Ereb di Sedsala Bîst û Yekan de _ Hûssam Al-Ahmed
Ereb di Sedsala Bîst û Yekan de
Ereb gelên xwedî rehên dîrokî yên kûr in. Ew ji nijada Semîtîk in. Di dirêjahiya dîrokê de, xwedî şopeke çandî ne. Ji Nîvgirava Erebî dest pê kirin, û bandora wan li derveyî Nîvgirava Erebî, bi koçên li pey hev re ku di lûtkeya xwe de bi serdema îslamî re dest pê kir. Ereb îro li erdnîgarîya ku niha têde dijîn, belav bûne.
Di sedsala bîst û yekê de, Ereb di cîhaneke guherbar ve dijîn, û rûbirûyê kêşeyên mezin ji nakokî, şer, bêseqemgîrî û pevçûnên navxweyî hem li ser asta herêmî û hem jî navdewletî. Di vê gotarê de, em ê behsa aliyê çandî yê madî ji ziman, cilûberg û folklorê nekin. Lê em ê bi awayekî zelal hewl bidin ku hizrandina li ser rewşa Ereban a di bin pergala kapîtalîst de, neteweperestî û komên tundrew û globalîzm bînin ziman. Çanda Erebî xwedî rehên kûr e, mîna çanda malbata Al Ubeyd, û şaş e ku çanda Erebî bi ola îslamê ve were girêdan. Ji ber ola îslamê, ya hemû civakan e û tenê bi civaka Ereban re, ne sînordar e. Gelek kesên ne-ereb mohra xwe li dîroka ola îslamê xistin e.
Mînak di aliyê leşkerî de Seyfeddîn Qutûz – Selahedîn Eyûbî –Tariq bin Ziyad û di aliyê zanistî de jî El-Bîrûnî – Îbnî Sîna – El-Farabî – El-Xwarizmî. Di aliyê rewşenbîrî de Ibn El-Athîr – Ebdulrehman El-Kawakibî – Ibn Xellikan – Seîd El-Nursî – Îsmaîl bin Elthi Ebû El-Fîda.
Bi derketina ola Îslamê re, Ereb xwediyê çanda xwe ya urf û nirxan bûn. Ev çand heta roja me ya îro berdewam e. Olê hin nirx zêde kirine û baştirîn belge jî ev e ku Hz.Mûhamad dibêje: “Ez hatime şandinê tenê ji bo temamkirina başbûna sincan” û ol ji bo her kesî ye dema ku Xwedê di Qur’anê de dibêje: “Me te rehmet ji cîhanê re şandiye” û ne tenê ji bo Ereban e.
Lê di bin desthilatdariyên siyasî, otorîter û kapîtalîst de, ol ji bo bidestxistina berjewendî û armancên taybet û belavkirina çanda kuştin û wêrankirinê, weke faşîzma Erdogan, DAIŞ û xwişkên wê, tê bikaranîn. Dema ku kurdan ola îslamê qebûl kirin, ji bo hezkirina Xwedê, û li hember neheqiyê û alîkariya kesên bindest bû. Weke mînak Selahedînê Eyûbî ol ji bo berjewendiya neteweperestiya xwe ya Kurdewarî bi kar neanî.
Tevgera Oryantalîst û bandora wê ya li ser Ereban:
Oryantalîzm têgehek e ku ji aliyê rojava ve li ser çand, gel û olên Rojhilatî lêkolîn û analîz dike. Oryantalîzmê bandor li civakên Rojhilat kirye. Xebatên Oryantalîzm bi armanca lêkolîna çand û dîroka Ereban bûn. Lê carinan berê xwe didin modelên bêbandorkirin û berovajîkirina çanda Ereban. Bi gotineke din, xebatên oryantalîzman bi perspektîfeke berevajî normên çanda Erebî li nasnameya Ereban dinêrin. Di vî warî de oryantalîzmê pir bandor li teşeyê nasnameya Ereban kirî ye.
Oryantalîzm nikare bibe alîkarê xurtkirina nasnameya Ereban. Oryantalîzm li çand û gelan nêrîneke çewt û neheq e. Ji ber vê yekê oryantalîzm li şûna hevkarî, têgihiştin û dilovaniyê, alîkariya xirakirina wêneya çandên xwecihî dike, cihêkarî û dijminatiya di navbera gelan de pêş dixe. Ji ber vê yekê divê gel dev ji oryantalîzmê berde, an jî bi kêmanî nivîsên ku li ser wan hatine nivîsandin piştrast bikin û hewl bidin ku rêzgirtina dualî ya di navbera çand û gelan de pêş bixin.
Çanda Ereban gelekî ketiye bin bandora oryantalîzmê, ji ber ku oryantalîznas bikaranîna têgînên neyînî yên wekî barbarî, hovîtî, paşverûtî, tirsandin û argumentên derewîn û nakok ên di derbarê dîrok û şaristaniyê de, wêneyek pir şaş, bindest û berovajîkirî ji çanda Ereban re pêşkêş kirine.
Ramana Erebî gelek bandor bi vê wêneya neyînî ya qalibkirî bû, ev ji ber ku oryantalîznas wek otorîteya zanistî ya xwedî zanîn, zanist û pêşkeftinê ye, ku bû sedema lawazbûna baweriya xwe bi xwe û afirandina nêrînek giştî ku Ereb ne xwediyê şaristanî, çand û huner in, lê belê paşdemayî ne.
Çanda Erebî ya resen
Çanda Erebî ya resen mîrateya çandî ya kevnar e ku bi hezaran salan ava bûye, û komek nirx, prensîb û baweriyên ku teşe dane nasnameya civakên Erebî di dirêjahiya serdeman de, dihewîne. Ku nirxên mirovî, sincî û civakî yên wekî comerdî, cesaret, dilsozî û cîrantiya baş. Herwiha serbilindiya bi nasname, ziman, wêje, helbest û hevgirtina civakî.
Lê belê, di sedsala bîst û yekê de, bi hebûna heyraniyeke berz a Ereban bi çanda rojavayî û sepandina wê li ser çanda Erebî, lewra çanda Erebî bûy şahidê guhertinên radîkal, û van guhertinan bandor li nirx û prensîban kiriye, yan lawaz kiriye yan jî ji holê rakiriye. Wek: Kêmbûna comerdiyê, û cîrantiya baş li ser hesabê zêdekirina serfkarî, ferdperestî û ezezî, ku têkiliyên madî li ser hesabê nirx û prensîban girîngtir hatine dîtin. Ev yek bû sedem ku hevgirtina civakî qels bibe, çînayetî çêbibe û berjewendîyên kesane zêdetir pêşbikevin.
Ereb di bin pergala kapîtalîst û netew-dewletê de
Kapîtalîzmê siya xwe avêtiye ser hemû cîhanê, Ereb jî di nav wan kesên ku ji vê sîstemê bandor bûne. Îro, her kesê ku li rastiya civakê Ereban binêre, dê rastî çiravek ji pirsgirêk û kêşeyên civakî were, weke xizanî, nezanî, paşdemayîn, derbederbûn, koçberî, rêje û jimareke zêde ya bêkariyê, her çend ev erdnîgarî xwedan çavkaniyên aborî yên mezin e. Kargehên heyî tenê bi xwarin, şîr û penêr ve sînordar in. Ev yek gelê Ereb dike dîlên îstîsmara rêjîm û welatên kapîtalîst.
Ji bo dewlet netewên ereb jî, pêşveçûna dewlet netewên ereb li ser hesabên Brîtanî û Fransî bûn ji bo kontrolkirina rêya Hindistanê û çavkaniyên petrolê bû. “Iraq, Urdun, Sûrîya û yên din berî sala 1920an bi van sînoran li ser nexşeyê tunebûn. ku ew li gorî berjewendîyên petrol û bazirganî yên Brîtanya û Fransa hatine afirandin.” lewra, ji bo dewlet netewên cuda yên Ereb, ku ew ji bo xizmeta berjewendiyên kapîtalîst hatin çêkirin.
Di nav nakokiyên dewlet netewên ereb de, ku bi hev re di nav nakokiyan de bûn. mînaka herî baş a vê yekê êrîşa Iraqê ya li ser Kuweytê di salên 1990-1991 de ye, ku di encama wê de dorpêçkirin û birçîbûn li ser Iraqê pêk hat û bi milyonan Iraqî bûn qurbaniyên vî şerî. Nimûneyeke din jî destwerdana Sûriyê di Lubnanê de ye di dema şerê navxweyî yê Lubnanê ya sala 1975an de. Hebûna artêşa Sûriyê heta sala 2005ê berdewam bû û Sûriyê ta piştî sala 2008an Lubnan weke dewleteke serbixwe pênase nedikir. Yek ji nakokiyên dewlet netewên ereb jî, ew e ku di nav nakokî û pevçûnan de ne çi bi gelên xwe re û çi bi gelên ereb ên cîranê xwe re, û ev yek di dema ku bi navê “Bihara Gelan” tê binavkirin, eşkere bû.
Tevî ku gelên Ereb di nava vê îdeolojiya neteweperest de digevizin jî, netew-dewlet dudilî nabe ku hemû cureyên xemsariyê nîşan bide. Lewra hizrên neteweperest hêzê dide wê, ji ber ku ew neteweperestiyê xwedayekî ku divê teqez were pîroz kirin dibîne. Ev yek bû sedem ku çandeke erebî li ser bingeha xwekêşan, belavbûn û dûrxistinê çêbibe, kî ne bi min re be, ew li dijî min e, û van hemûyan rewşa ereban gihand asta fanatîzmê li hember pêkhateyên din. Hebûna wan înkar dikin, komkujiyan li hemberî wan pêktînin û wan napejirînin.
Rêya derbaskirina bandora hizra neteweperestî û ramanên kapîtalîst, pêşxistina bihevrejiyana aştiyane ye, ji ber ku bihevre jiyan prensîba bingehîn a parastina cihêrengiya çandî û rewşenbîrî ye û rê li ber diyalog û qebûlkirina kesên din vedike. Her civak xwedî kultûr, kevneşopî, nirx û olê xwe ye, ku bi hev re jiyana aştiyane ne tenê mafek, lê erkek ji bo dabînkirina cihêrengiya rewşenbîrî, çandî û danûstendina erênî di civakê de dike.
Vegera li çanda Erebî ya resen û rêyên parastina wê
Vegera li çanda erebî ya resen ji bo Ereban ji qirkirina sîstematîk xelaskirineke, ku tê ciwanîkirin wek pêşkeftineke şaristanî û pêşveçûn tê nîşandan, lê ew wek jehrê bi hingiv tê têkilkirin. Ji ber vê yekê, divê em dîrok û pêşkeftina çanda Ereban bi awayekî rexneyî têbigihîjin, li berçavgirtina şert û mercên cuda yên dîrokî û civakî. Lewra divê lêvegere li ser jêderên resen û lêkolîna bandorên hevbeş ên di navbera çanda Erebî û çandên din de were kirin. Divê em mîrata Ereban ji nû ve bixwînin, li ser têgihiştin û girêdana bi nirxên civakî re tekez bikin û ji kopîkirinên kor dûr bikevin, her wiha divê em li hember bandorên neyînî yên çandên din ên dibe ku geflê li nasnameya Erebî bikin li ber xwe bidin. Ev nayê wateya redkirina pevguhertina çandî, belkî tê wateya parastin û îfadekirina nasnameya erebî.