Sîxûr û Ajantîya Kirêt – Birahîm Eshed
Sîxûr û Ajantîya Kirêt
Birahîm Eshed
Di her pêvajoyê da ku mirov yan em bêjin civak serkeftinan dijî û di heman demê da jî ber bi qezenc kirinê ve diherike, wê demê dijmin û neyarên wê civakê bi hemû awayî berê xwe dididin wê civakê ku wan ji holê rake.
Ji destpêka şoreşa Sûrîyeyê û taybet şoreşa 19ê Tîrmehê ku çavkaniya şoreşa azadiyê û demokrasiîyê sazûman kir. Ev rewşa heremî ku di destpêkê da wiha ev siyaset dihate vekotin lê tu kes ev polîtiykiya dewletên hegemonîk bawer nedikirin, ji xwe polîtkîkiya dewleta Turkan bi taybe. Îro ev rastî û polîtîkiaya dewleta tirkan eşkere û berbiçav li ser rûyê erdê pêkhatîyê. Hêjayê gotinê ye ku em bêjin ev polîtîkaya dewleta tirkan vala derket û ew kirêtîya wê û rûyê wê yê dirinde û bixwîn hate eşkerekirin. Her Çiqas hin dever dagir kiriyê jî lê ev dagirkirin nehatîyê pejirandin û gelên heremê û taybet deverên ku hatine dagirkirin Efrîn heya Serêkanîyê ew nebejirandin û rojane komkujî, kuştin û revandina milet di rojevê da ye.
Lewra piştî plangerîya wan ya qirêj vala derket. Hêdî vê care berê xwe da amûrên dîtir yên şere taybet. Ev amûr sîxûr û ajan e.
Sîxûr û ajan kî ne? Em çawa wan pênase dikin? Em çawa wan nas dikin? Çawa dagirker ew çêkirine? Ev pirs û hin xalên din, bala mirov dikişîne û di heman demê da jî em bala civaka xwe bigihijînin li ser van sixûr û ajanan
Sîxûr û ajan: Sîxûr ew kesên ku agahîyan digihijîne alîyekî da ku zirarê bide alîyê din. Sîxûr di zanebûna wan agahîya da ye ku digîjîne dijmin. Di hemam demê da jî bandora sîxurtîya xwe li kes û civakê dizane.
Ajan ew kesên ku bi bawerî tevdigere û agahîyan bi zanebûn û bi bawerî ji dijmin yan ji alîyê ku bi wan ra kar dike, radigihîne. Jixwe li vir em karin bêjin cudahîya di navbera sîxûr û ajan da ev e; ku sîxûr bi pera û qezencên madî ve kar dikin, lê ajan bi bawerî û hêza fikrî ve karê xerabîyê dike.
Sîxûr û ajan wekî du kiryarên bi hev ra û di zik hev da tê kirin in. Sîxûrtî û ajantî wekî pergal, di pêvajoya derketina desthiladarîyê û dewletê da rû dane. Ji ber vê ev dîyarde -sîxûr û ajan- di pergala dewletan da, hêmanên sereke ne. Bê van her du dîyardeyan, dewlet nikarin kiryarên xwe pêk bînin. Jixwe em karin bêjin ku ev her dû dîyarde rûyê dewletan yê veşartî dîyar dike. Di heman demê da jî ev rastîya desthilatdarîyê nîşan dide ku bi çêkirina bûyeran û belav kirina agahîyên çewt, hişmendîya xwe dide pêş û serwer dike
Di pêvajoya şoreşan da û taybet dema ku ev şoreş ber bi qezenckirina berhemên şoreşê ve diçe, wê demê sîxûr û ajan jî pir dibin û liv û tevgera wan xurtir dibin. Çima di dema şoreşan da sîxur û ajan bêtir derdikevin? Da ku şoreşê birûxînin û vala derxînin. Lê hin armancên veşartî jî hene ku ew jî ev in: Di destpêkê da dixwazin şoreşê tekin bin serwerîya hişmendiya xwe. Ya din jî dixwazin kesayet û pêşengên şoreşê ji holê rakin.
Dema sîxûrtî û ajantî di nava civakekê da pir bibe civak di nava takekesên xwe da negihiştine asta zanebûn û serwextîya pergala civaka xwe. Yan hin kes hene ku paşeroja pergala xwe ya ku di şoreşê da hatîyê der nabîne û di heman demê da jî ev kesayet lawazî û alozîyê dijî. Jixwe kesayetên wiha ji bo bikaranîna dijmin amade ne. Ji ber vê dijmin û dagirkerîya tirkan bi taybet li kesayetên wiha digere.
Jixwe ev cihê ku em vê bêjin; sîxûrtî û ajantî di kesayeta xwe da, ev xirabî û îxanetê nabîne lê di dema kiryarên xwe ber biçav dibîne wê demê ew dikeve rewşa kirêtîya xwe da û ji kesayeta xwe nefret dike û ew rastî vedigere xweyîna xwe. Em çima wiha dibêjin? Ji ber ku dijmin vê yekê eşkere dizane û baş di cudahîya wê da ye. Dijmin qasî serê derzîyê bawerîya xwe bi van kesan nayînin.
Ji ber vê pêwîste em takekesên xwe û civaka xwe ji vê dagirkerîyê biparêzin Gelê xwe agahdar bikin. Taybet vê pêvajoya ku êrîşên dewleta dagirker pirtir bûye.
Pê ra tê xwestin ku di nava civaka xwe da em bigerin û vê êş û nexwşîyan ji nava xwe werînin der.