Têkoşîna Tevgera Azadîya Jinên Kurdistanê
Pêşgotin:
Jina zada, civaka azad e. Bi salan jin li Sûrîyeyê bi giştî û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî rastî sîyaseta biçûkirin û tunekirinê hatîye. Mafên wê yên herî bingehîn jî ji destên wê hatîye girtin û her dem di rewşeka windayî û belav da jîyaye. Ew jî ji ber zagon û hikmê ku ji alîyê zihnîyeta mêran ve li ser wê hatine meşandin. Ew zihnîyet ji alîyê “Dewleta Sûrîyeyê” ve yan jî terorên ku herêm dagir dikirin weke “Cebhet El_Nesira” yan jî “Ceyîş El_Hur” (artêşa azad) û herî dawî jî “DAÎŞ” ku hemû rêbazên tepisandin û tirsê li dijî jinan bi kar tanîn, ew jî bi armanca tunekirina hebûna jinan û ferzkirina îdiyolojîya xwe li ser wan. 19ê Tîrmehê, şoreşa guhertin û vejîna demoqrasîyê ye. Bi destpêkirina şoreşa 19ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî serkeftina wê li hemû herêmên Rojavayê, hemû pîvanên jiyanê yên li ser erdê ji alîyê guhartin û geşdanên erênî ve cuda bûn û hemû nêrînên şaş di civakê da hatin guhartin. Serkeftina şoreşê jî bi pêkanîna fikira projeya Netewa Demoqratîk e ku ev proje yek ji destkeftî û berhemên herî girîng ên şoreşa Rojavayê tên dîtin. Rêber Apo ji roja ku dest bi têkoşîna azadîya Kurdistanê kirîye heta roja îro, cihekê girîng daye jinê. Di bingehê pîvanên azadiyê da jin bi cih kirîye. Bi hişmendîya “Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe” Tevgerîyaye û di her analîz û dahûrandina xwe da cih daye vê mijarê. Li ser vî bingehî, bi jinê ra hevaltîyeka bê hempa kirîye û dike. Hemû pîvanên exlaqî yên di kesayeta jinê da, li hemberî civakê hatine sepandin, xistîye bin lêpirsînê û rêya azadiyê di kesayeta jinê da ji bo beşên civakê hemûyan vekirîye. Jinan jî bi bawerîyê azadî fam kirine, famkirin jî pêkanîn e. Jinê ji destpêka têkoşînê ve di her warî da cih girtîye û xwe bi rêxistin kirîye. Vê rêxistinê bi felsefeya bîrdozîya azadiya jinê li her beşê Kurdistanê bi pîvanên etîk û estetîk tevna xwe hûnandîye. Her ku jinan xwe nas kirîye, di civakê da jî guhartin û veguhartinên cidî çêbûn. Niha Tekoşîna jinên Kurd ên rêxistinkirî ku li çiya, deşt û bajaran bi pêş dikeve, li cîhanê deng vedaye û bûye îlham ji bo jinên azadîxwaz. Li Kurdistan û cîhanê jîyana azad li derdora jina azad bi pêş dikeve. Jina ku koleya koleyan bû, bi berxwedana xwe hesabê hezarên salan dipirse. Dijminê ku li hemberî vê sekna jinê qels bûye û hatîye asta hilweşandinê, bê ser û ber êrîş dike û jinên pêşeng hedef digire. Ji bo hîmê civakê birizîne bi rêya polîtîkayên şerê taybet dest diavêje nirxên civakê, jinên ciwan dixe xefika xwe û sîxûrtîyê li wan ferz dike. Yên qebûl nakin an tên kuştin an jî windakirin. Sazîbûna Şoreşa Rojavayê li hemû herêman bi awayekî hemwext pêk tê. Ne di bin şert û mercên asayî da ava bû. Pêdivîyên jiyanî û erkên yekser di gelek alîyan da destûr neda ku bihevrebûnek kûr li ser kiryar û pirsgirêkên bê dadî yên dema Baasê were seknandin. Rêber Apo ev yek baş tesbît kir û teza sosoyolojîya azadiyê û kirdeya wê “Jineolojî” xist rojevê. Di van salan da gelek xebat çêbûn ji bo ku ev zanist bê pênaskirin û bê rêxistin. Di vir da pirsek derdikeve, gelo cihê ku jinan yekemîn nasnameya xwe ya civakî afiradibû ki der bû? Armanca vê têkoşînê çi ye? Çawa dê jin rêya azadiyê li ber xwe veke?
Naverok:
Ji destpêka ku jinên kurd ên ku li dijî têgihîştinên civakê yên şaş rabûn û çek hilgirtin, bûn hêzek ji bo jinên ereb, tirkeman û siryan ku di jinên kurd da nimûneyek ji bo berxwedanê didîtin. Jin tev li şoreşê bûn û li dijî rêxistinên terorîst ên ku dixwestin herêmê kontrol bikin, şer kirin. Li gel urf û adetên kevnar û li civaka baviksalarî çek hilgirtin û şer kirin. Ji Zerîfe heta Leyla Qasim, ji Besê Anûş heta Sakîna Cansiz û ji Zekîya Alkan heta Arîn Mîrkan, di dîroka nêz da agirê berxwedan û azadîya gelê kurd bi destên jinan hat bipêxistin. Sakîna Cansîz Li gel têkoşîna demekê di nava refên Gerîla da, rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn xebatên tevgerî bi rê ve birin. Ji bo birêxistina gelên kurd û jinên kurd, gelek xebatên Sakîna Cansiz, ne tenê ji jinên Kurd ra, ji hemû jinên bindest ra mîrateya berxwedanê hiştîye. Li gorî wê jiyana wê her tim bi şer derbas bûye, ji bo azadîya jinê û azadîya gelên kurd canê xwe feda kirîye. Di dîrokê da jin bi lehengî û lehengîya xwe her tim di têkoşîna azadiya gelê kurd da cihekî girîng lîstîye. Jinên kurd karîbûn bibin weke xweneka nexweş ji bo dagirkerên Kurdistanê. Bi taybetî di têkoşîna azadîyê ya 50 salên derbasbûyî da girêdana herî girîng a kevneşopîya berxwedanê ya gelê kurd ava kirin. Jinên Kurd di serhildana li başûrê Kurdistanê da, di serhildanên li Bakurê Kurdistanê da, di Şoreşa Rojavayê û şerê li dijî çeteyên DAIŞê da, di têkoşîna azadiyê ya gelan da ku heta niha tê meşandin rola pêşeng lîst. Ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, li tevahîya Rojhilata Navîn bûye navê azadî û berxwedanê.
Têkoşîna azadîya Kurdistanê ku di dîroka Rojhilata Navîn da xwedîyê wateyeka mezin e, di civaka kurd da şoreşên mezin çêkirine. Van şoreşên zihnî, di feraseta giştî ya Rojhilata Navîn da bandoreka mezin kirîye. Bi taybetî şoreşên jinê, destpêkê li Kurdistanê, ji hemû herêman ra pêşengtî kirîye. Ji ber vê yekê civaka Kurdistanê jî rista avakirina civakê dide gerîlayên tevgera azadiyê. Lê ji ber ku gerîla di demên borî da risteka wisa li xwe bar kirîye, civak cihê ku îro sazîbûn û înşaya xwe pêk bîne, her tiştekî ji gerîla hêvî dike. Bê guman gerîla înşaya ziman, çand, exlaq û civakbûna kurdistanê di berdelên giranbuha da ne û risteka mezin lîstîye. Lê divê êdî civak bi xwe civakbûna xwe ava bike û bimeşîne. Divê şoreşger pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya têkoşîna înşaya civakê ji holê rakin. Eger zanista civakî, bi rastî jî dixwaze civak be divê vegere paradîgmayeke şaristaniya demokratîk. Bi vî rengî dikare pêşengîya afirîneriya şoreşê û jiyana azad jî bike. Wekî ku me got civak yekalî ye, ew yekalîya xwe ebedî didîtin. Wê ber bi dogmatîzima hişk ve dibe. Her tiştî dike yek û bi yekdestîya faşîzimê, kûrbûnekê ji civakê dide jîyîn.
Piştî ku di 16ê Îlona 2022yan da li paytexta Îranê; Tehranê polîsê qaşo exlaqê jina kurd Jîna Amînî a ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê qetil kir, têkoşîna jinan ji bo azadiyê xûrtir bû. Ev serhildana jinan bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” ku Rêber Apo banga wê dikir li gelemperîya cîhanê deng veda û gerdûnî bû. Niha di serî da rojhilatê Kurdistan û Îranê li seranserê cîhanê di bin vê dirûşmeya efsanewî da jin daxwaza guhertina pergala pênc hezar salî dikin ya ku hebûna xwe li ser tinekirina vîna jinê daye avakirin. Jin berdêla wê çi dibe bila bibe, di wê baweriyê da ye ku ev cîhan wê bi destên wê bê guhartin. Li rojhilatê Kurdistanê tevî zext, kuştin, girtin, sizayên darvekirinê, êşkence û şideta hêzên rejîma Îranê, çalakîyên gel ên bi pêşengîya jinan dimeşin. Bi biryardarîyeke mezin dewam dikin. Felsefeya “Jin jiyan azadî” ya ku bi serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê darîçav bû, sînorê Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kir. Di nava jinên cîhanê da jî bû hêvî. Niha li gelek welatên Ewrûpayê jin li dora vê dirûşmeyê li hev dicivin û têkoşîna xwe ya li dijî pergala jinkuj dikin yek. Heta niha li gelek navendên Ewrûpayê platform û înîsiyatîfên “Jin jiyan azadî” hatine avakirin. Bi pêşengîya van înîsiyatîfan, jin tên cem hev û çalakîyan li dar dixin. Jinan êdî xwe nas kirîye û haya wan ji hêza wan heye. Hêza ku di dîrokê da ji alîyê serdestan ve ji wan hatîye girtin, bi têkoşînê ji nû ve bi dest dixin. Jin êdî ji xewa giran hişyar bûn û bi tahma azadîyê hesiyane, ne pêkan e ku kes pêşîyê li wan bigire. Weke tê naskirin “Riya heqîqetê beşik ji şoreşê ye” yan jî “Têkoşîna jinê Têkoşîna Xwe naskirinê ye” Şoreşa jinê li Rojavayê bi qasî ku xwe li ser zanistê ava bike ewqas dikare serkeftinên demdirêj ava bike. Keda ku di vê qadê da bê dn kedeke biqîmet e. Ji ber ku asoyên nû di jîyanê da ji bo me vedike. Pêwîst e em wekî jin û wekî gel ji bo ku bi rûmet û azad bijîn, gelek qurbanîyan danin. Lê belê pêwîstîya qurbanîyan bi ronesanseke hizrî û şoreşeka zihnî heye ji bo ku ji rêya xwe ya rast dernekeve. Ev keda ku di heman demê da girêdana bi nirxên jinên ku xwe ji bo me feda kirin.
Encam:
Li gorî nerîna min şoreşa jina kurd îro armancên xwe pêk anîne. Jina ku duh kole bû îro azad e. Di hemû sazî û dezgehên sivîl û rêxistinên civakî da yê li Rojavayê, jin û mêr bi hev ra beşdarî xebatên siyasî dibin û bi hev ra biryara guhertina civakî didin. Encama ked û berxwedana jinên kedkar îro hatîye bi dest xistin. Lê armanca bingehîn ew e ku em jî asta vê têkoşînê bilind bikin û jîyana xwe bi dest bixin. Rêya vê jî ji wekhevî û azadiyê derbas dibe. Ev têkoşîna hemû jinên kedkar ên cihanê ye. Lê şert û mercên jinan û jîyanê li gor welat û herêman diguhere. Di vê têkoşînê da rêya jinên kurd pêşî di serxwebûna welatê me ra derbas vedike. Ji ber ku em ji xeynî nasnameya xwe ya jinê, di heman demê da bi nasnameya xwe ya kurdbûnê jî blindest in. Lê Şoreşa jinê li Rojavayê bi qasî ku xwe li ser zanistê ava bike ewqas dikare serkeftinên demdirêj ava bike. Keda ku di vê qadê da bê dan kedeka bi qîmet e. Ji ber ku asoyên nû di jîyanê da ji bo me vedike. Encamadan li gorî muqyaskirina nirxandinên berî şoreşê û dema niha bi awayekê giştî jin pêşketina jiyan û civakê erênî dibînin. Di alîyê xwe naskirin, mafê xwe û civaka xwe da, di naskirina çand û zimanê xwe da, bi beşdarîya qada aborî, polîtîk û leşkerî gavên gelek mezin hatine avêtin. Ciwan serpêhatiya xwe bi vî rengî dinirxand û digot: ‘ “Bi şoreşê ra vîna jinan pêş ket”. Hewldanên me ev in ku em bi ramanên xwe şêwazekê rêveberîyê bi pêş bixin. Em li ser bingehê sulta (Desthilatdarî) xwe saz bikin. Dema ku em kelecan, berpirsiyarî û têkoşîna afirandina jîyana azad di her kêliyê da bijîn, em ê bikarin rih û heqîqeta şoreşa jinê ya duyem li Rojavayê û bakûrê Sûrîyayê misogir bikin. Têkoşîna jina kurd bûye bingeh ji azadîya jinê ra. Bi jina azad em ê jî azad bibin. Têkoşîna jina kurd, têkoşîna rizgarîya Kurdistanê ye.
Çavkanî:
Mehmûd, Rêvan (2017), [Jineolojî Dilzar Dîlok] Qamişlo, Wêşanxaneya Şilêr
Mehmûd, Rêvan (2019) [Belgeyên1.Konfransa jineolojî ya Bakûrê Sûriya] Qamişlo, Çapxaneya Ş. Herekol