Şehîd şîlan _ Xezna îsa
Şehîd şîlan
Ji ber ku ez jin im…
Şehîd şîlan ji kobanê ye. navê wê yê tevgerî Meysa Baqî ye. Di sala 1991î tevlî refên partîya karkerên kurdistanê bû. Bi tevlîbûna xwe bandoreka mezin li ser endamên malbata xwe û hemû kesên girêdayî wê hişt. Di serî da xwişka xwe ya biçûk qudret, rê li ber hemû jinên herêma xwe û Rojavayê vekir ku tevlî nava refên gerîla bibin. Yekemîn jinên ku beşdarî refên partîya karkerên kurdistanê li Rojavayê bûn.
Têkilîya Şîlanê ya bi xwişkên wê ra û bandora wê ya li ser malbatê: Çalakvan Şîlan ji bo piştgirîya manewî (moral) ji xwişkên xwe ra bike, û li hemberî astengîyan li kêleka wan raweste, ji bo guhertina feraset û zihnîyeta eşîrî ya malbata xwe xebitî. Xwişka Şîlan, Şîlan wekî dayîka xwe ya duyemîn dihesiband, berîya ku xwişka xwe bihesibîne. Şîlan wê fêrî îradeyeka xurt û biryardar kir û ji bo armancên xwe pêk bîne. Rojekê ji xwişka xwe ra wiha got: “Bi berxwedan û îradeya xwe tu dê bi serkevî. ” Şîlan xwedî şêwazekî bawerî bû. Ji ber ku hemû endamên malbata wê di nîqaşên wê yên dirêj da di bin bandora wê da mabûn.
Şîlan li ber çavê bavê xwe parastina dayîka xwe dikir û li ber xwe da. Û ji dayîka xwe ra digot: “Çima tu mafê xwe naparêzî! Neheqîyê qebûl nakî û serî li zîhnîyeta desthilatdar ya ku temsîl dike bi kesayeta bavê min hilnadî.”
Tiştek di jîyana wê da heye, wê dikişîne ku bibe pêşeng. Li bersiva ، çawa bijîm? Gerîya, erka xwe di têkoşînê da dît û got: Ez weke jin bi rola dîrokî ya ku dikeve ser milên min hîş dikim û ne ji mafê min e ku ez li hember erk û fermanên dîrokê xemsar bibim. Wekî jineka xwedî rûmet divê di karên xwe da lewaz nebim. Ji pevçûna rastîya 5000 sal nerevim. Jîyana wê raperîn e, meşa wê pevçûn e û ew hevala tenêbûnê ye. Bi duristbûnê got: “tenêtîyê ez dorpêç kirime”. Di tenêtîya xwe da li xwe vegerîya, di xwe da li xezîneyên veşartî geriya. Bi gotina Rêber APO ya ku girêdanê di navbera xwedawend û tenêtîyê da hizirî, ta gihişt encama ” ez ji tenêtîyê natirsim, ez ê tenêtîya xwe veguherînim û dikim hêza teqîneka nû, ez ê vê hevokê bi awayekî din fêm nekim. ” Bi tenêtî ber bi xwedawendîyê ve biçim “.
Rêberê min: Xwezî min karîba tiştên ku ez û hevalên xwe di vê demê da hîs dikin binivîsanda, me hemûyan dizanî jîyan bê Rêbertî dijiwar e. Dibe ku ev lewazîyek ji me be, ji ber ku şagirtên Rêber APO bi hêz, îrade û xwedî armancên bi şeref in. Rêbertî jinên ku felsefeya xwe ava kirine û ew fêrî gihandina cewher û rastîya xwe bûne Ramaneka nû dan, ya ku bi xwe ra serdema jina azad hildigire. Zimanê hezkirin û jîyanê da me û hişt em bi rojê ra bigihêjin evîna rast.
Bi vî awayî rêbertî rûpelên dîrokê vekir û got: hezkirin di vî welatî da hatiye kûştin. Tiştek bi navê eşqê tune ye. Ji ber wê tenê em jin di tevahî cîhanê da bi şoreşa eşq û jîyanê dest pê dikin…
Divê jin bibe hêza avakirina azadîyê û serdem bibe serdema rizgarîya jinê. Sînor û çînên jinê tune ne. ew hêjayî jîyanê ne û di cîhanê da kilîta azadîya mirovan in.
Ez ê hinekî ser rojaneyên xwe biaxivim. Ez her sibeh werzîşê dikim, hevala sara di werzîşê da pêşenga me bû. Ev heval pir çalak e, heta niha min cixare nekişandiye, lê belê hin hevalan dest pêk kirine.
Têkilî sar in, ez têkilîyê bi xwezayê ra, bi axê ra dikim. Ez diçim komkirina şînatîyê, pir şînatîyên ku bikêrî xwarinê tên min naskirin. Min di vê demê da têkilîyên pir û domdar bi xweza û axê ra lidarxist. Ez di vê buharê da piştî nîvroj diçim çiyayên bilind, kesik û xweşik. Ez pir dixwînim, bi taybet pirtûkên dîrokî dixwînim. Ez pirtûkên li ser dîrok, jin û olê dixwînim. Ez berî ku tevlî siyasetê bibim, daxwazên min ji huner û çandê ra zêdetir hebûn, min pir ji siyasetê hez nedikir û min hez nedikir ku ez bibim mirov an jineka normal. Bavê min ez zar dikirim ku ez weke jinên derdorê nebim, lê belê ez bixwînim û di jîyanê da pêşketî derkevim. Ez di zarokatîya xwe da fêrî guhdarkirina nûçeyan kirim û bi taybet qenala BBC elerebîye dida guhdarkirin. Radyo ji min ra vedikir û digot: guhdarî nûçeyan bike, ez ê piştî demeka kurt vegerim, karekî min biçûk heye û ez ê nûçeyan ji te bipirsim. Min ji mecbûrî guhdar dikir, ji bo ku ez jê ra vebêjim. Carinan min guhdar nedikir û min digot min ji bîr kiriye, lê belê wî heman rêbaz bi min ra dubare dikir û heta hişt ez têkoşîna siyasî hilbijêrim. Taybet min dixwest ez bibim şoreşger û tevlî refên şoreşê bibim. Dema îsrara min dît, wî ez li ser vê biryarê zar kirim. Lê di pêvajoya min ya jîyana siyasî da ez fêrî hunera siyasetê nebûm, ji ber ku armanca min ne zelal bû. Armanca min di rizgarkirina welat û azadîya jinê da giştî bû. Min doz, gavavêtin, rol û asta xwe zelal nekiribû. Mebesta min ne siyaseta bê rêgez û exlaqa siyasî ye. Ji ber ku rêgezên azadîyê nahêlin mirov ji exlaqa siyasî di tekoşîna siyasî da jê xilas bibe. Ez di dayîna vê biriyarê da pir dereng mam. Lê ez bawer dikim ku saxlem û di xeta rast da ye û pişta xwe dide rêgezên azadîyê. Niha ez di temen û tecrûbeyan da gihiştî me, ez di zaroktîya xwe da fêrî pir waneyên jîyanê bûme û ez bawer dikim ku vê carê rêkeftina min saxlem e.
Piştî ku germahî kete dilê min
Min destê xwe dirêjî rojê kir
Min dest bi ser bilindîyê kir
Ji ber ku ez jin im…
Ez ser bilind im,
Ji ber ku ez jin im
Piştî ku min rastî nas kir
Ku ez li jîyanê bigerim
Ez li biharê bigerim
Ez li resenîya xwe bigerim û rastîya ku bi destên zordaran hatiye xerakirin.
Ez ê li xwe bigerim…
Li jinê…
Li azadîyê …
Li jîyana winda bigerim, ruxmî ez kelepçekirî me.
Lê belê ez ê rizgar bibim.