Şaristanîya demokratîk _ Arîn Mihemed
Şaristanîya demokratîk
Pêşgotin
Şaristanîya bi du awayan hatiye şîrovekirin erênî û neyênî. Şaristanîya demokratîk ew rêvbirîya êl, hoz û gelên ku dewlet û desthilatdarî nasnekirine ,rêveberiyeka xweser e. Demokrasî weke peyv Yûnanî ye. Ji du peyvan pêk tê, demos tê wateya gel, kratos jî tê wateya rêvebirî ango rêvebirîya gel. Lê şaristanîya navendî di wateya giştî da; çînbûn, bajarbûn û dewletbûn e. Şaristanî bûyereka mezin di dîrokê da ye û heta dîrok bixwe ye. Mijareka ku gelekî nîqaş li ser tê kirin li gorî kesên dîrokî; bi çavê serwer û mîtingerîyan avakirine, li gorî kesên di bin mîtingerî û zoredestîyê da şaristanî felaketeka mezin e û ya rast jî ev e, yek ji wan diyardeyên civakî ye ku hertim domdar e û xwe zêde dike her weha yek ji wan rêûresmên qedîm e. Şaristanîya destpêkê ya dîmokratîk e, ewa ku bêhtir parastina netewan dike û xwe li ser çanda civakê dide avakirin. Her dem pêşniyar dike kû çi karê heye ji alîyê civakê bê kirin jîyana demokrasî, li ser wekhevî, azadî, maf û dadê pêk dihê rêveberiya xwe derdixe lê ev rêveberî ne desthilatdarî ye. Ev yek jî bêhtir di nav civakên destpêkê da kilan, êl, qebîle, eşîr û hozan da tê dîtin, xwerêvebirina kilan, qebîle û eşîran di nava vê kategorîyê da cih digire. Desthilatdarî nehatiye naskirin, gel xwe bixwe xwe bi rêve dibe li gorî berjewendîyên giştî ku yek ji bo hemûyan e û hemû jî ji bo yekî ne. Di nava komên kilanê da jîyan li ser vê rêgezê tê meşandin. ev civakên berê an jî hêzên demokrasî bi awayê nenasikirina desthilatdarîyê xwe bi rêve dibin. Her dem şaristanîya demokratîk rêya xwe dîtiye û berxwedana xwe domandîye, ev bû nêzî 5000̎ salî têkoşîna şaristanîya demokratîk li hember şaristanîya navendî berdewam e. Ev jî di rêya berxwedanên xwe yê berdewam mîna berxwedanên jinan, bawerî û pêxemberan, koleyan, hoz û êlan lewma dema em li herikîna dîrokê vedigerin di civakên demokratîk da di teşeya rêvebirîyê da sîstemeka sereke tune ye. Bi awayekî parmîd e an jî komîn ku hemû bi hev ra kar dikin bi yek mebestê ji bo civakê. Di civakên komînal da bêhtir ev yek zelal dibe, lê bi pêşketinê ra şaristanî bêhtir bi bajarvanîyê ve têkildare em dikarin bêjin pêşketina bajaran şaristanîyê şîrove dikin. Du hêmanên bingehîn hene ku şaristanî xwe li ser pêş dixe, aviksalarî û civaka hiyerarşî (têkilîyên ser û bin), mirovê roja îro bûye koleyê dewletê û li gorî berjewendîyên wê yên taybet kar dike. Pirsa sereke jî ev e, ger sîstema şaristanîya demokratîk di her civakê da were peydekirin gelo wê ti pirisgirêkên civakî hebin ya na? wê civakeka çawa bê avakrin? Gelo di şaristanîyê da gel kî ye? Pirsinên bingehînin ku têkoşîna dîrokê li ser van pirsan meşîyaye.
Arguman
Ji bo bersivdayîna van pirsan û nasikirina şaristanîya demokratîk hîn bêhtir ger em li civakên destpêkê vegerin û sîstema rêvebirîyê lêkolîn bikin, ew civakên komînal ku ti sîstemên jor tune bûn di vê mijarê da jî em ê civakên kilan, malbat, qebîle û eşîr, gund û bajaran lêkolîn bikin û bi taybet sîstema rêvebirîyên ku wê demê dihat bikaranîn, armanca sereke jî ji mijarê ev e nasikirina xerabîya ku bi windabûna demokrasîyê ve di nava civakê da ava bûye ev yek jî bi derketina sîstema navendî ra ye.
Naverok
Di destpêkê da civaka yekem ya ku bi navê kilan tê naskirin, tê texmînkirin ku vê civakê nêzî du milyon sal li Efrîqîyayê û milyonek sal li Parzemîna Asya û Ewropayê bi awayê kilan jiyaye wekî koman ku ji 20-50 kesî bi hev ra. Kilan, şaneya bingehîn a civakê û şêweyê civaka sincî û ramyarî ye. Şêwazê jîyana destpêkê û bingehîn a civaka mirov e. Bi pênaseyeka din, tê wateya yekîtîya li dora jin – dayîkê ye. Di kilanê da têkilîyên civakî li ser bingeha “An bi hev ra, an na ” zagona jîyana kilanê ye. Şêweyê civaka destpêkê ku tê da tekilîyên taybet nehatine bipêşxistin. Berhemên ku ji danhev û ji nêçîrvanîyê tên bidestxistin, ên hemû kilanê ne. Perwerde, mezinkirin û bipêşxistina zarokan ji berpirsyarîya hemû endamên kilanê ye qût û zad bi pincar û nîÇîrê tê bidestxistin û ji çerim û rêgehên wan sûd tê wergirtin. Form ango şêweyê civaka bê çîn, bê hiyerarşî û bê dagirkerî ye. Bi van taybetîyên xwe bi milyonên salan dewam kiriye. Lewra bipêşketina civakê ya mirov bi milyonên salan negirêdayî têkiliyên serdestî lê girêdayî têkiliyên hevgirtinê bû. Şêweyê rêveberiyê ku desthilatdarî nasnekiriye, rê li ber pirsgirêkên civakî venake, dayiksalarî bêhtir li pêş e ango hegemonîya jinê di vê demê da bêhtir li pêş e ji ber zilam bêhtir bi nêçîrê daketibû nîzamê komîn yê ku ev komên kilanê bi milyonê salan pê rabûn e, rewşa destpêkê ya demokrasîyê di vî nîzamê komîn da tê dîtin. Ebdullah Ocelan jî vê yekê dibêje; “Çawa ku dewlet kakilê şaristanîyê ye, nîzama komîn ya destpêkê jî kakilê şaristanîya demokratîk e “(Ocelan. 2014.39). Ev yek jî diyar dike kû bingehê şaristanîyê demokrasî çiqas bi hêz e.
Bi pêşketina civaka mirovahîyê ra êdî ev komên kilanê dibin malbat. Malbat rêxistineka civakî ye, bingehê berpisyarîyê ye, rêbazê debara jîyana mirov e. Di şaristanîya demokratîk da xwe bi rêvebirin di malê da li pêş diket dûrî milkîyeta taybet li ser bingeheka wekhev û hevbeşîya di navbera mêr û jinê da ew malbat fêr dibû. Çawa di kilanê da yek ji bo hemûyan bû di mala demokradîk da jî wisa bû. Civaknasîya heta roja me ya îro jî pênaseyeka rast a malbatê nekiriye. Ji ber ku pênaseyên wê hemû xwe dispêrin dewletperestîyê her çiqsî jî bingehê wê demokratîk be. Di wê demê da rêxistineka bi awayê kilan û hozan hebû. Kilan, ji malbata niha ya tê zanîn, berfirehtir e. Malbata yekem ya demokrasî di wê da maldarîya taybet tê da tune bû, sîstemeka sereke ya rêvebirîyê tune ye hemû kar û barên hene bi awayekî hevbeşî di navbera her du zayendan da tê kirin. Bi çêbûna civaka çînayetî ra teşeya malbatê ya îro derdikeve pêşîya me. Çêbûna civaka çînayetî, di heman demê da rastî pêvajoya çêbûna mewdaya (milk) taybet tê. Bi awayekî ne yekser, malbat û milkê taybet, dibin du hebûnên ku di nava hev da, pêk dihên. Malbat, milkê taybet di xwe da ava dike, milkê taybet jî malbatê, xwedî dike. Ev hişmendîya desthilatdar a mêr, zemîneka bihêz a avabûna vê têgihaştina milkperest a malbatê bi xwe ra, derdixe holê. Di civakên Rojhlata Navîn da, têkilîyên komînal û demokratîk bihêz in. Ji ber vê yekê, di nava van civakan da dîtina modela malbata fireh, gengaz e. Di nava malbata fireh de, li gel ku pirsgirêkên wê yên taybet jî hene, çanda jîyaneka hevpar e. Malbat, sazîyek e hem xwe dispêre sinc hem jî xwe dispêre zagonê. Mirov dikare bibêje, malbatên ku pergalê pir bandora xwe li ser nekiriye, sinc û kêrhatinên sincî bêhtir xwe didin pêş, ev yek jî malbateka demokrasî dide pêş. girêdana xwînê di navbera kesan da pêk dihê. Ew girêdan xwedî peywendîyeka civakî ye û li ser bingehê têkilî û sazûmanîyê ye. Çand û sincê hevpar, dihê avakirin. Taybetîyên bingehîn ên malbatê jî ev in, hevparî, piştgirî, berpirsîyarî, xwedî li hevderketin û xweparastin, taybetîyên bingehîn in: Di nava xwe da, bi rêya perwerdekirina zarokan, nirxên civakî di endamên civakê da diçîne û dide pêş. Ocelan jî vê yekê dibêje; ” Malbat di rastîyê da bîrdozîyeka (Ocelan.2019.50)
Êdî bi firehbûna van malbatan Qebîle derdikevin pêş. qebîl, yekîtîya kilanan e; Çend kilan û malbat li ser bingehê alîkarî, çandinî û xweparastinê dihên gel hev û hozekê ava dikin. Di qebîlê da, ji girêdana xwînê zêdetir, têkilîyên hevbeş hene. Qebîl, xwedî çand û zimanekî hevbeş e û xwedî taybetîyên civakî ye. Qebîl, yek ji hêmanên herî girîng ên civakê ye ku yekîtîya malbatan ava dike. Bi piranî qebîle li gund û herêmên ,hezkirîyên erdê ne . Dema ku malbat di çarekirina pirsgirêkên hilberîn û ewlekarîyê da nikaribe pêdivîyên xwe bi dest bixe, qebîle ji ber ku xwedî jîyaneka komînal e, van pirsgirêkan çare dike. Demokratîk di nava wan da tê dîtin. Berîya ku şaristanî bi pêş bikeve, qebîle xwedî jîyaneka azad û xwezayî bû. Sincê wê pir serwer bû; kes ji bo qebîla xwe, qebîle jî ji bo kesê xwe, dikarin cangorîyê bikin. Dema ku şaristanî nêzî wê bû û xwest wê bindest bike, pêvajoya şerên mezin û berfireh dest pê kir. Ji nakokîyên dîrokî. Li dijî vê jî berxwedanên hozan derdikeve holê; çol û çiya, bûn wargehên berxwedan û parastinê.
Êdî Malbat û qebîleyên berfireh ku xwedî heman kokên ziman, çand û parvekirina hilberînan e, ji wan ra ” eşîr ” tê gotin, Piranîya eşîran, li gund û herêmên çandinî û lawirvanîyê belay dibin Dîroka çêbûna eşîran, vedigere demeka dirêj. Di eşîran da, yekîtîya hozan pir xurt e. Ev jî dibe sedema sereke ya hêzbûn û berfirehbûna êşîrê van eşîran demeka dirêj karîbû hebûna xwe li hemberî êrîşên derveyî, biparêze. Eşîran bi yekîtîya xwe dikarîbû li dijî şaristanî ya koledar, bi berxwedanê xwe biparêze. Demeka dirêj hebûna xwe ya çandî, bi yekîtî û rêxistina xwe pêk dihînin. Şêweyê civakîbûnê veguherandin pêkhateyeka ramyarî. Ger pêkhateya ramyarî, xweber be jî dibe hêza sereke ya parastinê. Yekîtîya hişmendî, dibe pêkhateyeka hevpar a civakî. Di heman demê da, bi hevkarîya civakî ra, bingehê hilberînê derdikeve holê. Çanda hevkarî û komînalîyê di komên civakên van da, bihêz e. Di vir da rastîyek derdikeve holê; heger berxwedana qebîleyan li hemberî şaristanîya koledar nebûya, dê nikarîbûya ji bo azadîyê, jîyaneka hevpar û kevneşopşî ya demokratîk, serwerîyekê bidest bixe û mirovahî dê nikarîbûya xwe ji metirsîya. paşverûtîyê rizgar bikira .Ev yek jî bihêzbûna demokratyê ji me ra diyar dike ku ti sistem li jor tune ye ji bo rêvebirîyê, lê hemû karê heye li ser milê her kesî tê ferzkirin mirov dikare bêje nasnemeya civakan qebîle ye, zor û zehmet e ku mirov ji kilanan ra bêje nasneme ji ber ku kilan destpêka cudabûnê ye, lewma qebîle û eŞîr nasnemeya herî rast e ji civakê ra heta roja îro jî hîn qebîle hene ji ber ku civak wek ku nikare bê malbat nayê birêxistin kirin bê eşîr û qebîl jî ji ji hev bikeve
Bi pêşketinan demê ra, bûrîna hezarên sala û bi mezinbûna van eşîran gund dihên avakirin. Yek ji berhemên çanda”neleotîkê” ye ku pê ra berhemên zêde derdikevin holê. Destpêka xwecihîyê ye, pêşketinên zanistî xwe didin pêş.
Êdî bajar ji alîyê civakê ve tevlihev dibin, ev yek jî rê dide ku hiyerareşî derkeve pêş, ev yek jî tê pêşkeve çanda nîçîrvanî ũ pêwistîya parastina kilanê ye. Dema ku mijar dibe parastin, mirin û mayînê ev pêwîstî bi xwe ra otorîte û hiyerarşîyê jî dihîne, civaka bajar bi civaka cotkar ra li ser bingehên sîstemeka navendî kar û xebatan dabeş dikin bi vî awayî beşê hiyerarşîk û dewletdar li jora xwe bi cih dike. Di heman demê da ev rewş dibe sedem ku baviksalarî jî pêşkeve. Baviksalarî: Li beramberî çanda dayiksalar a jin – dayikê oterîteya baviksalar her ku diçe xwe bi rêxistin dike. Öcelan dibêje;” Di civaka baviksalar da binyata hiyerarşîk û otorîte sereke ye ” ev jî ji me ra diyar dike ku şaristanîya demokrasî êdî di rewşeka xerab da derbas dibe. Ji ber ku ev zihniyeta ku bajar daye pêş sîstemeka li gorî hemû nirxên wê yên xwezayî dûr xist û mirov kir weke robotekî. hukimkirin bi xwedîbûnê ra têkildar e ” ( Öcalan 2004 , 34 ) . Dema ku mêr dibe xwedî hêz û otorîte di heman demê da dibe xwed’yê erd, mal û zarokan jî. Bi vî awayî hemû hêmanên şaristanîyê di civaka hiyerarşîk ku di navbera civaka xwezayî û civaka bajar – dewletî da cih digire da ava dibe. Êdî rê li pêşîya Şaristanîya Navendî vedibe .
Encam
Piştî naskirin û zelalkirina rêbazê rêvbirîya di şaristanîya demokratîk ev yek jî di rêya civakên destpêkê da, encama ku ez gihştimê ev e. Ger civaka roja îro sistemeka parmîd di rêvebirîyê da pêk bîne, ku her kes karê li ser milê xwe bike bêyî ku tu sîstem li jor hebin dê pirsgirêkên civakî nema ewqas derdikevin. Tevî ku ewqas bingehê şaristanîya demokratîk di civakên destpêkê da bi hêz bû jî lê em îro dinêrin çawa mirov bûye koleyê dewletê û li gorî wê kar dike bi berjewendîyên wê yên tayebet ev jî di rêya ferzikirin sîstemên hişk û hovane ev yek jî rê li ber xerabikirina civakê vedike her weha mirov dike wekî robotekî ku tucarî nikare pêdivîyê xwe bi tena serê xwe pêk bîne di vê her dem li gorê zagonên dewletê (navendî) tev bigere. Ji ber vê jî xwerêvebirina demokratîk divê di civakê da neyê windakirin. Di bin navê gelparêzî û dîktatorîya proleter neyê bervajîkirin, ger bi vî awayî were pêşxistin wê ev monder a herî zêde nêzî çareserîya rast be. Lewma divê her dem li dijî hezên şaristanîya navendî, hêzên şaristanîya demokratîk derkeve. Her weha divê mirov şaristanîyê weke rêûresmekê bibîne, yek ji wan rêûresmên qedîm, ne ew yekparbûneka çalakîyan ku rojane hûkmê xwe li ser civakê pêk dihîne û her dem bi dewletê ve girênede. Yek jî hîmên şaşîyên gelek ku gelek caran tê kirin ew ku şaristanî weke dewlet û hîmên wê tê pênasekirin. Ger mirov demokrasîyê bike kirasê rawekirina desthilatdarîyê yan jî dewletê ev xerabîya herî mezin e ku mirov bi demokrasîyê dike, lewma em dibînin piranîya dewletan kirasê demokrasîyê li xwe dikin lê rêvebirîya herî hişk pêk dihînin û bi vî awayî mafê rêvebirinê yê civakê ji holê radikin. Xweserîya demokrasî hêza çareserîyê ye ji bo avakirina civakeka rast û azad.
Çavkanî.
Öcelan,Ebdullah.2018.[ Monderîteya şaristaniya demokratîk,pirtuka pêncyem]. QamişloːWeşanxaneya Şilêr.
Öcelan,Ebdullah.2018.[Monîfestoya civaka demokrtîs,pirtũka,duyem].
WergêːRêşad,Sorgul,QamişloːWeşanxaneya Şilêr.
[ موسوعة الحضارات القديمة والحديثة وتاريخ الامم،الجزء الثاني ] Şakir,Mehmũd.2011.
Öcelan,Ebdullah.2018.[ Monderîteya civaka demokratîk,pirtuka yekem]. QamişloːWeşanxaneya Şilêr.
Pirtũka,[zanistê,civakî,seretayî.]
]الحضارات القديم،الجزء الاولKovalev,Diakov.2000.[
Öcelan,Ebdullah.2018.[ Monderîteya şaristaniya demokratîk,pirtuka Çaryem]. QamişloːWeşanxaneya Şilêr.