Demokrasî û Mafên Mirovan _Arîn Mihemed
Demokrasî û Mafên Mirovan
Mafên Mirovan
Peyva ” maf ” di wateya xwe ya giştî da behsa komek pîvanan dike ku armanc jê bi rêk û pêk kirina têkilîyên mirovan e û parastina berjewendîyên wan e. Peyveke xwe li ser bingeha rastî, wekhevî, edalet û başîyê ava dike. Em dikarin bêjin li her cihê ku gotina maf tê bikaranîn, di nava xwe da pêkanîna van peyvan e. Di wateya teybet da jî hêz, derfet, an karmafên ku zagon dide takekes ta ku karibe bigihîje berjewendîyek rewa ya ku ji hêla zagonê ve tê pejirandin û parastin. Bi giştî maf ev in. Mafên mirovan ew mafên ku li gel her mirovî hene ji ber ku mirov e. Mirov van mafan ji alîyê dewletê ve nagire, lê di xwezaya mirov da ev maf hene. Ev mafên gerdûnî ji bo hemû mirovan ne, bê cudahî ji alîyê netewe, zayend, kok, reng, ol, ziman û çanda wî ve. Bi rêya van mafan jiyana mirov bi rêxistin dibe û azadîyê pêk tînin. Lewma li her cihê ku ev maf tên binpêkirin, azadîya mirov jî tê sînordarkirin.
Demokrasî
Pirgalek civakî ye. Civak pê bawer dike û li gorî rêgez û pîvanên wê tevdigere. Çandek siyasî û sincî ya taybetî destenîşan dike. Destpêka demokrasiyê vedigere Yewnanistana kevnar. Demokrasî navgîna birêxistinkirina civakê ye. Peyva demokrasî ji zimanê Yewnanî tê û bi swêdî tê wateya “Rêveberiya gel”. Yanî di demokrasîyê da xwediyê hêza siyasî gel e. Dîktatorî dijberê demokrasiyê ye. Di dîktatoriyê da yek partî yan yek kes biryaran dide. Ev tê wê wateyê ku gel biryarê dide kî welat birêve bibe. Gel li ser navê xwe partî û siyasetmedarên ku dê welat birêve bibin hildibijêrin. Her wiha parvekirina desthilatdariyê di navbera dewlet, gel û siyasetmedaran da ye. Parvekirineke adil, wekhev û zagonî tê kirin. Bi awayekî berfireh cihê ku demokrasî lê hebe, li wir azadî, wekhevî û adalet heye. Lewma ji bo azadî misoger bibe, divê li ser bingeha demokrasîyê were avakirin.
Pêşxistina mafên mirovan bi rêya demokrasîyê ra:
Pêşxistina mafên mirovan bi rêya demokrasîyê yek ji armancên sereke yên vê sîstema ye. Ji bo em civakeke wekehev, adil, rêxistinkirî ku mafên hemû şaneyên civakê misoger dike, ava bikin. Divê em ji demokrasîyê dest pê bikin. Di roja me da piranîya dewlet û sîsteman kirasê demokrasîyê li xwe dikin, banga mafên mirovan jî dikin. Lê mixabin ew in yên ku li gel wan mafên mirovan herî zêde bin pê dibe. Divê berê hizir û sîstema demokrasîyê di nava civakê da weke çand hatibe dîtin, yanî civak bi salan xwe li ser vê sîstemê bi rê ve birîye. Ji ber em nikarin zû bi zû hizir û çanda civakê bigûherîn in. Lewma em dibêjin demokrasî ne tenê peyveke tê got. Ew li ser gelek pirensîbên bingehîn disekine da ku mafên mirovan pêş bixînin. Bi wateyeke din ji bo em mafên mirovan pêş bixin, divê em demokrasîyeke rast pêk bînin. Demokrasî, geşepêdan, serweriya hiqûqî, rêzgirtina mafên mirovan û azadiyên bingehîn bi hev ve girêdayî ne û hevûdu temam dikin. Lewma armancên sereke ji demokrasiyê parastin û bilindkirina rûmet û mafên bingehîn ên mirovan, gihîştina edaleta civakî, teşwîqkirina pêşketina aborî û civakî ya civakê, xurtkirina hevgirtina civakê û misogerkirina ewlehiya neteweyî.
Gelo em ê çawa mafên mirovan bi rêya demokrasîyê ra pêk bînin?
Ji bo demokrasî bibe bingeha azadîya mirov, divê berî her tiştî çend xalên bingehîn pêk wer in.
- Nûnertî û beşdarbûn: Demokrasî derfetê dide mirovan ku bi rêya hilbijartinan beşdarî biryarên siyasî bibin. Ev nûnertî dengê hemû beşên civakê misoger dike. Ev yek jî mafên mirovan pêk tîne.
- Azadiya derbirînê: Di welatên demokratîk da mafên derbirîna bîr û baweriyê wek mafekî bingehîn tê dîtin. Ev azadî ji bo nîqaşkirina mijarên têkildarî mafên mirovan û bilindkirina hişmendîya civakê di derbarê wan da dibe alîkar. Rê dide kes bi serbestî ramanên xwe diyar bikin, ev jî vîna civakê di nîqaşkirina mijarên mafên mirovan de zêde dike.
- Saziyên Serbixwe: Hebûna dezgeheke dadwerîyê ya serbixwe û ragihandineke azad ku alîkariya çavdêriya hikûmetê bike. Ji bo ku mafên mirovan neyên binpêkirin. Ev sazî roleke girîng dilîzin da ku berpirsiyarên her binpêkirinan hesab bidin.
- Zagonsazî: Di rêya demokrasîyê da, zagonên ku mafên mirovan diparêzin, wek zagonên dijî cihêkariyê û parastina mafên kêmneteweyan tên nivisîn. Ev zagon alîkariya pêşkeftina edalet û wekhevîyê dikin.
- Civaka Sivîl: Demokrasî hebûna rêxistinên civaka sîvîl misoger dike, ji bo parastina mafên mirovan û pêşkêşkirina piştgirî ji kesên ku siza li ser wan hatine pêkanîn ra dixebitin. Van rêxistinan di warê hişyarkirina mijarên mafên mirovan da rolek girîng dilîzin.
- Perwerde û Hişyarî: Demokrasî perwerdehiya li ser mafên mirovan pêş dixe, alîkariya mirovan dike ku mafên xwe fam bikin û daxwaza wan bikin. Ev hişmendî ji bo avakirina civakek adiltir dibe alîkar.
- Hilbijartinên azad û dadperwer: Dabînkirina hilbijartinên zelal ku rê dide hemwelatiyan nûnerên xwe hilbijêrin. Ev yek jî mafê beşdariya siyasî li wan zêde dike.
- Parastina kêmnetewîyan: Sazkirina zagonên ku mafên kêmnetewan û girûpên kêmneteweyî diparêzin.
- Bicihanîna serweriya zagonê: Misogerkirina wê yekê ku hemû kes, ku rewşa wan a civakî û siyasî, bi heman şêweyî di bin zagonê da bin.
- Berpirsiyarî: Bihêzkirina mekanîzmayên berpirsiyariyê ji bo kêmkirina gendeliyê û misogerkirina berpirsiyariya berpirsan ji binpêkirina mafên mirovan.
- Piştgiriya navneteweyî: Hevkariya bi rêxistinên navneteweyî û herêmî ra, ji bo pêşxistina mafên mirovan û pevguhertina pratîkên herî baş.
Ji ber vê yekê, demokrasî wekî çarçoveyek bi bandor ji bo pêşvebirin û parastina mafên mirovan tê hesibandin, ji ber ku ew beşdarî avakirina civakek adil û wekhevî ji mirovan ra dike. Em jixwe da dest pêk bikin, em demokrasî û wekhevîyê di jiyana xwe ya rojana da jî pêk bînin. Bi hizir û felsefeya demokratîk, azadîya mirovan pêk bînin. Bi giştî, demokrasî çarçoveyeke hewl dide hevsengkirina mafên takekes û hewcedariyên civakê nîşan bide, di avakirina civakek dadperwertir û aramtir da dibe alîkar.