Akademiya Civaka Demokratîk

Kurd, Şer, Serkeftin_Şêxmûs Mihemed

168

Kurd, Şer, Serkeftin

Kurd miletekî bi hêz û israr e. Di gelek rewşên dijwar da cesareteke mezin nîşan dane. Lê şer ne her tim çareserîya herî baş e, ne jî ya herî girîng e ji bo hewldana aştî û aramîyê ye. Hewildanên avakirina aşîtîyê jî yek ji taybetmendîyên xwezayî yên kurdan e.

Dîroka şerên Kurdan tevlihev û dijware. Kurd di dîrokê da, çi li Iraq, çi li Tirkîyê, çi li Îranê, çi jî li Sûriyê rastî gelek nakokîyan hatine. Ev têkoşîn gelek caran encama lêgerîna mafên xwe yên siyasî û çandî bûn. Ew mafên ku gelek caran dihatin înkarkirin.

Yek ji sedemên sereke yên têkçûnê jî, siyasî bû û ne leşkerî bû. Ji bilî vê, kurd di navbera partî û tevgeran de jî bi nakokîyên navxweyî re rû bi rû ne. Herwiha destwerdanên derve yên welatên cîran weke Tirkîya û Îran rewş aloztir kirîye.

Dema ku Iskender dixwest ber bi Hindistanê ve biçe, li çiyayên kurdistan asê ma. Gazî mamosteyê xwe Arîsto kir da ku çarekê jê ra bibîne. Mamosteyê wî jê ra got: ʺEv kurd in, tu ti çarî nikarî bi wan. Tenê tu dikare wan tevlîhev bike, nakokîyan di navbera wan da çêbike û derbas bibe ʺ.

Di gelek şerên din da jî ti carî kurd serî netewandine û qet ji ya xwe venekişîyane. Di milê leşkerî û hemû rewşên girêdayî şer da, kurd biserketine. Lê kurdan pirsgirêka xwe ya şer di milê siyasî da, ji dest birine û wendakirin e.

Sedema jidestbirinê jî bi hin tiştan ve tê girêdan. Hem ji netêrkirina têghiştina rewşa cîhanê û hemû lîstokên ku li derdora wan tên kirin. Hem jî ji ber lawazîyê siyasetê ku di çarçoveya teng ya partî, malbatî û berjewendî da, dihat bikar anîn.

Kurdan di jiyana xwe ya dirêj, li ser xaka xwe ya pîroz gelek qûrbanî dane. Kurd hertim di siyasetên dewletên netewe da, bibûn qûrbanîyên berjewendîyên pêkhate û deshilatan. Hertim miletekî aştî xwazin û dixwazin li kêleka dost û birayên xwe jiyaneke bi kêfxweşî bijîn.

Sedemek din jî jidestbirina mafan, ol bû. Gelê kurd ol ne ji bo berjwendîyên xwe bi kar tanîn. Ol ji bo olê, ji bo hezkirina xweda bi kar tînin. Lê mixabin deshilatên dewlet netew ev xal baş bi kar anîn û kurd dixistin bin kontrola xwe. Lê ya ku van deshilatan fam nedikir ew bû ku çima kurd serî natewînin. Fam nedikirin ku serî tewandin ne di hişmendî û xwezaya kurdan da ye.

Pêwîst e were zanîn ku kurd ji serdema Medan ve, bê rêber mane. Rêberên ku bikarbin di kurahîya dil û canê kurdan de îdyolojîyeke welatparêz biçîne û rêya azadîyê di kurdan da ava bike. Şêx Mûrşidê Xeznewî eşkere got: ʺ Eger ez biçim Şamê ez ê ti mafî ji bo we bidest nexim. Got karê min cuda ye, ez nikarim karê siyasî û diplomasî bikim ʺ.

Di roja me ya îro da, gelek bûyer bi lez diqewimin. Lê vê carê kurd ji tecrûbeyên xwe yên di dîrokê da, sûdwergirtine. Êdî kurd di qonaxa herî bi hêz ya hemû beşên jiyanê da ne. Li seranserî Kurdistanê kurd xwedî statû û hişiyarîyek pir bi hêz in. Di van 50î salên dawî da, tevgera rizgarîya kurdistan xwedî bandoreke pir mezin e.

Li seranserî cîhanê siyaseta ku xwe bi mirovan didin pejirandin. Hemû cîhan jî baş dizanin ku rêya çareserîya kirîza Rojhilata Navîn di doza kudan da ye. Ji bilî vê jî, ji cîhanê ra hate xûyakirin ku ji bo berdewamîya jiyana mirovan, rêbazê jiyanê û hizra netewa demokratîk ya herî guncaw e. Hevtemamkirina li ser bingehê avakirina welatan e.

Tevî têkçûna hemû şoreşên ku kurdan ji bo rizgarîya ji rewşên belengazî, xizanî û paşverûtîya ku ji ber dagirkeriya Osmanî, Persî û Ereban pêk anîne. Lê kombûna şoreşgerî di hişmendîya kurdan da, bûye sedem ku hişmendîyeke madî ya kolektîf di der barê pêwîstîya guherandina stratejiyê da were afirandin. Çareya nakokîyan di xwe dûrxistina ji rêbazên şoreşgerî yên kevneşop de, dûrketina ji mantiqa navendîkirina eşîran û xebata ji bo amadekirina kadroyên şoreşger ên ku karibin pêşengîya çalakiyên şoreşgerî bikin.  Rêgezên li gorî taktîkên ku li ser bingeha xwendinên rast ên hawîrdora stratejîk û guhertina hevsengîya hêzê di nav da, bi rê ve bibin.

Bi giştî, mirov dikare bibêje ku kurd di dema niha da bi hebûna xwe ya berfireh li derveyî kontrola Tirk, Pers û Ereban ne. Belavbûna wan li gelek welatên din jî weke Ewropayê. Li wir bêhtir dikarin parastina daxwazên xwe yên dîrokî bînin ziman. Li ser “xetên paş” yên ku bi hovîtî û tundî tê dîtin. Herwiha beşdarîya kurdan di stratejîya navdewletî ya jinavbirina terorê û jêhatîya wan di rûbirûbûna rêxistinên terorîst da, maye.

Di dawîyê da rê û derfetên li pêşîya kurdan gelek in, yên ku têk diçin jî dewletên serdest in. Pir lawaz bûne û vê carê cuda ye. Wê kurd bi serkeftineke dîrokî bi serbikevin.