Li Hember Mafê Jîyanê, Cezaya Darvekirinê _Arîn Mihemed
Li Hember Mafê Jîyanê, Cezaya Darvekirinê
Di destpêkê da gelo mafê jîyanê çi ye?
Em tev dizanin ku hin maf û azadîyên bingehîn ji mirov ra hene. Yek ji van mafên pîroz, mafê jîyanê ye. Mafê jîyanê yek ji mafên herî girîng ên mirovî ye. Divê dewlet an ku civak parastin û rêzgirtina ji hemû kesan ra misoger bikin.
Mafê jîyanê: Mafê jîyanê mafekî pîroz û bingehîn ji bo hemû microvan e. Bê ku cudahî di vî mafî da ji alîyê netewe, nijad, ol û taybetmendîyên din hebe. Ji mafê mirov e ku jîyan bike. Ev maf ji dayikbûna mirov da dest pê dike. Ji qêrîna mirov ya pêşî dest pê dike û di tevahîya jîyana wî da didome. Dema ku mirov derkete dinyê û ji dayik bû, weke mirovatî xwedîyê hemû mafan e, di nava van mafan da jî mafê jîyanê ye. Ev tê wê wateyê ku divê civak û dewlet jîyana kesan ji zayîna wan ve biparêze. Ev maf ji civakên xwezayî da heye. Di nava mirovên kilanê da û ta roja îro. Lê bi pêşketina demê ra, ev maf bi cezayên cuda hem ji alîyê dewletê, hem jî ji alîyên kesan ve tê binpêkirin. Di kurahîya dîrokê da yek ji cezayên ku vî mafî bin pê dike, darvekrin e. Ji bo ku em baş vê cezayê nas bikin. Pêwîst e em li dîrokê vegerin û lêkolîn bikin.
Di kûrahîya dîrokê da, cezaya darvekirinê:
Di nêrîna min ya qanûnî da, ev ceza ne ji îro da dest pê kirîye, ne jî ji berî sed salî da. Ev ceza di nava koma kilanê da dest pê dike. Dema mirov tawanek dikir, ew ji koma kilanê dur dixistin. Durketina ji koma kilanê, ji xwe mirin e. Ji ber ku di wê demê da jîyan ji dervîyî komê nebû. Mirovê berê baş dizanî bû bê jîyan çi ye, baş jî dizanî bû dema mirov tawanekê bike, ger ceza bibe. Dema tawana wî mezin be, êdî mafê wî yê jîyana tê binpêkirin. Loma mirovê sûnckar/sûcdar ji komê dihat dûrxistin û dimir. Bi pêşketina demê ra û bi avabûna dewletê ra. Êdî bi rêbazên cuda mafê jîyanê tê binpêkirin. Bi awayekî fermî ev ceza cihê xwe di qanûna Hamo Rabî da digire. Li gorî ku tê gotin Yekemîn derxistina qanûna cezayê darvekirinê vedigere sedsala 18 B.Z. Di çarçoveya qanûnên “Hamo Rabî” ev ceza cihê xwe digire. Ji bo 25 tawanan cuda tê bikar anîn, di nava van tawanan da kuştin, xiyneta imprator û hwd. Di Yewnana kevnar da, ev ceza hebû, ji ber ku Platon ev ceza weke navgînek paqijkirinê didît. Di nêrîna wî da, tawan nexweşîyek ku ruhê mirov diêşîne, loma divê ev ruh ji nû ve bê pêkanîn. Ji ber vê yekê cezayê darvekirinê jî pêkan bû. Her ku dîrok derbas dibe û civak pêş dikeve, bêhtir ev ceza tê bikaranîn. Lê bi rêbazên cuda tê bikaranîn weke, serjêkirin, şewitandin, perçekirin û hwd. Di van salên dawî da hin dewletan hewil da ku cezaya darvekirinê rakin. Ji ber ku mafê jîyanê ji bo mirov pîroz û mûqedes e, her çiqasî tawanbar be jî ger tecawiz li ser vî mafî neyê kirin. Yekem komara ku cezayê darvekirinê wek beşek ji sîstema xwe ya qanûnî rakir. Komara San Marîno bû. San Marîno welatekî piçûk e ku li bakurê Îtalyayê ye. Di sala 1865 an da, di cîhanê da yekem komar bû ku cezayê darvekirinê bi tevahî rakirin. San Marîno ev biryar di bin bandora felsefeyên mirovî û hiqûqî yên ku wê demê li Ewrûpayê belav dibûn qebûl kir. Piştra gelek welatên din ev ceza rakirin. Bi taybet ew welatên ku banga demokratîyê dikin. Lê dîsa jî li gelek welatan ta roja îro ji bo hemû tawanan tê bikaranîn. Îro Rêvberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê jî ev ceza qebûl nekirîye. Di hevpeymana civakî da, mafên mirov misoger dike. Loma di Medeya 38 an da dibêje: “Mafê jîyanê mafekî bingehîn û parastî ye. Nabe ku cezayê bidarvekirinê were birîn”. Êdî bi vî awayî mafê mirov misoger dike. Lê dîsa jî em rastî nêrînên cuda tên. Hin dibêjin bila darvekirin hebe, hin jî dibêjin bila darvekirin nebe. Birastî ez pir bandor dibim dema mirovek cezaya darvekirinê qebûl dike. Loma min xwest ez wekî xwendekara mafnasîyê di nava nerînên civakê da kûr bibim. Herwiha sedema ku hin kes dibêjin bila darvekirin hebe, hin jî dibêjin bila darvekirin tune be, nas bikim.
- Hin dibêjin: Bila darvekirin hebe da ku bibe sînor ji tawanên di nava civakê da. Dama sînor di nava civakê da tune be, civak ji hev dikeve, bê rêxstin dimîne û xera dibe. Wisa jî dema mirovek tawanên herî giran bike û jîyana xwe berdewam bike, wê mirovê din jî eynî tawanan bike, çir ku yê berî wî ev tawan kir û hîn jîyan dike. Dema cezayek wisa hebe, tirsa mirov ji vê cezayê û daxwaza wî ku her dem jîyan bike nahêle ku tawanan bike. Wekî din jî divê her dem ewlehî di nava civakê da hebe. Ev ewlehî pêk nayê dema mirovê sûcdar ku yek kûştîye an ku tecawizî jineka zarok kirîye, sax be. Loma li gorî nêrînên wan pêwistî bi darvekirinê heye da ku civak bê birêxstinkirin û ji tawanan dûr be.
- Hin dibêjin: Bila cezaya darvekirinê nebe. Li dijî hemû sazî û kiryarên ku mafê jîyanê bin pê dikin disekinin. Ji ber ku mafê jîyanê pîroz û mûqedes e, pêwîst e tim parastî be. Her çiqasî tawana mirov giran be jî nabe ku tu tecawizê li ser jîyana mirov bike. Wê wekî cezayek hovane û nemirovî dibînin. Ji ber ku di pir rewşan da dibe ku bibe sedema bidawîkirina jîyana mirovên ku rastî darizandinên neheq hatine. Sîstema dadwerîyê mirov in, mirov jî rastî şaşîyan tên. Loma dibe ku gelek caran şaşî çêbibe û kesek bê sûnc were darvekrin. Ji bo ev şaşî nebin û her dem ev maf parastî be. Pêwîst e darvekirin nebe. Pêwîst e tim mafê jîyanê ji alîyê dewletê ve bê misoger kirin û parastin. Ev yek jî hem erk e li ser milên rêvberî û dewletê, hem jî erk e li ser milên hemû ferdên di nava civakê da. Loma li gorî nêrîna wan pêwîst e ev maf her dem parastî û pîroz be.
Encama dawî:
Birastî jî mafê jîyanê ji mafên herî bingehîn e. Dema tu bixwaze azadî, wekhevî û demokrasîyê pêk bîne. Ger berî her tiştî tu mafên mirovan pêk bîne, di nava van mafan da jî parastina jîyana mirov e. Ka demokrasîya te dema tu mirovekî darve dike. Ka azadî dema ku tu tecawizê li ser jîyana mirovekî bike. Ez nabêjim demokrasî ew e ku em mirovê sûcdar ceza nekin. Helbet ne wisa ye, kesê tawanbar pêwîst e ceza bibin, lê nabe ku ez tawanekê bikim sînor û bersiv ji bo tawanekê din. Darvekirin nabe sînor ji tawana ra. Gelo li dewletên ku darvekirinê bikar tînin tawan nema ne? Ew kesê ku yek kûşt û hat darvekirin, piştî darvrkirina wî kuştin nema? Li Çînê ku rojane darvekrin çêdibe, tawan bi qasî wan darvekirina zêde dibin. Wekî din jî pir dewletên desthilatdar darvekirinê li gorî berjewendîyên xwe yên sîyasî û kesayetî bikar tînin. Nimûneya vê jî Îrana ku rojan e kurdên bêsûnc û tawan darve dikin da ku berjewendîyên xwe yên sîyasî pêk bîne. Loma darvekirin ne sînor e ji tawanan ra lê belê darvekirin bi xwe tawan e. Tu dikare mirovê sûcdar rast bike bêyî ku tû tecawizê li ser mafê jîyana wî bike. Ji bo avakrina rêvberîyeka demokrat û azad. Ji bo wekhevîya mafên mirovan pêwîst e em bi hev ra li dijî cezaya darvekirinê bisekinin. Pêwîst e em ji xwe da dest pê bikin û vî mafî biparêzin. Em di çareserîyên cidî da bihizirin da ku aramî û wekhevîyê di nava civakê da pêk bînin. Li gorî min tucarî darvekirin nabe çare, lê belê dibe pirsgirêk. Rast e û pêwîst e mirovê tawanbar bê cezakirin. Lê divê cezaya wî bibe serarastkirin jê ra, piştra bibe sînor ji tawanên di civakê da. Em mirovê sûcdar bi fikirê netewya demokratîk ku azadî û demokrasîyê bingeh digire ceza bikin. Ne bi darvekirin û tecawizkirina mafê jîyanê.