Akademiya Civaka Demokratîk

Medya û jin – Leylan Reso

Nivîskar: Leylan Reso

1,058

 

Medya û jin

 

Dema min dît mafên jinan tune tên hesibandin, min di her şaneya laşê xwe da êş hîs kir. Ez hêrs bûm. Di wê demê da, min biryar da ku bi rêya rojnamevanîyê, dest deynim ser newekhevîyê.

Berpirsyarîya me heye ku em rê li ber naskirina mirovahîya hemû mirovan vekin. Bê cudahîya zayend, meyla wan ya zayendî, bawerî, etnîk û hwd hebe, divê em mirovan wekî ku hene bipejirînin. Divê em rêz ji hemû mirovan û mafên wan ra bigirin.

Ez têkoşîna ji bo mafên mirovan û edaletê wekî erkekî nabînim. Beşeka bingehîn ya nasnameya xwe dibînim. Ji ber vê ez bûm rojnamevan.

Tora Civakî

Malperên tora civakî bi awayekî berfireh li seranserê cîhanê belav bûne. Malper bûne beşeka girîng di jîyana mirovan da. Li gorî lêkolîna ku li Amerîkayê hatîye kirin, ji deh kesan heft kes, van malperan bikar dihînin. Ev malper jî yên herî navdar yên cîhanê ne. Facebook, Twitter, Instagram û hwd bandorên van malperan, li ser jîyana ferdên civakê heye.

Guhertinên ku di jîyana sosyo-ekonomîk da, bi pêşketina kapîtalîzmê ra rû dan, di nava civakê da cih û pozîsyona jinê gelekî cuda kir. Cudahî xwe li sê qadan da hîskirin. Ev di pêvajoya “hilberîner”, ” bikarîner” û “guherînê” da, cihê jinan e. Kapîtalîzmê bi xwezaya xwe ve, her tişt veguherandîye metayekê.

Jinên çalak, bihêz, azad û kedkar rastî rexne û êrîşan tên. Li ser kesayet, kar, axaftin, cil û berg û şêwazên danûstandinê dibin mijara rexneyê. Çima bêhtir rexne li jinên wisa tê kirin? Divê em bala xwe bidin.

Bandorên erênî yên bikaranîna malperên tora civakî çi ne?

Medya (televîzyon, rojname, înternet, kovar, pirtûk, sînema, radyo) bandorê li hemû jîyana me dike.

Di heman çarçoveyê da, medyaya ku xwedî rolên kêf, agahdarkirin, şêlandina çandî, siyasîbûn û civakîbûnê ye, weke dîyarkera belavkirina hilberîna çandî derket holê. Di nava van rêbazan da, ya herî balkêş, bikaranîna jinê ye. Ji bo nirxandina pozîsyona jinê ya li qada çapemenîyê jî pêwîst e bandor rêklamê li ber çavan were girtin. Rêklam, rehenda aborî ya medyayê ye. Xwedî wê kapasîteyê ye ku bandorê bin hişê mirovan dike.

Jin weke aktorên stratejîk yên tevgera civakî ye

Em dibînin ku bi vê yekê ra hêmanên mirovan wekî amûreka hêja bi kar dihîne. Li alîyê din jin di warê bazara nû da wekî hedef hatine hilbijartin. Di kovar û bernameyên giştî da, jin wekî komeka girîng ya mezaxtinê cihê xwe digirin. Îro em di rojname, bîlbordan (afîş tabloyan) da, hêmanên jinê pir dibînin. Di çavê rêklamkeran da jin, xwedî du taybetmendîyên cuda ye. Jin bûye amûreka girîng. Sermayedar jinê di rêklamên xwe da, ji bo îqnakirin û bandorkirina kesên din, bikar dihînin. Wekî tê zanîn çend taybetmendî ji jinan ra hatine dîyarkirin. Wek pasîfbûn, hestyarî, sedeqe, nebûna hêza kontrolê.

Rêklam amûreka girîng e ku pêdivîya cîhana kapîtalîst pê heye daku girseya mişterîyan teşwîq bike. Bikaranîna hêmana mirovî, bi taybetî jî ya jinan, di rêklaman da her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê da, bedena jinê, di teşwîqkirina berheman da, wekî amûreka bibandor dihê bikaranîn. Di heman demê da, yek ji rehenda çapemenîyê, di rojnameyan da, bi rêbazên zirav, belavkirina wan zêde dike. Ya herî balkêş ji van jî bikaranîna jinan wekî aksesuarên dekoratîf yan jî pêşangehan e. Hema hema hemû rûpelên rojname û malperan, wêneyên jinan bikar dihînin.

Bi giştî tê dîtin ku jin di rûpelên yekem û ya dawîn da, wekî aksesuar tê bikaranîn.

Em balê bikşînin ser vê yekê: Di kovar û rojnameyan da, jin li şûna ku wekî exlaqên baş, serkeftî, zîrek, durist, şareza û zana bên pênasekirin, lê bi şîroveyên wekî sêrbaz, dewlemend, seksî tên pêşkêşkirin. Ji alîyê din ve, di wêneyên têkildarî nûçeyan da, karakterên mîna dildarîya jinê, bêçaretî, bêhêzî û nezanîyê hatin bikaranîn. Rola hilberîner ya jinan a di medyayê da, ji alîyê vegotina agahîyên dihên xwestin yên li ser jinê, gelekî girîng e. Di medyayê da, her çiqas di mekanîzmayên biryardayînê da, jin zêde tune bin jî lê jin bi awayekî çalak, di nav kar da ye. Di warê cihê jinan yê di medyayê da jî jin xwedî rehendeka pir girîng e. Ji bo vê jî li her qadê, meşandina têkoşîneka bi hişmendî esas e.

Gelo Bandorên Neyînî Yên Malperên Tora Civakî Çi Ne

Ji bandorên nerênî yên bikaranîna malperên tora civakî: Zêde bikaranîna malperên tora civakî, dibe sedema alozîyan di mêjî û kesayetî da. Bikaranîna zêde ya malperên tora civakî bandorê li ser serkeftina akademîk ya xwendekaran dike. Peywendîya civakî dikare bandorê li ser hest û hestên kesane bike. Heke malper bi şaşî were bikaranîn, fikar, depresyon û kêmbûna xwebawerîyê çêdike. Malperên tora civakî rê didin sûcdaran ku sûcan bikin. Malperên tora civakî, bi gelek kiryaran, nepenîya jîyana taybet ji holê radike. Her wiha ew weşandina porno û peyamên cinsî hêsan dikin.

Zêdebûna bikaranîna malperên tora civakî dibe sedema pirsgirêkan. Dibe sedema guhertina awayê kar. Bi taybet, li ser jinê, bazarên nû yên kar vedibin. Jinan di ronesansa civakên kevnar û nûjen da, roleka bingehîn lîstiye. Bi vê rola xwe misoger kirin ku di wan civakan da, bi awayekî erênî guhertin çêbibin.

Jin û fedekarîyên wê di nava civakê da

Guhertinên erênî yên ku civak lê digerin, bi giranî bi rastîya jinê ve girêdayî ye. Jin, bi çi radeyê, dikare rola xwe di civakê da bicih bîne? Bi pêşketina civakan ra, em dibînin ku jin ne tenê bi erkên xwe yên li hemberî xwe tev gerîyane. Malbat û mezinkirina zarokan, lê di warên cur bi cur da, roleka civakî ya sereke jî heye. Li gorî şarezayên wan yên zanistî, çandî û civakî, rola wan di civakê da, di astên cur bi cur da heye.

Rola jinan di lênêrîn û piştevanîyê da

Jin di gelek waran da, di bingehên lênêrîn û piştevanîya civakê da, roleka wê ya mezin heye. Ji ber ku ew bi hemû hêza xwe ve, di warê lênihêrîna zarok û kal û pîran da dixebitin.  Jin bi rêya hînkirina bingehîn ya ku rêzik û têgehên xwendin û nivîsandinê li malê û di sazîyên perwerdehîyê da dihewîne.

Jin endama civakê ye. Divê di rêvebirina civakê da şirîkê mêr be. Mêr jî divê kar û barên jinê hilgire û karê malê jî bike. Divê mêr rola jinê ya civakî betal neke. Ji ber ku ew di hilgirtina berpirsyarîyê da, hevparê mêr e. Li gorî rewşa mezinbûn û pêşketina ku civak tê da ye, pêwîstîya me bi hemû hewildan û enerjîya civakê heye. Ger em rola jinê ya civakî bicemidînin, em dê nîvê enerjîya civakê ji dest bidin. Jin nîvê civakê ye. Ji ber vê yekê, divê em rola jinê ya civakî xurttir bikin. Bi berdewamî piştgirîya wê bikin. Ji bo derbaskirina zehmetîyên ku diqewimin. Dijî kevneşopî û pîvanên civakî yên ku hebûna jinê ji holê radike, divê em kar bikin.