Newroza2024 _Şîlan Reso
Di salê da di nava her çar werzan da li gel gelê kurd werzeka herî pîroz heye! Werza buharê û heyva Adarê, bi taybet 21ê Adarê ku roja nû ye. Ev roj bi hezarê salan e ku wekî rojekî bi nirx, pîroz û watedar e.
Tu kes nikare agirê Arî, agirê ku bi hezarê salan hatîye vêxistin vemrîne .
Ev 2636 sal in ku cejna newrozê cejna vejînê tê pîrozkirin.
WATE Û GIRÎNGÎYA NEWROZÊ:
Cejna Newrozê yekane cejn e ku ji alîyê netew, ol û gelên cuda li seranserî parzemînê tê pîrozkirin. Li gelek welatên wekî Îran, Iraq, Qirgizîstan û Azerbaycanê cejneka fermî ye. Li Tirkmenistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Qazaxistan, Meqdonya, Kafkasya Başûr, Qirim, Balqan, Keşmîr, bakurê rojavayê Çînê, wîlayetên Kujarat a Hindistanê jî cejneka fermî ye. Newroz li dijî dagirkerî, zordarî û koletîyê sembola serhildan û berxwedana Kawayê Hesinkar e, ku heya roja me ya îro hatiye jiyîn. Ji ber vê yekê di serî da gelê Kurd Newrozê ji bo gelên herêmê û cîhanê ne tenê Cejn e, di heman demê da çavkanîya berxwedan û têkoşînê ye.
Gelê kurd ji dîrokê heta roja îro her dem li dijî zordestîyê li ber xwe daye û kevneşopîya Newrozê domandî ye. Newroz tê wateya dîrok û kevneşopîya mîtolojîk a berxwedana gelan ku di stran û çîrokan da xwe daye der. Wekî niha, di dîrokê da li dijî Dehaqê zalim gelên ku êş û azar kişandine bi pêşengîya Kawayên Hesinkar serî hildane û kelehên zilmê hilweşandine û azadîya gelan bidestxistine û parastine. Îro li heman erdnîgarîyê, li erdnîgarîya resen a Kurdistanê û Rojhilata Navîn ev têkoşîn û berxwedana ku li dijî Dehaq bi pêşengîya Kawayên Hemdem dihê birêvebirin vê rastîyê misoger dike.
NEWROZ DI DEMA RÊJÎMÊ DA?..
Li Sûrîyeyê, ji alîyê rêjîma Baas ve Kurd ji pîrozkirina vê cejnê dihatin astengkirin. Hêzên ewlehîyê yên Baasê ji bo ku agirê Newrozê ku sembola azadîyê neyê pêşxistin, dewrîyên xwe li gund û bajaran zêde dikirin. Desthilat û rêjîmê rê li ber beşdarbûna xwendekar û karmendan di pîrozbahîyên Newrozê da girtibû. Lê her beşdarbûnek wê xwedîyê wê bi zîndanîkirin û dûrxistina ji xwendinê û dezgehên hikûmetê qut kirin. Lê dîsa jî gel dest ji Newrozê berneda û bi Tevgera Azadîyê ra veguherand roja berxwedanê. Bi şoreşê ra Newroz êdî bi rengekî azad tê pîrozkirin. Yên ku guh nedan zext, qedexe û êrîşên rejîma Baasê, Newroz bênavber pîroz kirin.
DI ŞOREŞA ROJAVAYÊ DA NEWROZ:
Êdî em dikarin bibêjin ku heta destpêka şoreşa rojavayê 2012an da hate destpêkirin. Newroz û şahîyên wê jî derbasî qonaxekî nû bû, wateya xwe ya resen vegerîya, bû agirê ronahî. Piştî şoreşê êdî hemî pêkhate li rojavayê girîngîya vê rojê nas dikin û xwedî lê derdikevin. Berî newrozê bi rojan şahî tên lidarixistin, qadên newrozê êdî bi rengekî azad ne veşartî tên xemlandin, komên muzîk û ṣanoyê bi azadî xwe perwerde dikin, ew tirsa girtin û lêdanê bi destpêka şoreşa rojavayê da bidawî bû.
Piştî ragihandina Rêveberîya Xweser, gelên li Bakur-Rojhilatê Sûrîyeyê bi rengekî girseyî dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. Newroz di sala 2014an da bi dirûşmeya ‘Rêveberîya Xweserîya Demokratîk, modela demokratîk a li Sûrîyeya pirreng e’ hate pîrozkirin.
Ji xwe îsal jî tevî hemî rewşên zehmet û bi hatina heyva remezanê ra gel bi coşeka mezin xwe amede dikin, li tevahîya rojavayê êdî xemil û bêhna newrozê belav bûye. Her wiha her kes û ji tevahî pêkhateyan di nava liv û tevgerê da ne ji bo newroza 2024an da ku wê dibin diruşmeya ( Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji pirsgirêka kurd ra ) wê were sazkirin. Ev newroza me wê bibe pêngaveka mezin ji bo azadîya rêbertî. Di heman demê da divê hemû gelê me, her kes hêz bide vê pêngavê, bi taybet îro gelê rojavayê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên xwe ji kurd, ereb û xiristîyan tevan bigire ji bo azadîya Rêber Apo 24 saetan di nav liv û tevgerê da bin. Ji ber ku dema şoreşa buhara gelan dest pê kir bi keda ramanên Rêber Apo bû ji ber wê em dê newroza xwe bi azad û serbestî pîroz bikin.
BANDORA REMANÊ RÊBER APO!..
Bi saya Tevgera PKKê dîroka Kurd û Kurdistanê ji nû ve û li ser rastîya xwe tê nivîsandin. Weke mînaka Newrozê, eger ev Rêber û ev Tevger nebûya, weke gelek rûmet û hêjayên Kurd û Kurdistanê ev Newroz jî zindî nedibû û wê wenda bibaya. Biyanîyan çawa piranîya ziman û çanda gelê Kurdistanê pişaftin û ji xwe ra kirin mal, ev roja pîroz jî dikirin malê xwe. Her wiha bi diruşmeya JIN JÎYAN AZADÎ ya Rêber APO ra, di şoreşê da him rola jinê û him rola NEWROZÊ derket qonaxa nuh û asta hîn bilindtir a herêmê û cîhanê. Êdî di vê asta dorfireh da, ev diruşme tê qîrîn û him ev roj tê pîroz kirin.
21ê Adarê berxwedan û têkoşêna gelê kurd li hemberî desthilatdar û dagirkeran nûjen dibe. Ev roj ji bo van hêzan xeterîyeka pir mezin e. Gavên ji bo azadîyê tên avêtin, 21ê Adarê bi rengê şahîyê tê xuyakirin. Gelê kurd her dipişkivin bi serhildanên xwe û bitaybet divê roja geş da.