Karil Marks
Felsefeya Emmanuel Kant di îdealan da şoreşek çêkiribû. Vê felsefeyê bandoreka mezin li avakirina Amerîkayê kir. Lê, heke fîlozofekî ku ramanê wî, di nava demeka kurt da, li ser şaristanîya rojavayî bêtir bandora xwe dike, dê Karl Marks be.
Ger em bibêjin encamên hizir ên baş û xirab hene, em dê vê mijarê bi zelalî, di xebata felsefî ya Karl Marks da bibînin. Lê di heman demê da, em dizanin ku ne tenê encamên îdealan hene, lê îdeal jî bûyeran çêdikin. Bûyer jî rêya hilberandina îdealeka nû çêdike.
Ger hûn biyografîya Karil Marks binirxînin, hûn dê tiştekî diramatîk û hin bûyerên ku di zaroktîya wî da qewimîne, bibînin. Van bûyeran bandoreka mezin, li ramana wî kirîye. Ji ber ku Karil Marks fîlozof e, bi hizir, bîr û bawerîya xwe, bandor li cîhanê kirîye.
Ew li Almanyayê, di malbateka cihû da, ji dayîk bûye. Bavê wî bazirganekî serfiraz bû. Bi mebesta bazirganîyê malbata wî çû bajarekî din. Ew bajar jî di bin kontrola endamên Dêra Martin Luther (Martîn Luter) da bû. Ji ber berjewendîyên karê xwe, bavê wî beşdarî Dêra Luter bû. Dibe ku ev yek di karê wî da bibe alîkar, lê bandoreka mezin li ser vî lawikê piçûk kir. Ev bû sedema dilşikestineka mezin. Marks di wê ceribandinê da dît ku sedema tevlîbûna malbata wî ne dîn, bawerî û îdeal bû, aborî bû. Marksî qet ew bûyer ji bîr nekir.
Marksî zanîngeh li Almanyayê xwend. Ew -di dema xwendina xwe da- şagirtê felsefevanê navdar Hegel bû. Lê ew ji mamosteyê xwe nerazî bû. Marksî di wê demê da, dest bi hizirandina dîroka cîhanê kir. Marksî nêrîna Hegel ya ku dibêje: “Dîrok bi rengê dîyalektîkî bi rê ve diçe” pejirand.
Marks teorîya xwe ya di derbarê materyalîzma diyalektîkî da, bi pêş xist. Anku wî got ku: “Dîrok ne bi pevçûna di navbera îdealên giyanî da, yan têghiştinên vacî da, bi rê ve diçe. Lê bi tevgerên xuyaker ên berbiçav ku xwedî hizrên madî, nemaze di derbarê pergalên aborî yên nakok da, ya ku wî jê ra digot: “Têkoşîna çînan xwe bi awayekî eşkere, di damezrandina civak û çandên cîhanê da dide der”.
Di herikîna dîrokê da û li gorî nêrîna Marks, dît ku gelan ji pergala feodal di serdema navîn da derbasî qonaxên curbicur bûn û heya şoreşa pîşesazîyê, veguhezîn aborîya çandinîyê. Paşê bû sedema kirîzek ku gihîşte kûrahîya giyanê mirovan.
Awayê lasayî teybetmendîya mirovî ku wî wek Homo Sapiens bi nav dike, dîyar kir. Ew jî tê wateya ku ew mirovekî xwedî hizir e. Tê wateya ku taybetmendîyên me, di şert û mercên me yên jîrbûn û hêza me da ne. Em dixwazin li ser hebûna xwe bihizirin.
Marks got ku mirov Homo Faber e û dîtina mirov ya bi wateya mirovê çêker an karker e, nepejirand. Tişta ku hebûna me ya mirovî dîyar dike, dema ku em dixwin, vedixwin û radizin, di bingeh da, bi xebata me ya kar ve têkildar e.
Dema ku em yekem car bi kesekî ra hevdîtinê çêdikin, em sê pirsan jê dikin: 1) Navê wî 2) Cîhê wî yê rûniştinê 3) Karê wî. Ev yek dide xuyakirin ku hebûna me li ser bingeha karê me dîyar dibe.
Marks got: Bi analîzkirina tevgera dîrokê ra, kûrahîya hebûna me, di karê me da ye. Ya ku bi şoreşa pîşesazî û dagirkirina kapîtalîzmê ra wekî pergaleka aborî, bi taybet li cîhana Rojavayî bi cih bûye û bûye sedema biyanîyeka kûr di giyanê mirovî da ku ew veqetandina kes ji mêweyên keda wî kirîye. Got ku: Ev kirîz, guherînên bingehîn di avahîyên paşeroja civakê da çêdike.
Berovajî fîlozofên dîrokê yên pêşîya wî, mîna Hegel, dema ku digot: Dîrok ji vê pêvajoya diyalektîkî bi sîstemeka pêşketî û hevgirtî li gorî wê dîrok bi zagonên nedîtbar ber bi rêgezeka taybetî ve diçe, derket.
Marks gihîşt wê encamê ku eger em karibin bibînin ku cihê civakê divê li kû be? Divê em wê gavê li benda hêzeka nenas ku wê guherînekê çêbike, nemînin. Lê berovajî vê yekê, divê em derfetan amade bikin daku avahîyên ku îro hene her wiha ji bo sibê civakeka baştir pêk bînin, biguherînin rewşeka baştir. Daku rewşa aborî ya mirovan baştir bike. Marks alîgirê şîdetê ye.
“Karkerên cîhanê, bibin yek”! Rehên vê hevokê vedigerin lewazîya felsefeya Marks. Ji ber ku wî proleterya geş kir. Bi armanca afirandina sîstemeka nû ya cîhanî, bi şoreşeka tund, li dijî çîna serdest têkoşînê bike. Ev şoreş di destpêka sedsala 20î da, pir zû pêk hat. Guherînên berbiçav li civaka vê cîhanê anîn.
Beşek ji xerîbketina Marks di aborîya çandinî ya gundewarî da tê dîtin. Cotkar jixwe têr e û ji civaka pîşesazîyê jî xwe radigire. Ew xwedîyê alavên xwe ye. Lê belê, ya girîngtir, ew e ku xwedîyê berhemên keda xwe ye.
Gava ku veguherîna ji vê rewşê ya hawîrdoreka pîşesazîyê pêk hat, wê gavê mirovan bi mûçe dest bi kar kir. Nebûn şirîkên xwedîyên kargehên ku tê da dixebitin. Ne jî xwedîyê mêweyên keda xwe bûn. Marks ev pergala nûjen wekî nûkirina koletîyê didît. Wekî koledarîya ku ji hêla xwedîyên kargehan ve hate ferzkirin, didît. Ev xwedan, berdêleka kêm dide karker û qezenca herî mezin ji xwe ra digire.
Marks di vî warî da li dijî nêrîna kapîtalîst a nirxan, dest bi êrîşekê kir. Li gorî kapîtalîzmê, birêvebirina zagonên aborî, zagonên bingehîn ên dabîn û daxwazê ne. Yê ku nirxa mal û kar û bar zêde dike, kêmasîya herî mezin ew e. Ji ber vê yekê, yek ji sedemên ku çîna rêvebirîyê ji çîna karker pirtir dirav digire, ev e ku zanîna wan ya li kar zêde dikin, kêmtir e. Ji bo kesek di serketina pirojeyên sermayeyê da xwedîyê nirxekî mezintir e, Marks li dijî vê rêbaza çêkirina tiştan, “teorîya nirxê kar” afirand.
Divê mûçe li gorî nirxê karên têne kirin û bi asta keda ku tê dayîn, were belavkirin. Divê zanîn û ked, bibe sedemeka ku xelateka mezintir pêşkêşî mirov bike. Di çarçoveya vê têgihîştina tiştan da, Marks dibîne ku avantaja sereke ku xwedan jê sûd werdigirin, ev e ku ew serfiraz in û rêgezên hilberînê kontrol dikin.
Mînak: Dema ku zarok li ser lîstikeka futbolê şer dikin û zarokek li hêleka din xwedîyê wê futbolê ye.
Marks navgînên ku çawanîya hilberîn, mezinbûn û serfirazîya aborî dimeşîne, nas kir. Lê pirsgirêka ku wî di mijara xerîbketinê da dît, ev e ku çîn xwedîyê alavan e û ji ber vê yekê, ew xwedan parên bilind in û karkeran ji bo berdewamîya kar digirin. Ev yek jihevderxistin û nakokîya di navbera çînan da kûr dike. Mînak: Lîstikvanên futbolê yên navdar, mûçeyên kêm dixwazin. Banga Marks ku dewlet xwedîkirina alavên hilberandinê bigire ser milê xwe û civakê ji xwedîkirina taybetî ya alavên hilberandinê, xilas bike. Ji ber bawerîya wî bi vê ramanê dihat ku dê rêjeya qezencê ya ji bo tevahî mirovan were çareserkirin û her kes dê ji qezencîyê sûdê werbigire. Lê ji bo rûdana vê yekê hewcedarî bi şoreşekê heye. Ji ber pêkhateyên ku di civakên kapîtalîst da hene, li ser bingeha berjewendîya aborî ya hatî sitendin, têne avakirin. Avahîya jorîn a wê civakê li ser van hêzên aborî ava dibe.
Du sazîyên ku Marks bi tundî rexne kirin, zagon û dîn bûn. Digot ku civakên kapîtalîst dibêjin avahîyên xwedîyên zagonî, li ser bingeha têgeheka dadwerî ya jorîn ava dikin. Lê ew dibêje ku sazûmanîya zagonî her dem berjewendîya mezin a çîna serdest nîşan dide. Anku zagon dewlemendan diparêze û xizanan jî ji mafê wan ên zagonî dûr dixe. Ev zagon bi saya dîn ve bi rê ve diçe. Dîn afîyonê mirovan e! Ev hevok ji hêla Marks ve nehatîye gotin. Lê wî bi wateyê ku çîna serdest dînê bikar tîne, û civakê dixe nava xeweka kûr da ku hesta xwe ya êşê winda bike, bi kar anî.
Marks got: Çîna serdest dîn afirandin. Daku li ser mirovan saz bike. Ew ji bo yekdestdarîya wan wekî amûrekê hate bikaranîn. Ji ber vê yekê wî dixwest ku di hûndirê civakê da, ji zagon û dînî xilas bibe. Avahîya wî ya felsefî, hêmanên dînî dihundirîne. Anku kesê azad dê civakeka azad biafirîne ku ezmana wî ya sozdayî jî erd e.
Daku nêrînên wî şaş neyên têghiştin, me xwest bi vê mijara kurt li ser hin hizirînên Marks û hin mijarên girêdayî hizira wî, zelal bikin.. Di dema bê da, em dê hewil bidin li ser her mijarekê ji van mijaran bêhtir agahîyan ji were pêşkêş bikin.