirin û ev serperişt li qadên herêmî dê bibin mekanîzmaya kontrolkirinê ya meclisê. Ji vê yekê jî em fêm dikin ku navendê xwestiye hêza xwe ya di parêzgehan da zêde bike.

Bê ku yek ji van hukman pêk werin makezagona 1924ê tê çêkirin û pirsgirêka kurd ku dê heya roja îro were, ji nifşên paşerojê ra weke mîras hat hiştin. Her weha pirsgirêka kurd ku îro dibe mijar jî di cewherê xwe da pirsgirêka avanîyê ya Tirkîyeyê ye. Makezagona 1921ê ji ber piranîbûna vîna ku ew çêkirîye, têgiha wê ya rêveberîyên xwecihî û bi hêzkirina parlementoyê, di Tirkîyeya 2023ê da ji bo fikirîna li ser şêwazê rêvebirinê derfetekî çavkanîyê yê baş e.

Bi makezagona 1921ê ra têgîna piranî û demokrasî ku komarê ji xwe ra weke bingeh girtî, bi makezagona 1924ê ra dev jê hatiye berdan. Li şûna ku komar di sala 1924ê da bi demokrasîyê were tacîdarkirin, bi desthilatdarîya navendî û rêbazên dewleta pîroz ra dibe yek. Vê yekê jî qada manewrayê ji bo têgînên sîyasî yên rast-otorîter çêkirîye û hiştiye ku ew jî vê yekê bi pejirînin. Lê belê makezagona 1921ê ku piranîbûn û demokrasîya di xwecihî da bi sazî dibe digre nava xwe, arasteyî (raberî) civakîkirina komarê bibû.

Dîsa protokola ku hatibû îmzakirin Amasya bi rengekî ku mohra xwe li cewherê makezagona 1921ê bide di çawanîya yekemîn belgeya civakî û sîyasî ya komarê da bû. Ji vana di protokola 20-22 cotmeha 1919ê da, welat bi serenavê “xakên ku tirk û kurd lê dirûnin“ weke welatê hevpar hatiye pênasekirin.

Danezana CHPê ya bi sernavê “danezana banga sedsala 2em“ berovajîyê têgiha meclisa avaker û makezagona 1921ê ye û di çawanîya makezagona înkar-redker ya 1924ê da ye. Tirkîyeya roja me ya îro û paradîgmaya ss 21ê di sedsala duyem ya komarê da, ji bo civaka demokratîk û demokratîkbûna komarê zemînekî pir baş e. Danezana sedsala duyemîn ji bingehê pirsgirêkê dûr, li ser encaman hatiye çêkirin û bi lênêrînek nûjen hatiye amadekirin. Li ser vî bingehî pêşkêşî civakê hatiye kirin. Danezana heyî çawa ku pirsgirêkên heyî çareser nake, wê zêdetir kûr bike û dê nehêle guhertinekî avanîyê çêbibe. Ya ku divê pêkbihata helwest û belgeya rêgezî ku bikare çawanîya rejîma dewleta otorîter ya hişk-navendperest ya makezagona 1924ê çêkirî biguhere. Lewma carekedin derket holê ku CHP ji bo demokratîkbûna Tirkîyeyê, pêkanîna aştîyê di nava gelan da û sîyasetekî azadîxwaz helwestekî ji vê yekê dûr pêş dixîne. Bi têgînekî ku ji sîyaseta faşîzma AKP-MHP ra piştgirî bike ne pêkane ku komar demokratîk bibe. Şêwazê muxalefetê yê HDPê û nêzîkatîya wê ya bernamekirî di vê wateyê da bi xwesteka demokrasî û çareserîyê ve rast e rast eleqedar e. Maseyekî bê HDP, îttîfak yan jî tewareyekî muxalefetê ya bê HDP, dê bibe berdewama sîyaseta komar û gelê bê demokrasî.

Destnîşankirina sazîyek nû: Komara Demokratîk

Têgehkirina komara demokratîk cara destpêkê di dema parêznameyên îmralîyê da ji alîyê Rêberê Gelê Kurd Evdellah Ocalan ve di çarçoveya pirsgirêka kurd da hatiye ser ziman. Komara demokratîk li dijî têgîna rêvebirîyê ya komara otokratîk û olîgarşîk xwe ava dike. Li hemberî teza yekdestdar, zayendperest, helandinê, nîjadperest û şoven antî-tezekî ku sazîyek nû ya polîtîk destnîşan dike ye. Komara demokratîk weke têgehek damezrîner bê ku destwerdan li sînorên dewleta unîter bike, di bingeha hemwelatîbûna wekhev ya makezagonî û çarçoveya rêvebirîya navendperest ya ademî da avanîyên xweser digre naveroka xwe.

Bi lêvegereka dîrokî û civakî ku rexneya pêşerojê li xwe bigre, di çarçoveya rêgeza dîyar da, alî weke rêbaz  bipejirînin ku li ser maseyekî bi rêya aştîyê pirsgirêk çareser bibe; di dema duh-sibe-paşerojê da avakirina paşerojeka hevpar pêk were. Careka din sazkirina dînamîkên sîyasî yên civakê, ji bo ku komarê bikin naveroka demokrasîyê û demokrasîyê jî bikin naveroka komarê ye. Her weha bi gotin û daxwaza komara demokratîk ji nû ve xwe avakirin e.

Komar û demokrasî

Nîqaşên di derbarê komarê da berê ji têgeha demokrasîyê dûr dihatin destgirtin. Nîqaşên komara yekemîn û duyemîn ji têkilîyên hêza sîyasî careka din hat avakirin û derbazî pêvajoyekî guhertinê ku çalakvanên polîtîk li derdora wê pozîsyonek nû bigre dibe. Nîqaşên aborî, civakî û çandî yên girêdayî ji nû ve sazkirina komara yekemîn-duyemîn, di heman demê da serenavên nîqaşên herî girîng yê dîroka nêz ya Tirkîyeyê ne.

Aktorên herî girîng yên dema nêz artêş, alîyê sekuler (laîk-ne dînî), pirsgirêka herî bingehîn ya ku asta  têkilî-nakokîyên desthilata AKPê û Tevgera Azadîya Kurd dîyar dike, pirsgirêka kurd bûye. Di çarçoveya pirsgirêka kurd da, têgihên komar  û demokrasî girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkaya rasteqîn û yan jî paralelê (muwazî) wê da hat nîqaşkirin. Di xeta demokrasîya sîyasî da, gotinên ku vesazîya pevçûna têkilîyan çêdikin û behitînên ku şikestin û qutbûnan çêkirî ne, ketibûn xeta demokrasî û aştîyek civakî da.

Ezmûna demokrasîyê bi komarê û ezmûna komarê ya bi demokrasîyê ra dibin berpirsyarîya refên takemaf da, li gel versiyona xwe ya kevin sînorê bernameyek pakêt derbas nekir. Ji rastîyê qut ji ber kêm têgihiştin û seranser bingeh girtina rewşa heyî, rê ji otorîterbûnê ra hat vekirin. Bi sererastkirina nêrîna fermî kurd dîsa û dîsa hatin pênase kirin.  Komara kemalîst sîyaseta naskirina kurdan ya ji ss 19em bingehê xwe digre bi îttîfaka îslamê ra vediguhêze sê hezar sal. Çîroka îslama sîyasî ku di 3ê mijdarê da bi hikûmetbûnê ra dest pê dike, îro qonaxa ku gihiştîyê desthilatdarîyek oryantalîst û ufuqa tirkîtîya sipî derbas nekirîye. Di van xakan da nehatiye dîtin ku çîrokên weha bi keyfxweşî bi dawî bûne.

Serpêhatîya desthilatdarîya îslama sîyasî

Pêvajoya 3ê mijdara 2002ê ku bi bûyîna hukumet ya AKPê despêkirî, bi gotina “ji bo YE (Yekîtîya Ewropayê) erê “ hem xwe rêxistin kir, hem jî ji nû ve hat vesazkirin. Di vê pêvajoyê da, lîberalên ku tu caran nebûne hêzekî polîtîk  piştgirîya wan  ji bo AKPê,  bi teza “komara demokratîk“ ya tevgera sîyasî ya kurd xwe sazkirin. Li ser vî bingehî helwesta ku di alîyê YE yê da hatiye pêşxistin pêvajo domîne kir. Artêş û bloka sekuler (laîk-ne dînî) ya dîrokî bê amadekarî tevlî pêvajoyê bûn. Bi mijarê ra eleqedar (têkildar) ji vê pêvajoya ku alîyan û nîvîskaran li ser lihevkirî ra navê “komara duyem“ hat dayîn. Bi taybetî di vê pêvajoyê da baş nêzîkbûna AKP û lîberalan li hemberî tevgera sîyasî ya kurd û vekirî hiştina rêyên dîyalogê ji bo saxlemkirina hêz û cihê xwe û bi hêzkirina pozîsyona xwe bû. Di heman demê da jî vê yekê li hemberî rikeberê (dijber) xwe di sazkirina avantajê da qadekî berfireh û nerm çêdikir.

Dîroka 22ê tîrmeha 2007ê û piştî wê hêzên navbûrî li ser bingehê “hebûn-tinebûn“ ji bo pêvajoyê bi rê ve bibin şerê xwe yê desthilatdarîyê li ser têgeh û gotinên “komar, laîktî, antî laîk, wesayeta leşkerî, gel, mexdurîyet û demokrasîyê dan meşandin. Di vê pêvajoya bi êş û bi pevçûn da, di bin bandora rolê dîyarker yê têkilîyên hêz-berjewendî da, tiştên ku diqewimîn xwedîyê bandorekî çareserker bûn, ji bo komara kemalîst. Heya hilbijartinên 12ê hezîrana 2011an sê serenavên bingehîn yên pêvajoya ku çar sal e berdewam dikir hebûn. Hilbijartinên serokkomarîyê, makezagonek medenî û demokratîk, di çarçoveya pirsgirêka kurd da derfetên çareserîyê û çek danîn.  Lê hilbijartinên serokkomarîyê di bin sîya astengîyên hatine derxistin, doza girtinê, dadgeh, şerên îstîxbaratê, hevsengîyên derve, hetîketî (skandallar), bûyera Xabûrê û leyîstokên text yên ku komargerên yekem û duyem li hemberî hev kirin da derbas bû.

Piştî hilbijartinên 12ê hezîranê girtina rolekî avaker yê meclisê, ku wê derfetên avakirina komarek demokratîk çêbike, ji ber şaş rêvebirina pêvajoyê ji alîyê desthilatdaran ve bê encam ma.

Hêzên bingehîn îslama sîyasî ku komargerên yekemîn ew tesfîyekirî, têkilîya ku derbasî parlementoyê ya kurd û kominîstan bûyî, di navbera 2013-2015an da bi gotara “ji serhildanê ber bi muzakereyê ve” ji xwe ra li rêyekî nû gerîya: yan komarek demokratîk yan jî komarek otokratîk muhafazakar.

Xetên fay yên pêşketinên di derbarê 7 hezîrana 2015ê û piştî wê di vê demê da hatin amade kirin. Her weha planên hilweşandinê di vê demê da hatin amade kirin.  Biryarên tasfîyeyê di desteya ewlekarîya netewî (MGK) da hatin erêkirin. Kodê dewlet û netewê “serbixwebûn û paşeroj“ bi mêrxazîyek nîjadperest û xweşbêjîya “tekparêzî“ ji girseyan ra hat pêşkêşkirin. Valabûna xetên fay bû sedemê hejandinên hilweşîner. Hêzên ku bi navê wesayet û komarê bi hev ra di nava pevçunê da, di heman potayê da tên gel hev û di bin sîwana pergala dewlet û mayîndebûna wê da dibin yek. Bi vî awayî li dijî Tevgera Azadîya Kurd û hêzên hevgirtî operasyonên “şok û xof“ pêk tên: “Di zimanê fermî da ya bi komarê dihat armanckirin, bi gelemperî ji dewletê cudatir tiştek din nebû“.” Komargerîya dewleta nû, nîjadperestîya wê bi hêmanên xwedîyê çawanîya qewmî û olî ra xistina merîyetê û di vê çarçoveyê da weke rêbazekî pevçûn û derfetê pevçûnê werdigerîne aborîyê hat bikaranîn.  Ji bo hîn zêdetir bi hêzkirina dewletê, bi dînamîkên pevçûnê derbaskirina astengîyên di rewşa heyî ya hilberînê da û pêşxistina netewperestîyek navenda wê dewlet-çand bû taybetmendîya cudaker ya demê.

Bloka desthilatê ya bozkurt (gurgeboz) û rabîecîyan bi pêkhateyên xwe yên din ra çêkirî, li dijî daxwaza maf û statuyê ya kurdan fikrê bingehîn yê bloka dîrokî jî rêxistin dike, netew û komên dijminê hev digre nava kevanokekî berjewendîyê û di hemû pirsgirêkan da derdikeve pêş. Her weha bi vê rewşa xwe ve “ komar, pêvajoya ezelî ya netewî, ji bûyîna rawestgeha hemdem ya herikîna dîrokî ya gel wêdetir wateyekî din vegotin nake. Dema em li vegotinên dîrokî yên nîjadperest-muhafazakar dinêrin, komar, ji nûnertîkirina tirkîtîyê di şêwazê dema niha da ne tiştek din e.

 

Komar, netew û dewlet di şêwazê dema niha da, bi zagonekî ortodoks ra hatiye yekkirin. Ev yekkirin ji bo bêrêxistin hiştina civakê û ji bo civak mehkumê zext û mêtingerîyê bêkirin tê çêkirin. Demokrasîya bi dewlet, li jêr sîya bermayîyên bêdeng yên komarê dixwaze xwe avabike. Her weha “xala xeternak girêdayî têkilîya komar-demokrasî û lihevanîna wana ye. Komara demokratîk ji pêkhateyên arîstokratîk û olîgarşîk bi fikare û ji lêgerînekî erdemê ya başî, aramî û bijarteya gel dixwaze wêdetir bi guman lê meyze dike“

Netewa demokratîk û pirjimarî

 

Armanca sereke ya netewa demokratîk, avakirina civaka demokratîk e. Pêkanîna karên civakî û çareserîya pirsgirêkan, tenê bi derxistina holê ya hêza nîqaş, nêrîn û biryargirtinê ya civakê pêkan dibe. Armanc bi avakirina civaka demokratîk, sîsayet xistina rewşa karê bingehîn yê civakê ye. Bi vegotinek din civakîbûna demokratîk nikare ji bo xwe yekparebûna dewletperest bingeh bigre. Evane di cewherê xwe da, înkara civaka ku xwe spartî wate û nirxan e. Pirjimarîbûna karakterîstîk ya civakê û cudabûna wê, tenê bi pergala qadên xweser û têkilîyên sîmbîyotîk yên berwar xwe ava dike, pêktîne û xwe dide berdewam kirin.  Ev avanîya civakî ya dewlemend, xwesertîya wê ya xwe dispêre cudahîyan e. Di heman demê da jîyankirina hemû potansîyelan di meyla azadîyê da ye. Yekeya qada exlaqî û polîtîk ya her cudahîyek pêk dihîne xweser e, li gel hev di nava têkilîyan da ye û di nava yekparebûnê da bi temamkirina hev û du wate dibînin.

Cur bi curbûna cudahîyê, pirjimarîya têkilîyên di nava wê da, naveroka civaka demokratîk e. Ev pirjimarîbûna civaka demokratîk ji kontrolên birokratîk û zagonên jor da tên danîn difilite, armancên kominal û karên hevbeş dike hedef. Di vê rastekê da pirjimarîya cudahîyan, bi pêvajoyên hevbeş ra, di alîyê ku meyla azadîyê di rengê herî lêhatî pêk were da paralel (muwazî) dimeşe. Di vir da rastîya mijara gotinê ye, hem pêşketina exlaqî û polîtîk ya civakîbûnê, hem jî yekîtîya têkilîya jîyanî ya gelek navendîbûnên fonksîyonel e. Ev jî bi rengekî çalak xwedîyê jêhatîbûna bê bandor kirina hêza wêranker ya modernîteya kapîtalîst e. Dîyalektîka pêşketina civakîbûnê, tek-navendperest yan jî bi navendîbûnek tek ya bi têkilîyên hevbeşîya konfederatîf ra tê pêkanîn.

Netewa Demokratîk, ne kombûna mutleqîya navenda wê desthilatdarî û ne jî kombûna rêxistinbûn û xebatekî navenda wê dewlet e. Ji ber ku bi şêwazê rêxistin û çalekîyê yê bi formulên ku ji navendek hîyerarşîk tên dîyarkirin, çînekî tenê digre nava xwe yan jî qewmî û netewperest be, avanîya civakê ya exlaqî û polîtîk nayê pêşxistin. Ya pêwîst dike; kombûna pêvajoyên kolektîf yên ku li dijî sazîyên desthilatdar-navendî disekinin, dijîtîya dewletê pêş dibîne, bê ku cudahîyan û kes bihelîne civakîbûnê bingeh digre, têkilîya civak-ferd di asta tê xwestin da berçav digre ye. Di komarekî demoktatîk da, tevlîbûna hemû nasname û rengên cuda bi xwesertîyên xwe, di bingehê wate, nirx û xwe rêveberîyê da, hevbeşîya (kolektivite) yekîneyên konfederatîf yên di rasteka avakirina civakî da hatine gel hev, sîwana rêxistinbûnê ye.

 

Di bin banê Netewa Demokratîk da sîyaset çarçoveya xwe ya wekhevîxwaz û azadîxwaz di asta tevlîbûna wekhev ya jinê ji sîyasetê ra digre dest. Di vê mijarê da, yek ji pîvanên hevgirtî yê pratîkî derdikeve pêşîya me pergala hevserokatîyê ye.  Netewa Demokratîk, nirxên bingehîn yên ku digre nava xwe, civakîbûna xwe spartî jinê, bi xwezayê ra di nava ahengîyê da û weke jîyana li ser bingehê hevgirtin-hevparîyê ya xwe dispêre kominalbûnê dikare were vegotin. Netewa Demokratîk, xwe dispêre civaka exlaqî û polîtîk, sîyaseta demokratîk, nûnertîya wekhev û parastina cewherî. Ji bo pêkhateyên sîyasî yên cuda û pir tebeqe vekirîye. Pêkhateyên sîyasî yên cuda yên tîkane û berwar ji ber avanîya tevlîhev ya civaka heyî neçarî ye. Lê ji bo hegemonyayê rê nade. Di hindir da Netewa Demokratîk, ji derve ve jî enternasyonalîzmê bingeh digre.

Netewa demokratîk, li ser bingehê têkilîyên îdarî, sîyasî û hiqûqî yên bi dewletê ra, ji bo biçûkkirina dewletê, mezinkirina civakê û pêkanîna armanca “hîn kêmtir dewlet, hîn zêdetir civak` tekoşîna tê dayîn e. Komara Demoktatîk ku zemînê avakirina Netewa Demokaratîk e, di rewşên ku dema bi dewletê ra beramber  hev û du naskirin pêkhat da; bi qasî welatê hevpar, bi makezagonek demokratîk azadîxwaz ra rast e rast eleqedar e. Di vir da bi exlaq û wijdanê ra, rêgezên bingehîn yên weke ji hev qutnebûna mafên takekesî yên kolektîf, parastina cewherî ya demokrasîyan di girîngîyek dîyarker da ne.

Encam

Netewa demokratîk ji bo çepek nû pergalek alternatîf pêş dibîne. Bê ku desthilata mutlaq hedef were girtin, bi felsefeya rizgarîya civakî, ji stratejîya çepgirîya kevin qut bûne. Nêrîna çepgir ya klasîk, karekterê afrêner yê çalekîya şoreşgerî wekî avakirina lêhûrbûn û hevkêşeya (denklem) desthilatê fêm dike. Bi cewherî bi bidestxistina desthilata mutlaq ra xwe dispêre perspektîfa pêşxistina civakîbûnê.

Di nêrîna Netewa Demokratîk da her tişt ji derveyî kategorîyên desthilatdarîya mutlaq û dewletê, divê ji nû ve were destgirtin. Netewa Demokratîk li jêr ronahîya civakîbûna kominal da, biqasî têgihiştina zayendek civakî ya azadîxwaz, şêwazê jîyana civakî ya ekolojîk û biqasî rasteka aborîyê ya ji bo gel û civakê, divê weke rêxistinbûnek sîwan ku sîyasetê bi şêwazek azadîxwaz dimeşîne were têgihiştin. Bi kurtasî em dikarin weke têkoşîna bi dawîkirina koletîya girêdayî qalibên hişmendî û bi sazîbûnê yên modernîteya kapîtalîst pênase bikin. Dikare weke şebekeya yekîtîyên hevpar yên rast e rast polîtîkayê dihilberînin bê nirxandin. Yekeyên herî biçûk yên di bin sîwana Netewa Demokratîk da jî di derbarê xwe da xwedîyê mafê biryargirtinê ne.

Ji ber netewa demokartîk çavkanîya xwe ji demokratîkbûn – kominalbûnê digre bi kevneşopîya azadîxwaz ve hatiye girêdan û li dijî sîyaseta dewlet, desthilatdarî û modernîteya fermî nexşerêya pergal û modernîteyek alternatîf e. Heya ku kategorîyên desthilatdarî, dewlet û avanîyên wê yên heyî neyên derbaskirin avhewayekî civakî yê nû nayê avakirin. Ji pergala cîhanê ya pênc hezar sal e desthilatdarîya qutbûnê, bi modela Netewa Demokartîk ra îddîaya demokrasî û komarek alternatîf pêşkêş dike.  Nêrîna Netewa Demokratîk weke avanî çawa ku di welatek hevpar da demokrasîyê mîna gîyan dibîne, her weha xweserîya demokaratîk jî mîna gewde dinirxîne. Ji ber vê sedemê ne tenê paradîgmaya çareserîya azadîya kurdistanê, paradîgmaya çareserîya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.

 

Bi kurtasî; Netewa Demokratîk ne neçarîyek, vebijêrkekî exlaqî û polîtîk e.