DI PARASTINA WELAT DE GIRÎNGIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ
DI PARASTINA WELAT DE GIRÎNGIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ
Weşanên Komîteya Lêkolîn û Zanistên Civakî
Destpêk:
Gelê Kurd xwedî dîrokek bi hezaran salan e. Ji destpêka
avabûna mirovahiyê heya niha, her li ser axa ku dijî, jiyana
xwe domandiye. Ji cihek din nehatiye û ji cihek din ve jî
neçûye. Rehendê wê (koka wê) .* li ser vê axê ye, ji vir rihê
xwe berdaye nava axê. Li vir niştecîh bûn e, lawir û sewalan
kedî kirin e, tovên çandiniyê pêşxistine, gund ava kirine,
perestgehên destpêkê înşa kirine, yek û yek amûrên kar ên
jiyanî pêşxistine. Bi kurtasî ji bo pêşketina şaristaniyê tiştên
pêwîst afirandin e. Xaka Kurdistanê û Gelê Kurd ji şaristaniyê
re bûye bingeh, bûye dergûş. Şoreşa mezin a ku di dîroka
mirovahiyê de cihê herî girîng digre, ji niştecîhbûyîn û
civakbûyînê re rê vekiriye, şoreşa neolotîkê pêşxistiye, ku hin
dîroknas vê wekî bingehên hemû pêşketinên civakî û pîşeyî
dinirxînin û bi şoreşa pîşesaziyê (sina’iyê) ya ku di sedsala
16’mîn de pêkhatî ve mûqayese dikin. Bi kurtasî Gelê Kurd û
Kurdistanê dîrok di xwe de hewandiyê, bûye bingeh û
çavkaniya dîroka civakî û şaristaniyê.