Akademiya Civaka Demokratîk

Sobje û Obje_ Şêxmûs Mihemed

122

Sobje û Obje

Gelek caran em rastî vê dûalîtiyê di jiyana xwe de tên. Bêyî ku em nasbikin, koka vê dûalîtiyê ji ku derketîye û mebest û armanca wê çi ye?

Wekî ku tê zanîn, kesê ku bi vê mijarê ve hatibû naskirin û pêve mijûl bibû, Desckartes e. Berya Desckartes sobje û obje hebû, lê ne bi rengê ku wî anîbû ziman.

Desckartes dema behsa vê mijarê dike, mirov û xwezayê dike mijara nîqaşê de. Mirov dike sobjeya ku xwedî giyan û hizir e. Xweza jî dike obje û hemû tiştên ku sobje dixwaze,  li ser objeyê pêk bîn e.

Dema ku Desckartes ev mijar pêk anî, armancek sereke li cem wî hebû. Ji ber di Ewrûpa de, krîza hebûna dêr û xwedayê wê dihate nîqaşkirin û gelek xwepêşandan li dijî dêrê dihate kirin. Di encamê de gelên ewrûpî xwe ji dêrê rizgar kirin. Dema xwe ji dêrê rizgar kirin, êdî di sîstema ku civak bi rêve dibir de, guhartin hate xwestin.

Ji bo ku sîstemek elternatîf were dayîn gelek hewldan hatin kirin. Yek ji wan hewldanan jî ya Desckartes bû. Di despêkê de, bi gumanê despê kir ku divê em bi her tiştên xwe guman bikin. Hemû zanînên di nav destê me da em bi gumanê nêz bibin.

Mijara sobje û obje hate pêşkêş kirin da ku mirov li Ewrûpa kontrola xwe li ser xwezayê bike. Xwezayê bixe bin serweriya xwe û her tiştên xwe pêk bîne.

Lê rêber Apo bi vî awayê lê nanere. “Di nirxandinên xwe de, ez pir eleqedar im ku di serî de taybetiyên çîn û civakî û avantajên cudahiya di navbera subje û objeyê de binirxînim. Ji ber ku ev her du têgînên ku adil xuya dikin, sedema ontolojîk (hebûnî) derketina modernîteya ku berdewamkirina wê ne gengaz bûye. Van her du têgînan tu têkiliya wan bi destkeftiyên zanistî re tune, wekî ku tê nasîn, û ne ji avantajên têkildar in. Ew di derbarê xweza û xwe de, bi qasî ku şêwaza desthilatdariya dogmatîk a di Serdema Navîn de, bi kêmanî, bi têgînek stereotip, erêker têne tawanbar kirin. Lêgerîna têgihîştina jiyanê bi ferq û veqetandina giştî ya di navbera subje û obje de, jiyanê ber bi xeniqandina maddî ve dibe, û wê ji jiyana mirovan a di Serdema Navîn de reaksiyon, marjînal û nezelaltir dike.

Jiyana mirovan a ku bi rêbaza zanistî hatiye bêdengkirin û ji azadiyê hatiye bêparkirin, di modernîteya kapîtalîst de li ser esasê cudakirina subje û obje ji hev hatiye perçekirin û di hemû aliyên jiyanê de qutbûneke cewherî derketiye holê. Nirxa herî mezin a ku bi parçebûna temambûnê heya şaneyên wê yên bingehîn ji ber “kontrolên zanistî” winda dibe, yekbûn û yekitiya jiyana civakî ye ku di nav pîvanên dem û cih de hatiye tomarkirin. Di dema me ya îro de ji “xeniqandina jiyanê” û trajediya jiyanê ji cewher û pêkhateyên wê yên cih-demî jêkirîtir tiştek nîne. Em bi qederên herî xerab re rû bi rû ne. Penceşêriya civakî ne têgîneke ku ji aliyê xeyalê ve hatiye afirandin, lê belê ji bo rastiya pêhesînê a pergala heyî ya di derbarê jiyanê de ravekirina herî baş e”.

Her tiştên ku di cîhana me da heye xwedî sobje ye. Nabe ez sobjeya xwe bikim serwer li ser sobjeya yê din,yê  li hemberî min. Sobjeya me hemûyan heye (Mirov, lawir, şînatî) bi taybet sobjeya mirovan çawa tê diyarkirin? Dema ku berhemên wê xwedî sûd be ji boyî civakê ye. Karên hevbeş ên ku mirov di avakirina civakê de bi hevre dikin, objeyeke afrîner nîşan dide.

Mînakek ber çavê me hemûyan e ku dûalîtiya giyan û beden heye. Li vir kîjan ji wan sobje ye û kîjan obje ye? dema em bêjin giyan sobje ye û beden obje ye, û em bibêjin ku eger beden tûne be, wê giyan sobjebûna xwe li ser çi bike?

Yan jî jin û mêr dixin mijara sobje û obje li gorî bandora hişmendiya serdema navîn, mêr sobje nîşan didin û jinê jî obje dibînin. Di encamê da, civak pûç û felc dibe. Ev jî tê wê wateyê ku ev nêzîkatî şaş e. Jin jî û mêr jî mirov in. Herdû jî sobje û obje ne. Bi hevre civakeke hevbeş ava dikin û encama civaka nimûne dibe objeya wan.

Em dighêjin wê gotinê ku sobje û obje ya ku di serdema navîn de li Ewrûpa hatibû belavkirin, di cîhana me ya anha de divê cihê wê tune be. Divê em baş nasbikin ku em him sobje ne û hem obje ne. Sobje ne di biryar girtinê de û obje ne di pêkanînê de.