Akademiya Civaka Demokratîk

Sîstema Hilbijartinê li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê _Arîn Mihemed

251

Sîstema Hilbijartinê li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê

Sîstema hilbijartinê yek ji rêyên têkoşîn û azadîyê ye. Îro rêvberîya Xweser têkoşîna xwe di rêya hilbijartinê da berdewam dike. Loma divê berî em têgîna hilbijartinê nas bikin û ji bo ku em  vê têgînê jî baş nas bikin pêwîst e em di kûrahîya dîrokê da lêkolîn bikin. Piştra derbasî hilbijartinên rêveberîya xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê bibin.

Berî her tiştî gelo hilbijartin çi ye?

Hilbijartin:

Hilbijartin rêbazekî demokratîk e ku ji bo bijartina kesên ku dê nûnertîya gel bikin û karûbarên wan di hukûmet, sazîyên giştî, an rêxistinên bi rêve bibin tê bikar anîn. Di rêbazê hilbijartinê da hemwelatî dikarin dengên xwe bidin kesên hilbijartî da ku cihê xwe di cihê herî guncaw da bigirin. Yek ji rêbazên ku di bingeh da wekhevî û demokrasîyê pêk tîne, dema ku adil pêk bê. Ev yek jî di rêya sîstema hilbijartinê da pêk tê. Sîstemên hilbijartinê komek rêgezên ku hemû alîyên pêvajoya dengdanê bi rê ve dibin weke: Dîroka hilbijartinê, mafê kî/ê yên dengdanê hene, deng çawa têne nîşankirin û avêtin, deng çawa têne hejmartin, sînorên lêçûnên kampanyayê, û faktorên din ên ku dikarin li ser encamê bandor bikin tên xuyakirin. Sîstemên hilbijartinê yên sîyasî di destûr û qanûnên hilbijartinê da hatine dîyarkirin, bi gelemperî ji hêla komîsyonên hilbijartinan ve têne bicîh kirin.

 Sîstema hilbijartina encûmanan li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê:

Piştî hevpeymana civakî ya bakur û rojhilatê Sûrîyeyê ku di 12.12. 2023 da hat ragihandin. Sîstema hilbijartina mecilsan di hevpeymanê da hatiye misoger kirin. Tê da tê destenîşan kirin ku hilbijartineka adil bi dengdayîna gel her du salan pêk tê. Loma wiha dibêje: “Meclis bi rêjeya (60%) ya endamên yekser bi dengê gel hatine hilbijartin û (40%) ji nûnerên sazîyên civakî yên birêxistinkirî, pêkhateyên etnîkî û olî yên di nava xwe de bi rengekî zelal û demokratîk hilbijartine, pêk tê. Ev yek bi konsensuseka taybet bi qanûnekê tê bi rêxistinkirin. Her du salan carekê hilbijartin pêk tên.” Ev yek jî ji me ra dîyar dike ku hemû endamên mecilsa edaletê, şaredarî, mecilsa jinê û hwed di rêya hilbijartina gel da tê ser karên xwe.  Her wiha di vê hilbijartinê da cih da ye jinê. Loma di hevpeymanê da tê gotin:” Jin nûnertîya xwe bi rêya meclisên jinê di meclisên gel hemûyan da dike, ji komînê heta, bajarok, bajar, kanton û herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê.” Ev jî ji me ra dîyar dike ku bi qasî mafê mêr heye ku cihê xwe di hilbijartinê da digire, jin jî dikare bigire. Di rêveberîya xweser da sîstema hevserokatîyê tê bikar anîn.   Loma Hilbijartinên mecilsan dê di 30’ê Gulanê da li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê werin lidarxistin. Di hilbijartinên ku ji dema ragihandina Rêveberîya Xweserîya Demokratîk ve yekem car in, hevserokên şaredarîyan û endamên meclisên xwecihî dê bên hilbijartin. Piştî dîyarkirina rojên hilbijartinan, li hemû  herêman amadekarîyên hilbijartinan dest pê kir û di vê çarçoveyê da li 7 parêzgehên wê (Efrîn, Şehba, Minbic, El-Fûrat, Reqa, Tepqa, Dêrezor û parêzgeha Cezîrê). avakirina komîteyên hilbijartinê dest pê kir. Li gorî agahîyên ku me ji Komisyona Bilind a Hilbijartinê girtine, Komisyon ji bo avakirina komîteyên hilbijartinê li gel Meclîsa Demokratîk a Gelan xebatên xwe dimeşîne. Komisyon dê van komîteyan perwerde bike da ku piştra dest bi karê xwe bikin. Her wiha ji madekarîyên din ên hilbijartinan jî  dîyarkirina hejmara şaredarîyan e. Niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê 121 şaredarî hene, lê li gorî xala dîyarkirina şaredarîyan di qanûna hilbijartinê da, dê ji nû ve nêrîn di derbarê şaredarîyan da bên nirxandin.  Piştî ku Meclisa Demokratîk a Gelan qanûna Dabeşkirina Rêveberîyê îdarî bike dê hejmara şaredarîyan dîyar bibe. Komisyona Bilind a Hilbijartinan piştî erêkirina vê qanûnê dê bername yan jî salnameya hilbijartinê eşkere bike, ku tê çaverêkirin di demeka kurt da bê erêkirin û piştî wê jî dê dest bi wergirtina serlêdanên hilbijêran bike. Ji xwe daxwaza me jî ew e ku em karibin di rêya van hilbijartinan da sîstemeka adil û wekhev pêk bînin. Rojavayê Kurdistanê di gelek zehmetîyan ra derbas bûye û bi hezaran şehîd danîne ji bo avakirina jîyaneka azad, wekhev, demokrat û adil ji ferd û civakê ra. Hilbijartina adil jî yek ji wan rêbazên ku wekehevî û demokrasîyê bike, tîne. Hêvî dikim ku em  bi van hilbijartinan jîyaneka rast di rêya rêveberîyeka rast da ava bikin.