Akademiya Civaka Demokratîk

Pîşeya bijîşkbûnê – Rozalîn Hesen

Nivîskar: Rozalîn Hesen

523

 

 PÎŞEYA BIJÎŞKBÛNÊ

Pîşeya bijîşkbûnê pîşeyeke mirovî ye

Pîşeya bijîşkbûnê pîşeyeke mirovî ye. Ev pîşe cihekî wê yê bilind di civakê da heye. Lewra piranîya mirov dixwazin bibin bijîşk. Sedama wê yekê jî ew e ji ber sûdên wê û cihê wê yê bilind di civakê da ye. Her wiha rêzdarîya civakî û pejirandineke mezin ji pisporê xwe ra tîne. Dihêle ku civak bi heyranî û cihêrengî li vê pîşeyê binêrin .

Pîşeya bijîşkbûnê tijî sebir û westandin e

Pîşeya bijîşkbûnê bi karên piratîkî û xwendina giran tijîye. Ji ber ew xwendinek zanistî ye ku ji roja yekem ji zanîngehê (fakulteya tenduristîyê) ew karên piratîkî dest pê dikin. Her wiha kesên ku vê xwendinê diwxînin di gelek astan ra darbas dibin. Piştra dest bi rîya jêhatîbûn ,çalakbûn û xwendina bi berdawamî dike. Daku xêzek ji pirtûkên bijîşkî ji dest wî neçe. Ji ber ku dizane dê rojekê were û ev  xêz bibe taybetîyek ji bo rizgarkirina jiyana giyanekî. Dibe ku bijîşk xwedan şiyaneke ecêb be ku nîşanan bi hevûdû ra têkildar dike, daku bizane darmanên guncaw ji wê nexweşîyê ra çi ye. Rola wî ya rastîn ev e. Di heman damê da ,divê ew rast , pir baldar, hişiyar û bilez-aqilmend be û dilê wî hişk be daku karibe bibe nişterkarekî(cerah) jêhatî, yê ku cihê êşê dizane. Lewra divê herdam amada be ji bo rewşên awart e. Pîşeya bijîşkî  ji bo her kesê ku dixwaze fêrî fedakarî û xêrkirin ye. Her wiha kesê ku vê pisporîyê bixwaze divê di karê xwe da rast be, dûrî bê serûberî û tevlihevîyê be, ji ber ew pîşeyeke exlaqî ye. Ji ber ku bijîşk bi kapasîteya xwe ya dayîna fedakarî, dilnizmî û xwestina alîkarîya dardora xwe ku bi vî  rengî bandorê li mirovan dike. Ji ber vê yekê jî pîşeya bijîşkî bi biryardarî, îrade, bêhnfirehî û jêhatîbûneke mezin ve çêdibe. Her wiha pêwîst e dema xwe bêyî westandin û bêzarî bide derdora xwe.

Ev pîşe yek ji kevintirîn pîşeyên cîhanê ye. Ev pîşe çiqas dem dirêj be jî lê ronahîyê ji dest xwe nedaye. Bi rastî cegersojîya(şexef) di vê pîşeyê da û nêrîna ku hemû mirovan lê meyze dikir hîn jî ew nêrîn li ser nehatîye guhertin. Sedama vê jî ew e ku ev pîşeya mezin ji bo civakê çavkanîya  îlhamê ye. Wekî çawa bijîşk hemû zanîna xwe dide kar kirin daku mirovan ji nexweşîyan rizgar bike. Di heman demê da mirov jî bi rêz û hurmet li wî dinêrin. Mirov wî ji xwe ra weke nimûne û cihê şanazîyê dibînin. Lewma weke lehengekî li wî dinêrin, ji ber ku ew ji bo xatirê kesên din fedakarîyê dike. Her wiha jiyana bijîşk piştî ku fakulteya bijîşkîyê bi dawî bike, dê bibe milkê gel û dibe berpirsyarê tenduristîya mirovan .

Bibe mirov berî ku tu bibî bijîşk

Wateya jê ev e, ku ez mirovekî rehet bikim tevî ku dijminê min jî be. Bi dilovanî , dilnermî û xwestina xêrê bêyî ku cudahîyê bixin di navbera kesan da bixebite. Ji ber ku insanîyet di ser her tiştî ra ye. Lewma divê ku hûn bi kesên dardora xwe ra xwedî exlaq, wijdan û rêzdar bin.

Hebûn û rola wan a mezin di civakê da

Pêwîst e bijîşk bi sincê pîşeya xwe ve girêdayî be û beşdarî  hemû çalakîyên bijîşkî, tenduristî, hînkirin û perwedahîyê bibe, ji bo avakirina welat û civaka xwe bi awayekî durist. Her wiha beşa bijîşkbûnê li zanîngeha Rojava heye. Pêvajoya xwendina wê heya sala şeşan e. Jixwe ev sal yekemîn sal e ku xwendakar dê ji vê beşê darbiçin. Lê belê ez wekî xwedakara bijîşkî siberoj dema ku ez bibim bijîşk, ez ê herdam di xizmeta civaka xwe da bim.