Akademiya Civaka Demokratîk

Pênase û Wateya Jineolojî – Arîn Mihemed

Arîn Mihemed_

426

Pênase û Wateya Jineolojî

Pêşgotin

Jin, di dîrokê da diyardeya ku herî zêde li ser tê axaftin, nivîsandin û nîqaşkirin e. Ti felsefe, zanist, mîteolojî, pêlên fikrî, ol, pêxember, serok û fîlozofên ku li ser jinê nêrîn diyar nekirine tune ne. Her weha di roja me da jî ji kesên di nava civakê bigre heya serokwezîran her kes li ser jinê xwedî nêrîn û biryar e. Lê tevî vê yekê jî ne dîroka koletîya jinê, ne jî dîroka azadîya jinê nehatiye nivîsandin. Jinolojî jî xwe dide pêş ji bo persivdayîna vê yekê û di derbarê sedem û çavkanîyên pirsgirêkên jin û civakê da lêkolînan dike û li çareserîyê digere herwiha dixwaze hêza şîroveya azad û fikirandina azad a mirovahiyê pêş bixin. Bi Jineolojîyê em dixwazin zanista jîyanê pêş bixin. Armanca me bi awayekî azad bi hev ra jîyankirina jin û mêr e. Em hem wê weke zanista jinê hem jî weke zanista jîyanê digirin dest. Zanisteka ne tenê ji bo jinê ye lê ji bo têkoşîna hemû civakê ye. Rast e, pêşengtiya vê jin dike ji bo xizmeta civakê lê berpirsyarê vê yekê ne tenê jin e. Lewma di warê bîrdozî û teorî da jî gelek pirsgirek hene, her weha  girtina rê û rêbaza rast a di têkoşîna zayendî da ji bo her du zayendan xwe dide pêş û têgîna azadîya jinê sererast dike .Yek ji armncên wê balkişandina li ser girêdana di navbera qadên zanistên civakî da ye  mîna : dîrok, ekolojî, aborî û polîtîk, di heman demê da  bi çavekî rexnegir  bandora ayendperestîyê li ser wan zanistan, analîz dike û şîroveyan li pêş dixe. Her weha jineolojî li ser zayendpersetîya di nava civakê da lêkolînan li pêş dixe û di derbarê çawanîya azadbûna civakê ji zayendperestîyê û bingeheka zanistî bi nêrîna jinê ava dike ji hêleşaşî û parçebûnên me ra jî dibe çareserî. Ji bo vê jî zanistîya ku ji alîyê jineolojîyê ve tê pêşxistin, ji bo heqîqeta civakê wê bibe dermanek. Ji alîyê sosyolojîyê ve jî rista xwe pêk dihîne. Azadî di vê derê da dest pê dike. Pirsên girîng jî ev in: Gelo îro jineolojî ji bo me çi îfade dike? Wê di kesayet û jîyana me da guhertinên çawa bike? Ji bo pirsgirekên civakî ku tên jîyankirin wê çareserîyên çawa pêş bixe? Em ê çawa jinê fêm bikin ango hîs bikin? Em ê çawa xwe û zayenda dijberî xwe nas bikin? Ya herî girîng jî li ser esasê jineolojîyê dê hevjîyana azad çawa were pêş xistin?

Argumen

Ji bo persivdayîna van pirsan, naskirina zanista jinyolojî, system û rêbazên wê hîn bêhtir û guherînên ku bi xwe ra di nava civakê da pêk hatine.  Ger em di kûrahîya dîrokê da lêkolîn bikin ji hêla jin, zilam û civakê bi awayekî giştî ji dema borî (civaka xwezayî) û heta roja îro wê gavê encex em karbin vê zanistê bi awayekî rast şîrove bikin û pêk bînin.

Naverok

Jineolojî Ji hêla têgînê ve, têgîna jineolojîyê, ji peyva ” jin ” ya kurdî û peyva ” lojîyê ya latînî ku tê wateya zanistê, pêk hatiye. Weke peyv tê wateya « zanista jinê ». Hem weke koka peyvê hem jî ji hêla wateyê ve ” jineolojî ” dibe zanista jin û jiyanê. Peyvên ” jin, jîn û jîyanê ” di zimanê kurdî da ji heman kokê ne. Jineolojî, di bingeha xwe da zanista jinê ye, di heman demê da zanista jîyan, hevjîyana azad û civakê ye. Di derbarê sedem û çavkanîya pirsgirêkên civakê da lêkolînan dike. Derketina Jineolojîyê Ji hêla gelek kesan ve ye, hişmendîya zayendperestîyê ya ku li ser zanistên civakî serdest e hatiye rexnekirin. Ji ber vê yekê jî di nava zanistên civakî da pêwîstî bi zanista jinê hatiye dîtin. Ebdullah Ocelan; “di zanistên civakî da nebûna jinê, weke pirsgirêkeka bingehîn dinirxîne” (Ocelan. 2017.72). Ji ber vê yekê, di pirtûka xwe ya bi navê “Sosyolojîya Azadîyê” ya ku di sala 2008an da nivîsîye, jineolojîyê weke têgîn û têgeh dihîne ziman. Jineolojî zanisteka nû ye, lê rehên wê xwe digihînin dîroka jinê û têkoşînên jinên cîhanî ku di encama serpêhatîyên jinên Kurdistanê û Rojhilata Navîn da, derketine holê. Her weha xwe dispêre zanîn û têkoşînên jinan. Îro jî li ser jinê gelek lêkolîn û lêhûrbûyîn hatine kirin, bi taybetî li ser bedena jinê vê yekê dikin. Lewma jin bûye metîngeheka sereke. Ocelan dibêje: ” jin kirine qiraliçeya metayê. ” (Ocelan. 2017. 50). Îro ev yek rastîyeka diyar dike bi taybet dema ku mijara jinê tê destgirtin, jin weke laşekî tê dîtin ev nêrîn di zilaman da zêdetir şênber e. Divê ev yek were guhertin û sererastkirin. Berîya her tiştî dema ku navê jinê tê gotin, divê laşek – bedenek neye bîra me. Divê em jinê di nirxên destpêkê yên ku civak ava kirine da bigrin dest helbet divê li ser esasê mejî ev yek were kirin. Pêşketina zihnîyetê û civakê jî bi vî awayî dibe. Ocelan dibêje; ” heqîqet eşq e, eşq jî jîyana azad e. ” (Ocelan. 2017. 67).  Li gorî ku min jê fêm kir, jineolojî jî xwe gihandina wê jîyanê, rê û rêbaza wê ye, wê demê jineolojî li heqîqetê digere. Heqîqeta ku hatiye parçekirin, tiştên ku berovajî weke heqîqet hatine pênasekirin lêpirsîn dike. Wê demê jineolojî cewhera paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e, mirov çiqasî heqîqetê fêm dike, digihêje jîyana azad; mirov çiqasî digihêje jîyana azad jî wateya heqîqetê xurt dike. Dema ku em qala jineolojî dikin ger qîmeteka yekbûna jin, jîn û xwezayê tê ber çavê mirov. Diyerdeya zayînê jî têkilîya esasî ya di nava van têgînan da ye. Bedewbûna jinê û xweşikbûna jîyanê bi hev ve girêdayî ye. Hevjîyan, têkiliyên jin û mêr ên çandî, civakî, hestiyarî û siyasî di nava xwe da dihewîne. Ji ber ku têkilîyên hevjîyanê, li ser hemû nirxên civakê û pêwendîyên civak û xwezayê bibandor in. Jineolojî hevjîyanê weke xeleka herî girîng dike bingeha lêkolînên xwe.  Jin û mêr, hebûnên weha ne ku hev û du temam dikin lê ji hêla pergala baviksalarî û sazîyên desthilatdar ve, hevsengîya di navbera jin û mêr da hatiye xerabkirin; Jin hatiye bindestkirin, mêr jî ji ber vê pergala serdest ji cewherê xwe hatiye dûrxistin, nasnameyeka serdest li ser hatiye sepandin. Da ku cewherê nasnameya jin û mêr bê ronîkirin, pêdivî bi lêkolîneka berfireh a dîrokî û civaknasîyê heye. Jineolojî bi vê erkê radibe û li ser rê û rêbazên guhertina nasnameya serdest a mêr û nasnameya bindest a jinê lêkolînan li pêş dixe ji bo avakirina civakeka azad.

Encam

Armanca sereke ji pêşxistina jineolojîyê ra pirsgirêka jin û jîyanê  were dîtin û fêm kirin. Ya duyemîn jî em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, pêve girêdayî em zihniyeteka nû ava bikin û di jîyanê da pratîze bikin. Bi awayekî giştî em dikarin bibêjin derketina jineolojî jî li ser esasê ji holê rakirina van kêmasîyên femînîzmê ne. Jineolojî dixwaze kêmasîyên femînîzmê temam bike û şaşîyên wê jî ji holê rake Ji ber vê yekê jineolojî ne waneyeka wisa ye ku em tenê bixwînin û jê fêr bibin divê em nêzîkatîyên xwe biguherînin ji bo vê yekê divê mirov berî her tiştî bi fikir û wêrekî nîqaş bike mefhûmê di mêjîyê xwe da bavêje û azadîyeka xweş pêk bîne. Di encamê vê yekê da ew guhertinên erênî yên ku civak dixwaze pêk bîne helbet bi rastîya jinê ve girêdayî ne ji ber rola wê ya pir di nava civakê da. Jin nîvê civakê ye û ji xwe nîvê din jî perwerde ye. Şert û mercên avabûnê û tevaya civakê bi bandora dayik, xwişk, jin, mamoste û hwd pêk tê. Lewma  divê hemû mafên xwe bi dest bixin ji ber ku hêzeka dînamîk a pêşketina civakê pêk dihîne. Wekî ku Rêber APO dibêje: Jin azad be wê civak jî  azad be. Lewma jî di hemû warên pratîkî , derman, çandinî, xwedîkirina zarokan, hêzên leşkerî û dayîkbûnê da xwedî roleka girîng e. Bandoreka mezin a jinan li ser civakê heye, mafê wan heye ku azadîya xwe bi dest bixin û bibin xwedî kesayet.  Her weha karibin beşdarî rêxistinên navdewletî û karên giştî bibin helbet wê ev maf di rêya jineolojî da were bidest xistin. Ji ber armanca wê jîyan avakirine lewma weke zanista monderîteya demokratîk pênase dibe, herî dawî ez dikarim bêjim jin jîyan e, vê jîyanê ronî bikin da ku hûn civakê ronî bikin.

Çavkanî

Öcelan,Ebdullah.2018.[ Monderîteya şaristaniya demokratîk,pirtuka pêncyem]. QamişloːWeşanxaneya Şilêr

Mehmûd,Rêvan .2017.[jinelojî].Qamişlo:Weşanxaneya Şilêr.

Öcelan,Ebdullah.2018.[Monîfestoya civaka demokrtîs,pirtũka,duyem]. WergêːRêşad,Sorgul,QamişloːWeşanxaneya Şilêr .

جنولوجيا ، أكاديمية .٢٠٢٠.[مدخل إلى علم جنولوجيا].الطبعة الثانية