Akademiya Civaka Demokratîk

Hevjîyana Azad

Nivîskar: Arîn Mihemed

225

Hevjîyana Azad

Nivîskar: Arîn Mihemed

 

Jîyana wekhev têgeha xwedîderketina azadîya civakî di navbera zayendan da li ser esasê edalet û wekhevîyê ava dike. Ev yek îradeya azad û wekhev di navbera jin û zilam da ava dike. Yek ji mercên jîyana azad ew e ku têkîlîya jin û mêr bi awayekî rast were kirin û jin di avakirina civakê da rola xwe ya bingehîn û pêşeng bilîze. Ji serdemên kevin û ji dema avakirinê her dem jin ji van civakan ra bûye stûneka bingehîn, di her wextî da jin bi mêr ra jîyaneka wekhev û hevbeş jîyan kiriye. Ev rêbazê jîyanê bi hezarên salan dewam kiriye, lê hêdî hêdî û bi avabûna desthilatdarîyê û ji bo ku zilamê serdest desthilatdarîya xwe li ser hemû civakê ferz bike, jin armanc girtiye. Wê di rêya jinê da civakê bi tevahî bixe bin desthilatdarîya xwe. Bi avabûna Şaristanîya Sûmeran ra ev desthilatdarî bi awayekî fermî li ser civakê û bi taybet li ser jinan hat pêkanîn. Jin êdî bû amûrek ji bo mêr û her dem bi rêbazên cuda hatiye tunekirin û biçûkirin. Ev yek berdewam kiriye heta roja îro ku jin hîn jî li gelek welatên cîhanê rastî hukmê zihnîyeta mêranîyê û sîstema înkar û biçûkirinê ya ku li dijî wê tê bikaranîn, û mafên wê yên jîyana civakî û xebatên civakî  ji destên wê tên girtin. Ev zihniyet ramanên xwe ji zihniyeta dewletê wergirtiye,û hemû sîstemên ku temsîla  demokratîyê û wekhevîyê dikin şêwazê perensîbên adil ji bo pêkanîna azadîya jinan ji xwe ra nekirine bingeh, û gelek ji wan sîsteman mafên  temsîlkirina wê di hemû warê jîyanê da rêjeya ji%10 tenê dayê. Ji bo jîyaneka rast, ya bingeh ew e, divê mirov berîya her tiştî jinê pênase bike û rola wê ya di nava jîyana civakî da dîyar bike. Têgîna jinê weke hebûnê girîng e. Mirov çiqasî jinê pênase bike, pênasekirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bê mêr nikarin dest pê bikin, jîyan û jinê rast pênase bikin, lê mêr jî pêwîst e. Rêber Apo destnîşan dike ku ji bo hevjîyana azad herî kêm bi qasî têkoşîna jina azad têkoşîna mêrê azad jî divê û wiha dibêje, “Kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsiyetparêzîya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî da wekhevî pêk hat, hevjîyana azad bi jinê ra pêkan e.”  Bêguman hevjîyana azad ji malbatê da dest pê dike. li gor feraseta jîyana azad a demokratîk têkilîyên evînê yên di nava zayendan da nêzî felsefeya jîyanê ya hevjiyana azad e. Di nava hevjîyana azad da şîdeta psîkolojîk, fîzîkî, zayendî nîne. Lê belê di nava hevjîyana azad da, ne mêr dikare li hemberî jinê, ne jî jin dikare li hemberî mêr hikum bike. Mêrê azad hêza xwe ji mejîyê xwe, hestên xwe ji zimanê xwe digire, ne ji fizîkî û zayendîyê digire. Her wiha jina azad jî hêza xwe ji mejîyê xwe û hestên xwe ji zimanê xwe digire. Ev hunerek e. Di nava hevjîyana azad da evîn ji bo her du zayendan, zanebûn, mutewazîbûn û rûmetî pîvanek girîng e. Ji bo pêkanîna civakeka azad, hevjîyaneka azad pêwîst e. Ev azadî jî pêk tê, dema mafên jin û mêran wekhev in. bêgûman ev wekhevî ne tenê ji alîyê zewacê da lê di hemû warên jîyanê da yek ji wan. Yek ji şêweyên pêkanîna hevjîyana azad hevserokatî ye. Bi hezarên salan jin hatiye tunekirin û ev mafê wê ji destên wê hatiye derxistin.  Lê bi damezrandina Tevgera Civaka Demokratîk û bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ra, sîstema rêveberîya xweserîya demokratîk li herêmê dest pê kir û di sîstema xwerêveberîyê da hevserokatî weke prensîba bingehîn tê dîtin. Birêvebirina navçe, meclis, şaredarî, komîsyon û komînan, aktîvkirina sîstema hevserokatîyê bi avakirina Partîya Yekîtîya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk bi avakirina sîstema rêveberîya xweserîya demokratîk dest pê kir. Di hemû sazî û dezgehên sivîl û rêxistinên civakî da, jin û mêr bi hev ra beşdarî xebatên sîyasî dibin û bi hev ra biryara guhertina civakî didin. Modela serokatîyê weke alternatîfa sîstemê hate qebûlkirin Netew-dewleta ku zîhnîyeta zilamê otorîter serdest e, sîstema yek serok, yek nêrîn û yek şêwazê rêveberîyê ye, sîstema hevserokatîyê ji bo gelan hêvîyê diafirîne. Û ji bo wan jîyana azad misoger dike. Di her civakekî da pirsgirêk derdikevin lê ger ew pirsgirêkan çareser nebin civak ber bi windabûnê ve diçe, ji ber wê jî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji sedan 50 pirsgirêkên jinê bi sîstema hevserokatîyê çareser kir.

Ji bo jîyaneka di asta hevaltîya azad a bi jinê ra erkên divê bêne bicihanîn ev in:

  1. Berîya her tiştî pêdivî bi têgîneka hevjîyana ekolojîk heye ku di bingehê wê da pirbûn û dewamkirina zurîyetê tune ye, li gorî îdeala mirovatîyê ya gerdûnî ye, û hebûna zindîyên din jî li ber çavan digire. Asta gerdûnî ya civak gihiştîyê jîyaneka azad bi jinê ra ferz dike. Sosyalîzma rastî bi tenê dikare li ser bingehê jîyaneka azad bi jinê ra bê avakirin. Ya sosyalîzm divê pêşî bike ew e, divê ji sedî sed jîyana azad bi jinê ra bigihîne astekê.
  2. Ji bo vê jî divê mirov bi awayekî zihnî û sazî li dijî desthilatdarîya hegemonîk a mêrê serwer têbikoşe, û di asta hevaltî û bihevrebûna azad da serketina têkoşîna zêhnîyet û sazîbûnê misoger bike. Bêyî vê serketinê mirov nikare hevjîyana azad pêk bîne.
  3. Jîyana bi jinê ra divê tu carî weke cinsperestîyeka ji bo dewamkirina xerîzeya cinsî û temendirêjîyê neyê şîrovekirin. Çi şaristanî, çi jî modernîtîya kapîtalîst jîyana cinsperest a civakî gihandiye asteka xeternak û heta ev jîyana cinsperest di tevahîya qadên zihnî û sazî da neyê tesfiyekirin, bicihanîna hevjîyana azad ne pêkan e. Di nava paradîgma û wan saziyan da ku jinê weke dîyardeyeka milk û objeyeka cinsî dibînin, jîyan ne bi tenê bê exlaqiyeka mezin e, di heman demê da şêwazê jîyanê yê herî şaş û hov e. Di nava van şert û mercan da mînakeka din a dîyardeya civakî nîne ku evqasî jinekê yan jî mêrekî piçûk bixîne û birizîne.
  4. Kengî milkirinaî jinê hat redkirin, ji cinsperestîya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakê da wekhevî (li ser bingehê cudatîyê wekhevî) pêk hat, hevjîyana azad bi jinê ra pêkan e.
  5. Kengî jin ji bo dewamkirina zurrîyetê nebe amûr, nebe karker an jî bêkar, nebe karkereka erzan an jî bêheqdest, di her qadê da nebe yak u kar li ser tê ferzkirin ,bibe kirde, hevjîyana azad pê ra pêkan e.
  6. Civak  bi tenê di van şer û mercan da dikare li gorî hevjîyaneka azad be ango dikare ber bi  civaka azad û ya xwedî şertên wekhev biberide.
  7. Di nava şer û mercên erênî da hevjîyana azad bi jin û mêrên nirxên xwe yê mejî û avabûnê zêdekirî ra pêkan e. (Manîfestoya şaristanîya demokratîk. Pirtûka  pêncem.Ebdulah Ocelan .2018.77,78)

Jinan   li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê karîbûn bighêjin mafê xwe yê xwezayî di jîyana piratîk û civakî da û roleka wê ya aktîv û beşdarbûna wê di asoyên cuda da bi awayekî adil, wekhev û bêyî tu cudahîya di navbera herdû zayendan da çêbû. Her wiha jin di rêya modela rêveberîya xweser bi hemû  hêzê karîbû rola xwe di meydana civakî û pratîkî da pêk bîne, îsbata kêrhatin û hêza xwe di rêveberîya hevbeş da bi mêr ra di nava sîstema hevserokatîyê ya ku bûye mînak ji pirojeya rêvebirineka serkeftî  û pêşketî di cîhanê da, ji ber ku ev sîstem xwe dispêre  pirensîbên demoqratîk û wekhev ji bo herdû zayendan, felsefeya netewa demoqratîk sîstemeka cuda ye şêwazê îdarî yê nûjen e ku di avakirina civakeka demokratîk û azad da dibe alîkar û ji sîstemên rêveberîya navendî yên ku ji alîyê zihnîyeta mêranîyê ve tên temsîlkirin cuda dibe. wekhevîya jin û mêr pêk tîne. Bi fikir û peradîgîmeya netewa demokrat em ê hevjîyana azad di hemû warên jîyanê da pêk bînin.