Rojbîna Ereb
weşanên komîteya lêkolîn û zanıstên cıvakî
Tevî Hemû Jîyanan Ev Jîyan Ya Herî Bedew E
Em di bin barekî giran da ne. Ji bo ku hûn di bin vê barê hanê
da nekevin divê hûn bi hemû hêza xwe li ser xwe rawestin.
Esasê pevçûna me, bicih anîna vê hikmê dibe. Ne pêkane ku bi
ne fehmkirinê, bi xwe xapandinê yan jî berevajî ketinê û bi
nîyeta sûbjektîfê bimeşe. Li gel me jîyan ji dîyaloga jîyanan
pêk tê. Hûn dizanin ku kesên ji netewên pêşketî kêm
dipeyîvin, lê gelekî kar dikin. Lê li gel me gelekî diaxivin, lê
karek nayê kirin. Ev yek dibe rastîya derewê. Ev li gel me
gelekî bi bandor e. Dema firsendikê bi dest dixînin hema bi
awayekî neyînî dixebitînin. Divîyabû ne bi vî rengî bûya.
Diviyabû wekî şansekî ku nirxên wisa giranbiha hatune pêşkeş
kirin. Divîyabû wisa nêzîk bibe bibêjî; tiştekî gelekî xweş e, em
gelekî şanaz in ku em gihandin vê astê. Em karin biaxifin,
xewna me bi cih hat, hêvîyek bû vaye kulîlk da.