Qanûn an Sinc
Sinc çi ye?
Sinc (Exlaq)⁚ Ew zanista ku tevger û danûstandinên mirovan di civakê da, lêkolîn dike. Rêbazê jîyaneka bi pîvan ji mirovan ra dinivisîne. Di wateya berfireh da, sinc zanista qencî û xirabîyê ye. Civaka ku ji sincê mehrûm maye, di heman demê da, ji xweparastinê jî mehrûm maye. Cihê ku sinc û polîtîk lê hebin, li wir desthilatdarî û dewlet tews in. Bi kurtasî, sinc rêbaza xwerêvebirina civakê ye, bêyî ku sîstemeka desthilat li jor hebe. Pergaleka nirxan e, ku mirov bi gelemperî li gorî felsefeya lîberal wekî anîna qencîyê û derxistina xirabîyê dihesibîne. Tişta ku mirov ji yên din cuda dike, sinc e. Mirov dikare sincê wekî jîyana li gorî adat, hînbûn, rêûresm û rêzikan pênase bike. Wekî şêwayê ekonomî yan jî rêbaza bidestxistina pêdivîyên bingehîn e. Bi qasî ku çalakîyeka zihnî ye, bi karê civakî ra jî têkildar e. Dema em di kûrahîya dîrokê da lêkolîn dikin. Em dibînin ku rehên vê zanistê li civaka xwezayî vedigerin. Bi avabûna komên kilanê ra ku ji 20-50 kesan pêk tê, rêxistineka sincî tê avakirin. Dibe ku ne bi wateya sincê îro be, lê ev jî destpêka sincê ji me ra dîyar dike. Mînak⁚ Dema komeka kilanê ji 20 kesan ba. Ger tenê sêvek heba divîya li hemû endamên komê, bihata parvekirin. Ev jî bingeha sincê dide xuyakirin. Bi pêşketinên civaka xwezayî ra, bi pêşketinên mirovan û avabûna gundan ra, êdî sinc jî li gorî civakê pêş dikeve. Di jîyana gundewarîyê da bi awayekî berfireh ev yek xwe dida pêş. Dema xanîyek li gund didin avakirin, hemû gundî bêyî berdêleka madî, alîkarîya xwedîyê xanî dikin. Li gorî pîvanên sincî alîkarîyê didin. Sinc wan bi rêxistin û sîstem dike. Lewma di civaka gundan da, wekhevî, hevbeşî, demokrasî, hevkarî û hwd tê dîtin. Civaka ku xwe li gorî zanisteka wisa bi rêxistin bike, helbet wê pirsgirêkên wê civakê kêm bin. Lê bi avabûna bajar û dewletan ra, sinc kêm dibe. Li şûna wê qanûn xwe dida pêş.
Qanûn
Bi pêşketinê ra, milkîyeta taybet derdikeve. Her çiqasî mirov di cewherê xwe da xwezayî be jî. Lê ji alîyekî din ve, ew ber bi xweperestin û hezkirina yekdestdarîya berjewendîyan ve diçe. Ji bo mirov xwe biparêze, xwe dispêra qanûnê. Li şûna sincê êdî qanûn tê danîn. Mirov bi taybet, piştî avabûna bajar û sîstema dewletê bi zagonan ve, tevgarên xwe bi sîstem dikin. Di destpêkê da dîn bi qanûn ve girêdayî bû. Qanûn tenê îradeyeka Xwedayî ye. Ku di her rewşê da, li gorî oldaran pêk tê. Li gorî nêrîna civakên wê demê, ew kes girêdaneka wan bi Xweda ra heye. Lewma têkilîyek di navbera ol û qanûnê da heye. Kesê dadwer (oldar) di navbera civak û Xweda da, navbêjek e. Tiştên ku Xweda dixwaze pêk bîne, di rêya wî da digihîne civakê. Li Misirê di sedsala 11an B.Z da kesên sûckar ji bo ku hukimê li wan bikin, ew tanîn ba peykerê Xwedayî, kesê oldar ji peyker dipirsî: Ka ev mirov sûckar e ya na? Li gorî vê yekê mirov ceza dibe. Li Mezepotamyayê xwedîyê Babil qanûn nivîsîne. Lewma yên ku dixwazin vê qanûnê biguherin yan xerab bikin, ji alîyê Xweda ve ceza dibin. Pirsa sereke jî ew e, gelo çima qanûn ewqasî bi dîn ve hatîye girêdan? Du sedemên bingehîn ji vê yekê ra hene:
- Sedema civakî⁚ Mirov negihiştîye asteka bilind ji têghiştinê. Ji ber vê nikare qanûnan binivîsîne. Qanûnê wekî bûyereka xwezayî dibîn Çawa bûyerên xwezayî yên mîna volkan, erdhêj û hwd ji hêla Xweda ve ne, li qanûnê jî wisa tê nêrîn.
- Sedema derûnî⁚ Di wê demê da, bendoreka olê ya mezin li ser giyanê mirovî hebû. Ji ber mirov bi fermana olê bê nîqaş tev digerîya. Li alîyê din jî kesên oldar xwe tenê wekî amûran di destên Xweda da dibînin. Li gorî Xweda jî biryaran didin. Bi demê ra kevneşopî û kultûr (urf) derdikeve, êdî ol û qanûn ji hev cuda dibin û civak pêş dikeve. Li alîyê Rojhilat di 1750-1792an Z da qanûna Hemo Rabî derdikeve. Ji 282-300 meteryalan bi zimanê ekadî û tîpên mizmarî pêk tê. Di destpêka wê da wêneya Xwedayê Şemis hakimê herî mezin hatîye nivîsandin. Di pêşgotinê da dîyar dike ku mebest jê, pêkanîna wekhevî û aşîtîyê ye. Piştra madeyên qanûnê ji bo çareserîya hemû pirsgirêkên mirovan tên. Hemû tevgerên wan bi sînor dike. Di dawîyê da jî her kesî agahdar dike ku bi van qanûnan nelîze, yan jî wê ji alîyê Xweda ve bê cezakirin. Mînak⁚ Ger mirovekî xanîyek ava kir, ji ber ku xweşik bi karê xwe ranebûye û ew xanî bi ser kesên di wê malê da hilweşîya. Di encamê da xwedîyê xanî dimire. Wê demê avaker ceza dikin û wî dikûjin. Lewra ger kurê xwedîyê xanî bimire, kurê avaker jî dikûjin. Her wiha li Hindê jî qanûna Mano derdikeve. Li Rojava û li Asînayê qanûna Dirakon derdikeve. Ev li gorî wan qanûneka demokratî ye. Ji ber ku Dirakon li Asînayê bi navê gel ne bi navê Xweda diaxive. Berovajî vê yekê û ji ber ku ev qanûn pir hişk bû, qanûna Solon tê daku hişkatîya vê qanûnê kêm bike. Bi demê ra ev qanûn li gorî berjewendîyên wan tên danîn. Ne ji bo gel, lê ji bo desthilatdarîyê ye. Bi vî awayî, civak di rêya van qanûnan tev digere. Mirov bi demê ra dibe koleyê van qanûnan. Mirovê ku ji ber sincê başî dikir, îro ji ber tirsê dike.
Rewşa qanûn û sincê di civaka îro da:
Îro di her civakekê da rêzikên nivîskî û nenivîsandî hene. Ev rêgez kirin û qedexekirina karekî dîyar dikin. Lê qanûnê hin tevger qedexe nekirine. Tevî vê yekê jî sinc wan qedexe dike. Yê ku wan bin pê dike her gav ji hêla dewlet û pêkhateyên wê ve nayê cezakirin. Lê dibe ku di civakê da bibe derbeker. Lewma qanûn beşeka ji jîyana mirov bi rêgez dike û sînoran jê ra datîne. Lê sinc beşa herî mezin di jîyanê da bi rêxistin dike. Sinc, hin tevgerên mirovan bêyî qanûnê ew rêxistin dike. Wekî derew. Di nava civakê da kesê ku derewan bike (Ew derewên ku zererê nadin kesên din), weke kesekî ne baş lê tê nerîn. Lê qanûn kesî ceza nake. Li ser derewên bê zerer tenê sinc bi vê yekê radibe. Hin tevgerên mirovan hene ku qanûn û sinc herdû ew qedexe dikin. Bi taybt ew rêbaza ku neynîyekê dide civak û mirovan. Mîna dizîyê, ku ji alîyê qanûnê tê qedexekirin ji ber ku tu malê kesên din dibî, ku bi vî awayî te zerer da wî kesî ev jî cerîme ye. Tevî wilo sinc jî ew qedexe dike. Ji sedî 98 sedemên civakî ne bi qanûn, lê bi rêzik û pîvanên sincî pêk tên. Beşê herî mezin ji alîyê sinc ve birêxistin dibe. Mixabin roja îro ew civaka ku sinc di binyata wê da bi cih bûye, hatîye têkbirin. Lê dîrok dîyar dike ku civaka sincî gelekî li ber xwe daye. Mayîna sincê heta niha sedama wê ew e ku xwe radestî hêzên şaristanîyê nekirîye. Ji ber ku komikên civakê di nava xwe da ne qanûnê lê sincê pêk tînin.
Gelo exlaq tenê bê qanûn dikare civankê birêxistin bike?
Hin pirs di serê min da çêdibin. Gelo civaka xwezayî bi awayekî rast tenê di rêya sinc da, çawa bê qanûn jîyaye? Eger qanûn nebe û darê zorê li ser civakê neyê pêkanîn, wê demê wê civak baştir bibe yan xirabtir bibe? Ji bo bersivdayîna van pirsan, ez wekî xwendekara beşa mafnasîyê, min hin lêkolîn kirin. Min ji hin beşên civakê jî ev pirs kirin. Di encamê da ez gihîştim du alîyên ji hev cuda.
- Hin dibêjin⁚ Cihê ku sinc lê hebe qanûn ne hewce Lewma Konfoşyos dibêje: “Cihê ku başî, koçe (fezîlet) lê hebe, qanûn lê nîne”. Bi sincê her tişt sererast dibe û çareserî jê ra tê danîn. Ne wekî qanûnê, bi giştî cihê ku qanûn lê pir be, sinc kêm e. Berovajî wê cihê ku sinc lê pir be qanûn kêm e. Wê baştir be ku em civakê bi sincê bi rê ve bibin, bêyî zagonên qanûnî. Zagon û sinc 2 stûnên ku civak xwe li ser wan digire. Civaka ku bê zagon û sinc be, tu carî bi ser nskeve. Di nêrîna wan da sinc di civakê da ji zagonan girîngtir e. Ji ber ku ger civak bê sinc be, çiqas zagonên wê xurt bin jî wê ne li gorî hemû civakê be. Dema ku sinc nebe wê kesên ku zagonan pêk tînin, hovîtî û zordarîyê di pêkanîna zagonan da bikar bînin. Wê rêzgirtin ji kalên temen mezin, zarok, jin, kesên nexweş û hwd ra neyê girtin. Wê civakeke mîna robotan derkeve holê. Ji ber vê yekê ew sinc di ser zagonan ra dibîne. Sinc wekî bingehê herî xurt ê civaka demokratîk e.
- Hin jî dibêjin⁚ Qanûn stûna civakê ye. Bingeha rêxistina wê ye. Her çiqasî sinc li pêş be, ger zagonên bi darê zorê li ser civakê nebin dê civak bi rêxistin nebe. Dibe ku di demên civaka xwezayî da sîstem tenê sincî bû, ji ber ti ezeztî tune bû. Lê aniha di nava civakê da newekhevî heye. Lewma divê bi qanûnê çareserî jê ra bê danîn. Dema civak pêş dikeve, guhertin çêdibe, divê li gorî vê guhertinê rêxistin çêbibe. Ji ber ku di civaka îro da em nikarin li gorî sîstemên kevin xwe bi rêxistin bikin. Mîna dixûyê her çiqasî exalq ew qedexe dike, lê ger ceza hebe wê baştir be. Ji bo ku mirov nema dubare bike êdî pêwîstî bi qanûnê heye.
Nerîna min⁚ Piştî lêger û lêkolînan. Li gorî nerîna min, di civakê da, ger her dem sinc li pêş be, wê civak li pêş be. Lewma dîroka sincê berî ya qanûnê bi hezarê salan kevintir e. Di demên berê da dema yek di şaştîyekê ra derbas dibû, li gorî sincê dihat cezakirin. Dema dizîyek çêdibû ew kesê sûckar nêzî civakê nedibû. Ji koma kilanê dûr diket. Dûrketina ji koma kilanê mirin e. Ji ber ku jîyan ji derveyî wê komê tune ye. Helbet em nikarin ew rêbaz di roja îro da pêk bînin. Lê em dikarin civaka îro bi rêya sincê bi rêxistin bikin. Dema yek dizîyê bike. Heger ji birçîna be, dê civak wî têr bike. Heger ji kêmaqilîyê be, dê civak wî fêr û perwerde bike. Êdî bi demê ra şaştî namîne, çareser dibe. Bi pêkanîna darê zorê û sîsteman li ser wî çênabe. Ji ber bi vî awayî ti çareserî pêk nayê. Heke tu hêza xwe li ser wî mirovê bê hêz ferz bikî, pirsgirêk zêde dibe. Ji bo ku tu civakek sincî bidî avakirin, divê ku rêbazê te yê sincî li gorî civaka îro be. Ez dikarim wekî mînak PKKê bînim zimên. Jixwe PKK partîyeke sincî ye. Li gorî sincê kar dike. Dema hin hevalên jin dixwazin tevlî bibin. Tê dîtin ku sincê civakê, çûna jinê ya çiyayan red dike. Jixwe ev di demên berê da hebû. Lê roja îro jin wekî mêr xebat dike. Êdî em di dema wekhevîyê da jîyan dikin.
Çavkanî
Öcelan, Evdullah.2018. [ Monîfestoya şaristanîya demokratîk, pirtûka pêncem]. QamişloːWeşanxaneya Şilêr
Öcelan, Evdullah.2018. [Monîfestoya civaka demokratîk, pirtũka,duyem]. WergêrːRêşad,Sorgul,QamişloːWeşanxaneya Şilêr .
Öcelan, Evdullah.2018. [Monîfestoya civaka demokratîk, pirtũka,sêyem]. WergêrːRêşad,Sorgul,QamişloːWeşanxaneya Şilêr .
Qanûna Medenî
Qanûna Diwelî