Pêngava Vejîn _ Navenda Lêkolîn û Zanistên Civakî
Pêngava Vejîn
Pêngava 15’ê Tebaxê; Guleya yekem e di dilê nebûnê da. Di serî de divê hun xwe bi yekîneyên xwe yên xweser biparêzin; di nav malbatê de parastina xweser, di gund de parastina xweser, di taxê de parastina xweser, di kargehê, zeviyê, mizgeftê de parastina xweser, hun li ku derê dibin li wê derê parastina xweser û her dem parastina xweser! Divê hun xwe bînin rewşa gelekî wiha. Yên xwe wiha biparêze û gelekî wiha şer bike dê tekez ser bikeve!’’ (Rêber Apo)
Pêngava 15’ê Tebaxê; Guleya yekem e! Pêngava azadiyeke şoreşgerî ye. Giyana berxwedan, vejîn û serkeftinê ye. Li hember koletiyê, tûjbûyîna hêrsa gelekî yê ku xwe dide derve ye. Bîra civakî û hişmendiya netewî ye. Diyalektîka serhildana hemdem a gelê Kurd e ku di dîrokê de gelê herî kevnar e (qedîm.) Qêrîna azadiya gelê Kurd a mezlûm ku dikeve dîrokê ye. Di welatekî ku hatiye mêtingehkirin de, bi giyana berxwedanê û weke Sîmûrg, ji xweliya xwe ji nûve vejîne.
15’ê Tebaxê; di pêşengtiya milîtanî ya rêheval Egîd de, di xeta Rêbertî de meşîn, berxwedan û xeta serkeftinê ye. Deng û berxwedêriya girtiyên ku gotine ‘’Berxwedan dibe serkeftin, radestbûn dibe îxanet’’ derbaskirina dîwarên zindanan û bi mirovahiyê re hevdîtine. Watedayîna berxwedêriya zindanan a Mazlûman, Çaran, Akîf, Elî, Xeyrî û Kemalan di tûjahiya agirê de herikandina çiyayan û heqîqeta ku digihînin gel e. Di derbarê rizgarî û serkeftinê de her cure kêmhêvîtî, reşbînîtî û dubendîtî avêtina mûzeya (methef) Asar-î Atîka ye. Di dîroka Kurdan de 15’ê Tebaxê,di rêya azadiyê de serdemeke nûye.Lê beriya ku em dabaşa (behsa) vê serdema nû bikin, divê em êş û azara herî dawî a ku gelên rojhilata navîn jiyan dikin û pêşketinên siyasî bigrin dest. Ancax wiha dikare giyana 15’ê Tebaxê û wateya wê bide fêmkirin.
Di rewşa qeyrana îro de, li rojhilata navîn koçberiya dîrokî ya herî mezin tê jiyankirin. Bi milyonan mirov, bi zorê ji cihûwarên wan tên derxistin. Koçê qadên din tên kirin. Bi vê awayê binyada demografiya erdinîgariya Kurd û Ereban, bi şêweyeke ku careke din veger çênebe tê wêrankirin. Pisporê şer ê Almanî fermandar Carl Von Clausewits wiha dibêje; ’’Şer, bi alavên din berdewamkirina polîtîkayê ye.’’ Ev şerê ku li rojhelata navîn tê jiyankirin, pêwîstî û encameke siyaseta hêzên desthilatdar in. Ji vê şer û qeyrana ku mêvanên nevexwendî dexistine, yên zirarê herî mezin dibinin di serî de Kurd, Ereb û gelên herêmê ne. ‘’Tenê perpirsyarê vê qeyran û xwînê hêzên emperyal in, ’’ bi vê gotinê ji nav kar derketin ne rêbazeke çareseriyê ye. Di bingeha vê de, qelstî, nerêxistinî, ji hêza cewherî, azadî, wekhevî û ji çanda demokrasiyê, hişmendiyê bêparbûn (mehrûm) heye.
Pêngava 15 ‘ê Tebaxê dikare di dîroka tevgerên neteweyî yên Kurd de weke dîrokî û girîng bê pênasekirin û em nikarin bi gotinan û rûpelan pesnê vê roj û tevgerê bidin. Ji roja ku pêngava 15ê tebaxê hatiye avakirin beriya 40 salî û heta roja îro. Ji bo gelê kurd û hemû gelên bindest serkeftin û destkeftiyan bi dest dixin.
Ev destkeftî bi xwîna bi hezaran şehîdên ku ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd fedekarî kiribûn hatin bidestxistin, bi pêşengiya şervanê şehîd “Masûm Korkmaz” (Egîd) dest pê kir. Nemaze dema ku di sala 1984’an de hate ragihandin, rewşên pir zehmet hebûn û li ber ronkahiya kêm derfetan karî ji wan zehmetiyan derbas bibe da ku armancên ku ji bo wê hatine danîn pêk bîne.
Pêngava 15 ‘ê Tebaxê xwe dispêre nêzîkatî û ramaneke siyasî, ji ber ku bi hebûna hêzek leşkerî divê îdeolojî û îdeolojiyeke ku pêşengiyê ji vê hêza leşkerî re dike hebe. Ta ku karibe tiştê dixwaze bi dest bixe, û divê xwe bispêre exlaq û civakê, 15’ê Tebaxê ji hizir û îdeolojiya azadiya gelê Kurd, biratiya gelan, jiyana bi hev re û pêkanîna edaletê dest pê kir ku girêdayî hizir û felsefeya neteweya demokratîk e ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye danîn.