Hevparî Li Hember Ezezîyê
Ciwan Mirad
Dibe ku di nava civakê da pirsgirêkên rojane hebin, hin ji van pirsgirêkan zû û bê bandor çareser dibin. Wekî din jî hin pirsgirêk hene di mejîyê mirov da rûniştine. Yek ji wan ezezî ye, rastî jî di nava civaka me da gelek bûyerên vî rengî hene. Hema em ji zarokan dest pê bikin, em vî tiştî bi zarokan ra dibînin ku fêrî wê bertekê bûye, nahêlin kesek yan jî zarokek din hevparîya xwarin yan lîstikên wî bike. Gelo ev xwezayî ye? Helbet na, li gorî civaknasîyê zarok çêdibe û mejîyê wî rûpeleka sipî ye. Bi demê ra ev zarok fêr dibe, ji malbatê û ji derûdorê. Lê belê hin zarok jî hene ruhê hevparîyê li gel wan zêde ye.
Ezezî çi ye?
Ev jî di vegotinê da dîyar dibe, ez ez. Tenê dema mirov tiştekî heyî ku yê hevbeşîyê ye, ji xwe tenê ra dixwaze. Dibe ku li ber çavan ev pirsgirêk xuya neke, lê rastî rayên wê di mejîyê pir kesan da belav bûye.
Ev bûyer di çavnebarîyê, bêalîkarî û di malgirtina piçûk da tê diyarkirin. Divê mirov ji van xalan hayîdar be, heger li gel xwe van tiştan bibîne, pêwîste mirov xwe rexne bike û xwe biguherîne. Ji ber ev ezezî di nava civakê da kom dibe û dibe pirsgirêkeka hişî.
Ezezî di hezkirina milk da xwe pênase dike. Dibe ku ne tenê di milê pere da be, lê wek mînak rewşa şer û kêm derfetîyê tiştekî wisa di derûnîya mirov da bi cih kirîye. Mirov dibîne pêwîstîyeka giştî di rewşeka wisa da ku şer û pevçûn e, kêm peyda dibe. Ji ber vê yekê ji bo xwe têr bike para cîran û hevalê xwe dibe. Ne eşkere ye, lêbelê bi xapandinê ev kiryar pêk tê. Ev reftar ku bi demeka dirêj di hundirê mirov da çêbûye bi dizî û neeşkerebûnê ve girêdayî ye. Dibe ku mirovek ji yekî din ra hezkirinê dîyar bike, lê di hundirê xwe da ne wisa ye.
Ezezî di pêşxistina berjewendîyên kesayetî li ser yên giştî tê sazkirin. Ezezî ji du sedemên bingehîn çêdibe, yek encamê perwerdeya şaş e û ya din ku mirov ji tiştekî demeka dirêj bêpar maye û piştî bidest ketîye tu hewldana wî ya parvekirinê nemaye.
Em bêjin kesayetên ezez çawa ne?
Ev di reftarên wan da dîyar dibe. Kesê ezez ji xwe tenê hez dike, derdor ne xema wî ye. Di rewşeka wilo da ev kasayeta dûrî civakê nîşan dide. Mirovekî derveyî çanda civaka xwe helbet ezez e. Ji ber civak di resenîya xwe da li ser kominalîyê ava bûye. Belavbûna ezezîyê jî perçebûn û jihevketinê nîşan dide.
Kesên ezez tiştên zêdetirî pêwîstîya wan depo dikin. Eger di depoyê da xira bibe jî, par ve nake. Pêwîste em ji vê yekê baldar bin, em li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê di rewşa şer da ne. Bê sekin divê her mirov alîkarî bide kesên muhtac. Divê her kes di dil û mêjîyê xwe da bi vê baş bifikire, di encam da ezezîyê ji holê rake. Ji ber ezezîya kesekî ji me dibe ku bibe sedema têkçûna mirovekî. Heger em ezezîyê li asta civakî binirxînin dê xuya bike ku exlaq û wijdanê civakê lawaz dibe.
Kesên ezez xwe cuda û çêtir ji her kesî dibîne. Pêwîste mirov vê jî bîne ziman, hezkirina mirov divê ne tenê jê ra be, heta ku derdor bi hezkirina me nehese ti wateya wê hezkirinê nîne. Ya baş ew e, mirov her roj li xwe vegere, gelo di roja xwe da çi şaştî kir! Ev şaştî bandor li kî kir û bi çi encam bû? Helwesteka şoreşgerî bi vî awayî mirov her tim di nava hizirandin da dihêle. Herî dawî çiqas şaştî hebin jî, erkeka exlaqî ye ku em şaşîtîyê bê ku çareser bikin bernedin.
Di encamê da ezezî civakê tune dike. Mirov jî bi tenê nagihîje wateya jîyanê. Her ferdekî bi tena xwe nabe. Hevparî bingeha avakirinê di her warê jîyanê da ye. Heger em bibin ezez, nirxên ku hatine qezenckirin jî dê bibe para desthilat û serweran. Pêwîste em her tiştî êş, kêfxweşî, xwarin, parastin, hezkirin û bi giştî nirxên civakbûnê di nav xwe da parve bikin. Di rewşeka şer da ev hevgirtin dibe serkeftin.