Sizaya Sirgûnkirinê _ Arîn Mihemed
Sizaya Sirgûnkirinê
Di kûrahîya dîrokê da, dema mirov tawanan dikin, bi awayên cuda tên sizakirin. Ev sizakirin jî dibe sînor hem ji mirov ra, hem jî ji civakê ra da ku tawan kêm bibin. Lê belê mirov xwedî mafên cuda ye, divê di pêkanîna van sizayan da mafên mirovan bên berçavgirtin. Ji van sizayan, hin siza hene ku wekî tecawizekê li ser mafên mirovan tê dîtin. Di nivîsera çûyî da me behsa bidarvekirinê kir. Îro jî em ê balê bikişînin li ser sizaya sirgûnkirinê. Yek ji wan sizayan e ku gelek caran mafên mirovan binpê dike. Loma pêwîst e di destpêkê da em pênase û dîroka vê sizayê baş binasin.
Gelo sirgûnkirin çi ye?
Sirgûnkirin, derxistina kesekî bi darê zorê ji cih an herêmeka diyar e. Li hin welatan wek sizayeka qanûnî tê bikaranîn. Ji ber sedemên sizayî, siyasî an ewlehiyê tê bikaranîn. Yek ji sizayên herî giran e ku li ser mirovê tawanbar tê ferzkirin. Bi wateyeka berfiretir, ew berdaneka cezayî ye ku mirov ji hêla qanûnê ve ji devera ku lê ji dayîk bûye yan jî lê dijî, tê dûrxistin. Dibe ku ev siza demdirêj be yan jî demkî be (çend sal bin). Dema em di kûrahîya dîrokê da vekolin, di encamê da em ê bibînin dîroka vê sizayê dirêj e. Ev siza ji bo jiholêrakirina mirovên ku ji civakê ra tirsnak in, dihat bikaranîn. Ji civaka xwezayî û ta roja îro berdewam e. Berî ku qanûn bi pêş bikeve, ji dema ku mirov di rêya sincan da xwe bi rê dixist, ev siza hebû. Di koma kilanê û ta gihîştî civaka xwezayî, bi rêbazên cuda dihat pêkanîn. Ta roja îro jî hin eşîr û qebîle carcaran malbatek an jî mirovekî ji xwe dûr dixin. Dema mirovekî sizayek bikira, ji eşîr û qebîleya xwe bi dûr diket. Bi wateyeka din digot ku “Nema ji me ye yan jî me xwe ji te şûşt”. Em dibînin çawa di nava civaka me da ev yek hatîye çandin û bi gelamperî tê pêkanîn. Wekî nimûne, di demên berê da dema mirovekî sizayek li ser yekî din dikir, qebîleya ku siza li ser hatîye kirin û qebîleya tawanbar, bi hev ra peymanekê datînin. Dibêjin da ku em li qanûn û dadgehan venegerin hûn wekî qebîle vî kesê tewanbar, siza bikin û wî ji qebîla xwe derxînin. Bi vî awayî ew mirov bê qanûnê dihat sizakirin. Bi pêşketinê ra ev siza jî bi rêbazên cuda dihê bikaranîn. Di demên kevnar da li hin împeratorîyên wekî Asûr, Babil û Roma, ku dema neteweyek an jî komeka mirov li dijî desthilatdarîya împaratorîyê bisekinin, siza giştî bû. Ew koma civakê bi giştî dihat sizakirin û ji gund an welatê xwe dûr diket. Di yekê îlona 1939an da, 70,000 kes ji Birîtaniyayê sirgûnê Almanîyayê bûn. Li Firansayê jî, di qanûna ku di sala 1850î da hatîye nivisîn, sizaya sirgûnkirinê li şûna sizaya darvekirinê dihê bi kar anîn. Li Eworpayê, bi awayên cuda û li ser tewanên cuda ev siza pêk dihat. Bi demê ra li gorî sîstem, qanûnên herêmî û navneteweyî rê û rêbazên sizaya sirgûnê hatin guhertin. Li hin welatên din jî hîn heye û di hin rewşan da tê bikaranîn lê li gelek welatan ev siza hatîye terikandin an jî bikaranîna wê gelekî kêm bûye. Di serdemên nûjen da dewletan giranî daye mafên mirovan û azadîyên kesane. Ev yek jî bûye sedem ku sizaya sirgûnê kêm were bikaranîn.
Kurd û sizaya sirgûnkirinê:
Ev siza li ser me kurdan pir caran û ta roja îro tê pêkanîn. Mixabin tu tewanbar bî yan na dema tu kurd bî, helbet tu dê bêyî sizakirin. Me di destpêkê da gotibû, dewletên desthilatdar vê yekê dikin da ku netewe yan kesên li dijî sîstema wan disekinin, ji xwe dûr bixin. Ji ber di fikir û ramanên dewletên ku Kurdistan perçe kirine, yekal, yeknetewe, yekziman û herî dawî jî yek jiyan heye. Loma dema kurdek cuda be yan jî mafên xwe weke axaftina bi zimanê xwe bi kar bîne, yekser ji bo kesên li derdorê pê bandor nebin, ew ji devera ku lê dijîya, bi dûr dixistin. Bi hezaran kurd ji bakurê Kurdistanê di rêya dewleta Tirkîyayê da hatin sirgunkirin û bênasneme man. Gelek eşîr, qebîle û gund bi awayekê giştî ji bakur hatine Sûriyayê di bin navê sizaya sirgunkirinê da. Wekî nimûne di navbera Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem da gelek kurd sirgunê Sûriyayê bûn. Tevî ku dewleta Sûrîyeyê di qanûna xwe da nîşan kirîye ku ev siza tenê ji bo hin tewanan tê pêk anîn. Weke ew kesên ku dibin metirsîdar ji bo ewlehîya civakê û hin sizayên din. Lê rêjîma Baisê jî heman tişt bi kar tanî. Hem di hundirê welat da hem jî ew dûrî welat derdixist. Gelek kurdên bêsûc di nava erban da bi cih dikir, da ku rêjîm bandorê li fikir, ziman û ramanên wan bike. Carcaran jî ew ji welat û malbata wî dûr dixist. Li Îranê jî heman rêbaz, bi hezaran kurd bêyî ku yek sizayê bikin, ji mal, gund û bajarên xwe dûr diketin. Dema derbasî dewletekê din jî dibûn, bêyî mafên bingehîn wekî nasname, hilbijartin, karên rêveberîyê diman. Mafê wî hem li welatê ku tê da dijiya, hem jî welatê ku wê lê bijîya, tune ye. Em dibînin gelek kurdên me di roja îro da bênasname ne, ev jî ji ber van sedeman e. Dibe ku di roja îro da, li hemû dewletên dinyayê, ev siza kêm bûbe. Lê mixabin ta vê kêliyê jî li ser kurdan berdewam e. Di bin navê ewlehîyê siyasî û parastina dewletê da, kurdan sirgûn dikin. Ev yek jî ji me ra dide xuyakirin ku ne her dem siza li ser kesê tewanbar tê pêkanîn, ne her dem ji bo parstina ewlehîya civakê ye. Pirî caran dewlet jî bo berjewndîyên xwe sizayên cuda di qanûnê da misoger dike. Ji ber her dewlet, vîn û berjewendiyên xwe yên siyasî di asta herî jor da digire, loma mafên mirovan li ber çavên xwe nabîne. Ne girîng e mafê te hebe, ya girîng zirar negihîje siyaseta dewletê.
Bandorên sizaya sirgûnkirinê:
Her siza xwedî bandorên cuda ne. Sizaya sirgûnkirinê jî hem gelek bandorên wê hene, hem li ser mirovê ku siza li ser pêk hatîye, hem jî li ser civakê.
- Wendakirina azadîyê: Kesê ku ev siza li ser pêk tê ji azadî, mafên çûn û hatina bi serbestî di welatê xwe da bê par dimîne. Ev yek jî saykolojîyeka neyînî ava dike, ne tenê ji bo wî kesî, lê belê ji bo tevahî malbata wî ku jê dûr bûye.
- Bandora derûnî: Ev siza, bandoreka derûnî li mirovan dike. Ji ber ku mirov ji mal, civak û jiyana ku tê da mezin bûye, dûr dikeve. Ev yek dihêle ku xwe tenê bibîne û cuda di nava civaka nû da bibîne.
- Bandorên civakî: Sirgûn dikare mirov ji malbat, heval û civata wî veqetîne, bandorê li têkilîyên wî yên civakî û piştgirîya civakî dike.
- Zehmetîyên darayî: Ew kes bê mafên bingehîn dimîne. Ev yek jî dibe sedem ku kar jê ra nebe. Dê çawa mirov bê kar debara jiyana xwe bike. Loma gelek zehmetîyan di vî warî da dikişîne.
- Bandorên li ser têkilîyên navneteweyî: Sirgûn dibe ku bibe sedema xirabbûna têkilîyên welatê herdu dewletan bi hev ra. Ev yek jî dibe sedema ku hevkarî, danûstandinên çandî û aborî yên di navbera her du welatan da, bandor bike.
- Nasneme: Ew kes gelek caran bê nasneme dimîne, ji ber vê sedemê jî nikare li wî welatî bixwîne yan tev li hilbijartinên wan bibe.
Gelek bandorên wê hene, loma yek ji wan sizayên ku bandorên demdirêj li ser mirov û malbata wî dike.
Encam:
Piştî lêgerîn û lêkolînan, me dît ku mirov xwedî mafên bingehîn ku divê her demê ev mafên wî parastî bin. Pêwîst e hem ji alîyê civakê hem jî ji alîyên qanûnê ve, ev siza bê rahiştin.
Dema mirovek di nava qebîleya xwe da sûncekî bike, qebîle dikare şaştîya wî mirovî bi rêbazên cuda serarast bike. Ji ber dema tu wî bi dûr bixî, tu ne tenê wî siza dikî, pê ra jî malbat û kesên derdorê, hem jî ew bê hêvî û ji jîyanê dûr dimîne. Dema hêvî û daxwaz ji bo paşerojê nebe, mirov şaşîyên xwe rast nake. Dê çawa ew tewanbar bê hêvî rast bibe? Çawa jiyana xwe berdewam bike? Dibe ku ev yek di gelek cihan da bibe sedema ku hin sûncên din bike da ku ji vê sizayê rizgar bibe. Hem jî ji ber dewletê, vê sizayê ji bo pêkanîna pêwendîyên xwe yên sîyasî li ser mirovan pêk tîne. Di bin navê parastin û jîyaneka aram, mirovan bê maf û bê azadî dihêlin. Loma ger sizayên wisa di qanûnên navdewletî da nebin, dê dewlet jî nekare bigihîje berjewendîyên xwe. Loma ger herdem wekî ku me di gotarên din da jî got, pêwîst e em fikir û ramanên mirovên tewanbar rast bikin. Ne azadî û jiyana wan dorpêç bikin. Ger tu bixwazî civakeka rast û dirust ava bikî, ku tê da mafên mirovan parastî be, divê di asta yekem da tu azadîya wan misoger bikî.
Çavkanî:
Pirtûka qanûn û sizayên giştî
Qanûna navdewletî
Anlîzkirina sirgûnkirinê di hiqûqa Roma û Fiqha Îslamî da , Îmam Selah Îmam (Lêkolîn).
Siyaseta sirgûnkirinê di demên kevnar da, Îmad Ebdulezîm EbûTalib (Lêkolîn)